Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Amedê 8’ê Adarê: Em piştgirî didin banga Rêberê Gelê Kurd
Jin

Li Amedê 8’ê Adarê: Em piştgirî didin banga Rêberê Gelê Kurd

Jinên ku di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Amedê axivîn, gotin ew piştgirî didin banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Qada Stasyonê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mîtîng tê lidarxistin. Qad bi taybetî bi alên mor kesk û sor û zer û spî hatin xemilandin. Jinên ku cilên kurdî li xwe kiribûn pankartên “Jin jiyan azadî”, “Em vîna ji pola silav dikin. Civaka demokratîk ava dikin”, “Li hemberî qirkirina jinê em ê serî rakin. Em ê azadiyê ava bikin”, “Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî” û “Ne tirse hevala min em bi hev re ne” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Jin jiyan azadî, azadiya Rêbertî” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Gelek saziyên sivîl ên civakî, endam û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê û bi hezaran jin tevlî mitîngê bûn. Mitîng bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Ji Komîteya Amadekar Esra Çîçek 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.

Piştre hevşaredarên jin, aktîvîstên TJA’yê û siyasetmedar derketin ser dikê û kesên beşdarî mîtîngê bûne silav kirin.

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a ewilî axivî girse silav kir. Serra Bûcak, bal kişand ser peyama Rêber Apo û wiha axivî: “Em jin ji bo ku vê peyamê veguherînin aştiyê li vir in. Em ê bi hev re vê banga aştiyê biqîrin û dest ji mafê xwe bernadin. Li dijî şer em ê aştiyeke bi rûmet biparêzin. Piştre Dayikên Aştiyê li ser dikê kevok firandin.

Li ser navê Koma Dayikên Aştiyê Kûdret Eryilmaz axivî û wiha got: “Em vê rojê li hemû dayikê dilşewat, girtiyên li hefs û zindana pîroz dikin. Hêvî dikin ev roj bibe wesîleya aştiyê û hêsirên çavên dayikan bisekinin.”

GULTAN KIŞANAK: DIVÊ EM KÊLÎ BI KÊLÎ AZADIYÊ AVA BIKIN

Aktivîsta TJA’yê Gultan Kişanak, di keseyata jinên girtî Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Fîgeh Yuksekdag de hemû jinan silav kir û wiha got, “Birêz Ocalan li dijî polîtîkayên şer ên tên ferzkirin, li wir di her kêliyê de li ser aştiyê fikirî û banga aştî û civaka demokratik kir. Em ji vir wê bangê silav dikin. Ev bang ji me hemûyan re hatiye kirin. Li desthilatê, siyaseta demokratîk, Kurdan, Tirkan, gelên Rojhilata Navîn û me jinan hate kirin. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin.

Em ji vir bang li Enqereyê jî dikin. Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Birêz Abdullah Ocalan dê weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike. Bila kes xwe nexapîne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê vekirina deriye aştiyê ya li Rojhilata Navîn e.”

HALÎDE TURKOGLU: EM WEKE JIN XWEDÎ LI VÊ BANGÊ DERDIKEVIN

 

Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û wiha got, “Birêz Ocalan bi banga xwe careke din hêviya aştiyê li van xakan geş kir. Wî nîşanî hemû cîhanê da ku li dijî şer aştî çêdibe. Hemû cîhanê bala xwe da vê peyamê. Hemû cîhanê bi baldarî li vê peyamê guhdarî kir û bi erênî jî pêşwazî kir. Jin di têkoşîna aştiyê de li pêş bin, jin wê aştiyê ava bikin. Banga Birêz Ocalan banga berfirehkirina têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê ye. Em weke jin xwedî li vê bangê derdikevin û dê pêdiviyên wê pêk bînin.”

Halîde Turkoglu, da xuyakirin ku jin wê jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin û diyar kir ku ew ê bi banga Rêber Apo re têkoşîna jinan mezin bikin. Halîde Turkoglu destnîşan kir ku jinên Kurd modela jiyana azad pêşkêş dikin û anî ziman ku wê jin bi hev re jiyaneke wekhev û azad ava bikin û xwest 8’ê Adarê bibe roja aştî û yekîtiyê.”

AYLA AKAT ATA: AŞTÎ HÊVIYE Û DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ TÊKOŞÎN BÊ KIRIN

 

Ayla Akat Ata jî, diyar kir ku peyama Rêber Apo pêvajo derbasî qonaxeke nû kir û destnîşan kir ku ew bi civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne. Ayla Akta Ata anî ziman ku TJA’yê, jinên ciwan û dayik li pişt banga Rêber Apo ne û got ku ev bang wê bandorê li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Ayla Akat Ata, diyar kir ku aştî hêvî ye û divê ji bo çareseriyê têkoşîn bê kirin. Ayla Akat Ata, destnîşan kir ku barê aştiyê ji bo her kesî giran e, lê jin amade ne ku vî barî hilgirin û got ku gelên cuda wê bi hevgirtinê aştiyê bi rêxistin bikin û got ku ew amade ne berdêla çareseriyê bidin.

Mîtîng bi gerandina govendê, berzkirina dirûşmeyan û stranên hunermend Rojda berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
Nûçeya Pişt re 8’ê Adarê li Êlihê hate pîrozkirin: Ji Rêber Apo re azadî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di 70 rojên dawî de herî kêm 17 kolber hatin qetilkirin

Li gorî agahiyên ku Kolbernewsê parve kir, di nava 70 rojên dawî de li herêmên…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandariya QSD’ê Şandeya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê qebûl kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan şandeyeke Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê qebûl kiriye.

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî: Sembola berxwedan û têkoşînê ye

Komîteya Malbatên Şehîdan a PJAK'ê aktîvîstê mafên mirovan û welatparêz Îqbal Muradî di salvegera 7'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?