Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Amedê ‘Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
Jin

Li Amedê ‘Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin

Li Amedê jinên ku di nava xebatên zimanê Kurdî û rêxistinên civakî yên sivîl de cih digirin, avakirina ‘Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî’ ragihandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Aktivîstên zimanê Kurdî, endamên saziyên sivîl û gelek jin hatin cem hev û “Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî” îlan kirin. Jinên li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm-Sen a navçeya Bajarê Nû ya Amedê li hev civiyan. Di daxuyaniyê de pankartên “Ma cinî xo rêxistine kenê ziwanê xo azad kenê”, “Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî” hatin daliqandin û dovîzên “Kurd, Kurdkî, Kurdistan”, “Cinî û ciwan, kultur û ziwan”, “Kurdî nasname me ye”, “Her ca Kurdkî, her tim Kurdkî”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Jin û ciwan, çand û ziman”, “Ji bo Kurdî têkoşin”, “Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin” û “Zimanê me sînorê welatê me ye” hatin hilgirtin.

Endama Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) Emîne Oguz bi zaravayê Kurmancî û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED DER) Şukran Yakut jî bi zaravayê Kirmanckî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û ji bo me jinan gelek girîng e. Ev bangawazî jiyaneke nû ku hemû rengên wê dihewîne pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jinan dike. Di heman demê de di sedsala 21’ê de li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê avakirina civaka demokratîk vedike. Weke jinên dildarên Zimanê Kurdî em vê bangê dipejirînin û bi vê wesîleyê diyar dikin ku em ê hewcedariyên mîsyon û berpirsyariya ku vê bangê li me kiriye pêk bînin. Li gorî vê mîsyonê, ji bo ku em xebatên xwe bi ruhê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bidomînin û rêxistinbûna xwe xurt bikin, em jinên dildarên zimanê Kurdî, Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî îlan dikin. Û bi vê minasebetê em bang li hikûmetê dikin; divê di zûtirîn demê de şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bê temînkirin û gavên berbiçav ên ku birêz Ocalan destnîşan kiriye demildest bên avêtin.

Em jinên Kurd ku bi dehan salan e li hemberî zext û zordariya arasteyî nasnameya xwe û zimanê xwe têkoşîneke bênavber didomînin, destnîşan dikin ku ji bo ev sedsala nû bibe sedsala zimanê Kurdî û pêngava nû bi ser bikeve em dê têkoşîna xwe berfireh bikin. Em hewl didin hemû dildarên ziman ên jin di bin banê Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî de bînin ba hev û zimanê xwe ji çerxa bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin.

Em wek jinên Kurd bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê sedsala nû de ku hem kapîtalîzm, hem netewedewlet û hem jî hemû hêzên din ên cîhanê dixwazin dîzayneke nû bidin avakirin de divê em bi xwedîkerketina li ziman, nasname û çanda xwe mohra xwe li vê sedsalê bixînin. Divê êdî em bêstatubûnê qebûl nekin, ji van polîtîkayên bişaftin û xwebişavtina ku ji destpêka komarê ve li ser gelê me tê meşandin re bibêjin êdî bes e û di vê sedsala nû de bikaribin mafên xwe yên xwebûniyê bi dest bixînin.

Divê gelê Kurd ji bîr neke ku ziman, ruh û jiyan e, nasname û xwebûn e, bîr û hişmendî ye, rûmet û şanazî ye. Jê qerîna ji ziman jê qerîna ji rûmetê ye. Divê di serî de jinên Kurd hemû gelê me ji îro û pê ve li hemberî van polîtîkayên bişavtinê ku sed salê bi awayeke pergalî tên meşandin helwesta xwe nîşan bide û ji vê bişaftina sed salan re bibêje êdî bes e.

Îro li gelek welatên cîhanê perwerdehiya pirzimanî û mafê fermîbûna ziman hatiye naskirin û qebûlkirin. Gel hene ku gelheya wan ne bi milyonan bi hezaran e lê dîsa xwediyê mafê perwerdehî û fermîbûna zimanê xwe ne lê bi milyonan Kurd ji mafê xwe yê mirovî yê bingehîn bêpar hatine hiştin. Bêdengiya me ya li hember vê binpêkirina mafê bingehîn a mirovî û qirkirina ziman pejirandina wendabûna ruh û xwebûniyê ye.

Êdî em jinên Kurd destûrê nadin ku tu hêz me ji ruhê me, ji nasname û ji zimanê me bê par bihêle. Wek Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî, em dê li hemberî her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin, rola dîrokî ya jinê ya di hêla ziman de hêzdar bikin û ji bo zimanê Kurdî bighîje statuya makezagonî xebatan bimeşînin. Em jinên ku ji bo aştiya civakî her tim di refên herî pêş de têdikoşin em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî jî bidomînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de xebatên ku dê Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî dane pêşiya xwe jî wiha hatin rêzkirin:

“* Em dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê biparêzin; ji bo zimanê Kurdî ji pêştdibistan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê em dê xebatan bimeşînin.

* Em dê hilberîna ziman a jinan teşwîq bikin; em dê di qadên wek wêjeya Kurdî, huner, medya û xebatên akademîk de berbiçaviya jinan zêde bikin.  

* Em dê bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên gelemperî de berbelav bikin; em dê bi awayekî azad bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên fermî, medya, kuçeyan û di jiyana civakî de teşwîq bikin.

* Em ê hişmendiya ziman zêde bikin; ji bo berbelavkirina axaftina Kurdî ya di nav malê de, di nav malbatê û di nav civatan de em dê xebatên hayjêbûnê saz bikin.  

* Em ê hevkariya navneteweyî hêzdar bikin; em dê bi têkoşînên ziman ên tevgerên jin û gelên li welatên cuda re li cihekî hevpar bên ba hev û hevkariyê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji 30 rêxistinan banga ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Bang ji bo jinan ronesans e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê zêdetirî 7 ciwanên Kurd hatin revandin

Hêzên hikûmeta demkî ciwanên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hedef girtin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Sendîkayan bernameya 1’ê Gulanê eşkere kir

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ragihand ku wan ji bo Taksîmê serî li walîtiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Asta ava Çemê Renê gelekî kêm bûye: Dibe ku ji hatûçûnê re bê girtin

Jiber kêmbûna barînan a demeke dirêj e berdewam dike û germahiyên zêde asta ava Çemê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?