Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê gel ber bi qada Newrozê ve diherike
Kurdistan

Li Amedê gel ber bi qada Newrozê ve diherike

Ji bo Newroza li Amedê ku bal li ser e, gel ber bi qadê ve diherike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Newroza Amedê îro li Parka Newrozê ya li navçeya Baglar a Rezanê tê pîrozkirin.

Dika ji beton a berê ya li parkê hate hilweşandin û li şûna wê platformeke mezin hate danîn.

Platform bi pankartên ji dirûşmên Newrozê û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate xemilandin.

Her wiha ji bo bi sedan kesên ji derve hatin vexwendin, li cihekî cuda platformek hate amadekirin.

Wêneyekî mezin ê Kemal Korkût ku di Newroza Amedê ya 2017’an de hate qetilkirin hate daliqandin, pankartên ‘Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin’, ‘Azadî wê bi ser bikeve’, ‘Yê ku nizane bi jinekê çawa biaxive nikare bibe sosyalîst’, ‘Pîvana min a bingehîn jiyaneke bi heybet a bi we re ye’ û ‘Azadî armanca gerdûnê ye’ yên Rêber Apo bal kişandin.

Ji bajar, navçe, bajarok û gundên derdorê jî bi hezaran kes ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin bi rê ketin.

Li ber bendên kontrolê yên li Bûlwara Qamişloyê, Kolana Newrozê û Taxa Bagcilarê girseyên gel kom bûn.

Li ser her rêya ber bi qadê ve dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” olan didin. Piraniya girseyê ji ciwan û jinan pêk tê. Beşeke mezin a welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Gelek malbatan jî zarokên xwe jî bi xwe re anîne.

Li ser her rêya ber bi qada Newrozê ve diçe coşeke mezin heye. Hema hema li ser hemû cade û kolanan li ber dahol û zirneyê govend tê gerandin. 

Ji 6 deriyan gel dikeve qadê. Li her derî jî bi hezaran kes di dorê de disekinin û li ber stranên Kurdî govendê digerînin.

Di pîrozbahiya Newrozê ya îsal a Amedê ji gelek welatan gelek kes hatin vexwendin. Ji Fransayê heta Katalonya, Spanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tunus û Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan siyasetmedar, sendîkavan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnameger ji bo pîrozbahiyê hatin vexwendin.

Di heman demê de ji bo şopandina pîrozbahiyan,  hejmareke reko a rojnamegeran serlêdana akredîtasyonê kirin. Ji welêt û derveyî welat 629 rojnamegeran ji bo şopandina Newrozê akredîte bûn.

Têketina qadê didome û li bendê ye ku di demekî nêz de pîrozbahî dest pê bike.

Pîrozbahî wê bi rêzgirtinê dest pê bike. Piştre jî dê gel were silavkirin. Piştre jî li gorî dorê dê ji Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin.

Di heman demê de dê Kemençe, Arhat, Grup Avna, Ayfer Duzdaş û Rewşan Çelîker derkevin ser dikê.

Mijara sereke ya Newroza îsal a Amedê jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ye ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla: Newroz afirandina ruhê berxwedanê ye
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Nûjiyan Erhan hate bîranîn: Em li ser şopa heqîqetê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE dixwaze li Gronlandê hebûna xwe ya leşkerî berfireh bike

Rêveberiya Washingtonê diyar kir ku ew dixwaze li Gronlanda her ku diçe girîngiya wê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Xeta Îslama Demokratîk wê çareseriya pirsgirêkên li vê xakê ronî bike

Tulay Hatîmogûllari li Kongreya Asayî ya 1'emîn a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegerê û tezmînatê dikin

Koçberên Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê, ên li 2 kampên koçberan li bajarê Hesekê dimînin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?