Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş piştî hevdîtina bi şandeyên AKP’ê, MHP’ê, CHP’ê û DEM Partiyê têkildarî rojevê daxuyanî da.
Mijarên sere yên axaftina Kurtulmuş wiha ye:
“Divê ez vê yekê berî bînim ziman, çaçoveya sereke ya têkildarî rêxistina fesixkirî dê bê parastin. Ev dê bibe qanûnek demkî. Divê peyva rêxistina munfesix (fesixkirî) di vê qanûnê de cih bigire. Divê nebe efûyek giştî an taybet ji bo şexsekî.
Em di mijara giştgiriya vê qanûnê de yekreman in. Em hêvî dikin ku ev qanûn pêşiya têkoşîna siyasî vebike. Li ser vê erdnîgariyê pêdiviya me bi yekitî û biratiyê heye. Hêvîdar im beriya betlaneya Meclisê em ê vê verastkirinê bikin. Beriya betlaneya Meclisê em ê vê xebatê bi dawî bikin.”

