Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
Rojava

Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 5 navendên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Qamişloyê jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî li çerxerêya Sonî ya navenda bajêr kom bûn û ji wir berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo.

 

Li wir zilamên bajêr li benda beşdaran bûn û li wan kulîlk belav kirin. Di serî de rêvebera Kongra Star a Qamişlo Hindirîn Xelîl destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê jinan dîwarê koletî û zordariyê û siyasetên qirkirinê yên li dijî xwe hilweşandin.

Hindirîn Xelîl bi navê jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî nû kir.

Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê bi sedan pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û ber bi avahiya meclisa navçeyê ve bi rê ketin.

Rêvebera Kongra Starê ya navçeyê Xaliye Ehmed der barê siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan û civakê de wiha axivî: “Armanc ji wan lewazkirina îradeya jinan û lewazkirina civakê bi giştî ye.” 

Xaliye Ehmed diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe têgihên ku pergalên kapîtalîst û hegemonîk danîne guhartin û rastiya wan pergalan eşkere kir, ji ber wê jî komplo li dijî wan hat hûnandin da ku rastiyê dîsa veşêrin. Di dawiya axaftina xwe de Xaliye Ehmed soza domandina têkoşînê heta bidestxistina mafên jinan di hemû qadan de û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, nû kir.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî û Kongra Star li qada şehîd Xebat kom bûn û ber bi navenda navçeyê ve bi rê ketin. Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Girkê Legê Ayhan Murad soza parastina mîrasa têkoşînê bi rêya bilindkirina asta têkoşînê û parastina destkeftiyan da. Meş bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê jinên bajêr li pêşiya navenda Konra Star kom bûn, li nav kolanên bajêr geriyan û vegeriyan pêşiya heman navendê. Rêvebera Kongra Starê Fatme Silêman 8’ê Adarê li hemû beşdaran pîroz kir û got: “Jin bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan li hember hegemoniya baviksalarî tê koşiyan.” Fatme Silêman bang li jinan kir ku asta têkoşînê bilind bikin û destekê bidin jinan ji bo pêkanîna serkeftinê. Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Jinên navçeya Til Hemîs bi heman boneyê meş li dar xist. Jin bi cilûbergên erebî tev li meşê bûn. Endama Kongra Star Rewa El Casim berxwedana jinan a ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan silav kir. Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin Qahîre Mihemed diyar kir ku jin bingeha parastina civakan e, ji ber wê jî pêwîst e ew asta têkoşînê bilind bikin. Endama PYD’ê Mawiye El Hedîd banga bilindkirina asta têkoşînê li jinan kir. Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kir
Nûçeya Pişt re Cebhet El Ekrad li Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameyên 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efxanistanê otobusê qeza kir: 19 jê zarok 76 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Herat ê rojavayê Efxanistanê şeva Sêşemê otobûsa penaberan, kamyonek û motorsîklet li hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtina Komeleya Avestayê li sê bajaran hat protestokirin

Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ku bi xebatên xwe yên Kurdî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?