Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê dagirkerî û xiyanet hate protestokirin
Kurdistan

Li Amedê dagirkerî û xiyanet hate protestokirin

DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kirin ku PDK şirîkatiya şerê li dijî Kurdan dike û ev êrîş li pêşiya statûya Kurdan asteng in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd (Qada Deriyê Çiyê) ya Amedê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Tevî hemû astengî û gefa polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Girseyê di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da.

Beriya daxuyaniyê Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray axivî û dorpêça polîsan şermazar kir. Yaray bal kişand ser êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê gelê Kurd li dijî êrîşan bibe yek û li ber êrîşan rabe.

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehemt Kamaç metna daxuyaniyê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Desthilata AKP-MHP’ê ji sala 2018’an ve ye bênavber qirkirina li ser gelê Kurd didomîne. Em dibînin ku Suleyman Soylûyê ku wek pêlîstoka vê desthilatê yê şerê taybet kar dike û Hakan Fîdanê ku wek şerhezekî ji bo rê li ber şer veke çend kesan dişîne welatên cîran û hewl dide 8 fuzeyan bavêje, di mijara qirkirina gelê Kurd de xwedî roleke mezin in. Tirkiye ku taşerontiya polîtîka û stratejiyên NATO’yê yên li ser şerê Rojhilata Navîn digire ser xwe, ji 30 salî zêdetir e ku herêma Kurdan kiriye çemê xwînê. 10 salên dawîn jî serkêşiya vê taşerontiyê rasterast li ser Hakan Fîdan bi rê ve dibin.

Piştî ku Fîdan bû Serokê Karên Derve, zêdetir lez dan qirkirina li ser Gelê Kurd û qada wê ya sîyasî berfirehtir kirin. Xala dawîn a vê qirkirinê jî, şirîkatiya şer a bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re ye ku ev şirîkatî ji salên 90’î ve dest pê dike. Bi taybetî Zaxo, Barzan, Dihok, Amêdiye û Hewlêra ku wek Başûra Mezin tê zanîn bi salan e di bin destê Tirkiyê de ye. ji zû ve haya me ji ve yekê hebû, me wan deman pêşiya xwe didît û me di vê çarçoveyê de hişyariyên xwe yên pêwist kiribû; me ragihandibû ku eger hebûna îstîxbarat û leşkerên Tirkiyeyê ya li Başûra Mezin mayinde be ev risk e û ew ê encamên wê jî gelekî giran bin. Îro rewşa heyî, mixabin metirsiyên me yên di vî warî de piştrast dike.

Êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê di serî de bi giştî ji bo çareserkirina pirsgrêka statûya Kurdistanê ya demokratik astengiyek mezin e. Ev êrîş di heman demê de hişmendiya utopyaya neo-osmanî ye ku Kerkûk û Mûsilê jî dihundirîne. Lê em ji çarçoveya êrîşan jî fêm dikin ku Başûra Mezin jî bûye perçeyek ji Misak-î Millî’yê. Rêveberiya sîyasî ya vî perçeyî, aktorê sereke yê van êrîşan e. Êrîş û amadekariyên ku vê dawiyê hatin kirin, valakirina gundan, koçberkirina sivîlan û di nav sînorên Iraqê de kontrolkirin nasnameyan van polîtîkayan piştrast dike.

Tirkiye dixwaze ku, êrîş û polîtîkayên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi nîqaşên sedsala nû bi aliyê xwe ve bikşîne. Ji ber vê yekê hem Hikûmet Navendî ya Iraqê, hem Rêveberiya Kurdistana Başûr hem gelên ku li vir dijîn manîpule dike û li gor xwe bahaneyek xurt derdixe pêş. Gotegot û axaftinên ku dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, digotin niha heman tiştî ji bo rewşa Kurdistana Başûr a heyî jî dikin. Çawa ku dema Tirkiye Rojava dagirkir em li hember rêveberiya defacto sekinîn îro jî em dixwazin bibêjin ku em li hemberî kirinên li Başûrê Kurdistanê jî disekinin û em dûbare dikin ku em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.

SIYASETA PDK’Ê DÛRÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN E

Tirkiye hewl dide ku siyaseta dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî mayînde berdewam bike, em dibînin ku di heman demê de vê yekê bi piştgiriya dînamîkên herêmê dike. Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ku li hin herêman baregehên leşkerî ava dike, nasnameyan kontrol dike û organîzekirina fealiyetên prowakatîf ên weke êgir, heger mirov bifikire ku bêyî desthilatdariya PDK’yê ye, wê bibe nêzîkahiyeke xweşbînî. PDK bûye hêza birêxistinkirina pêvajoyeke ku nikare hesabê wê bide gelê Kurd. Axa Başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên mezin hatiye bidestxistin, ji bo berjewendiyên biçûk, hatiye telefkirin. Ev siyaseta PDK’yê ya paşverû ku dûrî berjewendiyên Kurdan ên demokratîk e, wê tu carî hemberekî wê ya civakî tune be.

PDK XIYANETÊ DIKE

Gelê Kurdistanê, yên ku axa Kurdistanê ji bo dagirkeran vedike, ne weke welatparêz, weke hevkarên dagirkeran ên herêmî bi bîr bîne. Teqez weke sala 2014’yan dema DAÎŞ’ê êrîşî Kurdên Êzîdî kir, hêzên herêmê ji aliyê desthilatdariya herêmî ve, bi jenosîdekê re rûbirû hatin hiştin. Wê rojê dagirkeriya DAÎŞ’ê ku heta Beriya Mûsilê hatin, bi berxwedana yekîneyên herêmê hatin şikandin, îro bi polîtîkayên navnetewî ya NATO û hevkarên herêmê li Başûrê Kurdistan di unîformayên TSK de derdikevin holê. Nêzîkatiya ku ne Tirkî, ne jî PDK, desthilatdariya Rojava ya Xweser nas nake, îro bi dagirkirina Kurdistanê, encamê siyaseteke çawa ye, bi hemû Kurdan dide îspatkirin.

Îro ew dem e ku bi awayekî rastîn were pênasekirin û tekoşîn were kirin. Rewşa ku PDK tê de ye, bi wateya rastîn, xiyanet e. Bûyina li cem aqilekî ku destkeftiyên gelê Kurd bi kedeke mezin û berxwedaneke bêhempa stendiye, ji bilî xiyanetê tu pênaseyên din tune ye.

BANG LI PDK’Ê HAT KIRIN

Li vir, banga me ji bo dagirkerên Tirkiye û PDK’ya ku nikare xwe ji derûniya mêtingeriyê ya polîtîze bûye; Wê têkoşîna gelê Kurd a bi rûmet tu carî neke destekî tenê. Wê sekna kolektîf, birêxistin û polîtîk tu caran bi şûn de nekeve. Wê ev têkoşîn nekeve bandora malbatekê yan jî siyaseta hêza navendî. Weke her dem, îro jî li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê kesên hewl didin ku vê tekoşîna birûmet hilweşînin û ji armanca wê bidûr bixin û bêqîmet bikin, wê li hemberî edaleta dîrokî mahkûmê tunebûnê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê em hêvî û azadiyê mezin bikin!
Nûçeya Pişt re Girtî Halîl Arslan ê piştî 30 salan hat berdan bi coş hat pêşwazîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îranê Mai Sato destnÎşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê, lêkolîner û akademisyen Daed Qanou ragihand ku ew dixwaze bi…

Ji aliyê Stêrk TV

PKK: Rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî xiyanet hîn mezin kirine

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê diyar kir ku PDK û malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?