Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Akdenîzê çalakiya şermezarkirinê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Rojane

Li Akdenîzê çalakiya şermezarkirinê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!

Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê ya desteserkirî dewam dike. Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser êrîşên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan û biryardariya li ser berxwedanê nîşan dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 13’ê Çileyê de li Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê qeyûm hate tayînkirin û bertekên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 6’an de didomin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî li pêşiya avahiya şaredariyê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, hatin gel hev. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Akdenîz a me ye, şaredarî ya me ye” hatin berzkirin. Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kuş di daxuyaniyê de wiha got: “Hevşaredarên me ev 6 roj in girtî ne. Em vê qebûl nakin. Me beriya niha qeyûm nas nekir û dê nas nekin. Heta ku hevşaredarên me dîsa tên ser peywira xwe dê têkoşîna me bidome. Qeyûm, dizî ye. Em zîhniyeta qeyûm nas nakin.”

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “3 meh berê gotin ‘werin em aştiyêbikin’ lê niha qeyûm tayîn kirin. Em vê qebûl nakin. Qedrê gelê Kurd ê tevî qeyûman jî behsa aştiyê dike bizanin. Dema Kurd nerazîbûna xwe nîşan didin jî hûn qala ‘terorê’ dikin. ‘Teror’ tune ye, bêwijdaniya we heye. Mînaka vê bêhiqûqtiyê li cîhanê tune ye. Divê hevşaredar tavilê vegerin ser peywira xwe. Heta ku em hemû qeyûman yek bi yek dişînin em ê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.”

Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahînoglû jî ev tişt anî ziman: “AKP qanûna li gorî keyfa xwe amade dike. Di demekî qala aştiyê dikin de qeyûman tayîn dikin. Em ê li dijî vê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin û em ê bi ser kevin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Sedat Başkavak jî wiha got: “Ev 6 roj in em xwedî li îradeya xwe derdikevin û dibêjin qeyûm bêhiqûqtî ye. Qeyûm kedxwarî ye. Qeyûm dijminê hunerê, sînemayê, dijminê pêşerojê ye. Dê qeyûm biçin, gel dê bimînin.”

Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Hasan Yildiz dema diaxivî, polîsan bi telefonên xwe dîmen kişandin. Gel, bertek nîşanî polîsan dan. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek nehişt polîs bi telefonên xwe dîmenan bikişînin. Piştre jî Yildiz axivî û wiha bertek nîşan da: “Qeyûman tayînî çeteyên zarokan qetil dikin. Dê qeyûm winda bikin, gel dê bi ser keve. Ev zîhniyet neçarî têkçûnê ye.”

Endamê MYK’a Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Ççîftyurek jî wiha got: “Çima îradeya gelê Anatoliyayê tê naskirin lê ya Kurdan nayê naskirin? Em siyaseta qeyûm şermezar dikin. Ji sindoqê îradeya gel derket lê nas nakin. Me tu caran ev qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Hûn ê nekarin bi dayikên me, bi gelê me serî bidin tewandin. Destê xwe dirêjî Kurdan dikin lê qeyûman tayîn dikin, êrişî Rojava dikin. Em vê biratiyê qebûl nakin.”

Endama MYK’a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Doganay Karasu jî wiha got: “Em careke din bi kiriyareke faşîzmê ya li dijî Kurdan re rû bi rû ne. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê, binçavkirin û girtin, nîşaneya tirsa ji daxwaza aştî û azadiyê ya gel e.”
Daxuyanî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Îmraliyê: Ji bo hefteya bê em ê serlêdanê bikin
Nûçeya Pişt re Di her gava têkoşînê de xeta Zîlan ji xwe re kir esas
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê hatin veşartin

Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê bi merasîmekê hatin veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di qezaya helîkopterê de 9 cenaze hatin dîtin

Hate ragihandin ku tîmên rizgarkirinê di encama 15 saetên lêgerînê de 9 cenaze peyda kirine.

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara nû ya Kovara Stêrka Ciwan derket

Hejmara vê mehê ya Kovara Stêrka Ciwan bi şîara “Rihê 14’ê Tîrmehê Misogeriya Serkeftinê ye”…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?