Li bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobanê, salvegera damezrandina PKK’ê bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin.
HESEKÊ
Bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera 48’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Şahiya ku gelek kes lê amade bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso axivî. Oso dîroka PKK’ê vegot û ev tişt anî ser ziman: “Berî 48 salan mîna vê rojê PKK’ê ava bû. PKK’ê partiya jiyanê ye ku ji tunebûnê hebûn afirand. PKK hêz da avakirin ku li cîhanê dengvedanek çêkir.”
Oso destnîşan kir ku avabûna tevgerê di aliyê bîrdozî de vedigire sala 1973’an, lê bi fermî di sala 1978’an de hat ragihandin. Her wiha diyar kir ku tevî çavdêrî û zextên dewletê jî bi hezaran têkoşer cihê xwe di nava partiyê de girtin.
Di pîrozbahiyê de ji rêveberên Kongra Star Nahid Silêman jî bal kişand ser girîngiya vê rojê ji bo jinan û wiha got: “Ev roj ne rojek ji rêzê ye, lê belê roja hebûna me ye. Avabûna partiyê mîna vejandina ramanê azadiya jinan li her cihê ye.”
Nahidê di berdewama axaftina xwe de got: “Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî malbatên şehîdan û jinên Rojava û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Partî ji bo azadiya jinan hêviya herî mezin e.”
Piştî axaftinan komên hunerî daketin ser dikê û stran gotin. Şahî piştî gerandina xelekên govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.
QAMIŞLO
Şêniyên bajarê Qamişloyê salvegera 48’emîn a damezirandina PKK’ê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê pîroz kir.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişte endamê Însiyatîfa Gel Şerîf Xelîl axivî.
Di axaftina xwe de Şerîf Xelîl bal kişand ser siyasetên înkar û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û pêvajoyên avabûna PKK’ê vegot.
Xelîl diyar kir ku ramênên Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd kir rojava cîhanê û bi bîr xist ku Şoreşa Rojava berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.
Her wiha îşaret pê kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veguhest aliyên din ên Kurdistanê û banga yekitiya neteweyî jî kir.
Di şahiyê de hejmarek hunermendan stran gotin, her wiha komên dîlanê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Şahî piştî çalakiyên hunerî û gerandina xelekên govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.
KOBANÊ
Di şahiyê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û şêniyên bajêr amade bûn. Navenda Çandê bi al û wêneyên şehîdan hate xemilandin.
Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê ya di dîroka têkoşîna gelê Kurd de û destkeftiyên ku di encama berxwedanê de hatine bidestxistin. Rûken Ehmed di destpêkê de ev roj li Rêber Abdullah Ocalan û li malbatên şehîdan pîroz kir.
Rûken Ehmed got: “Îro em PKK’ê wek jiyan û nasnameya xwe dibînin. Her çi qas PKK’ê xwe fesih kiribe jî lê ew ê her tim bi hemû wateya xwe di nava me hemûyan de zindî bimîne. Rêber Apo di salên 1970’yî de bi 7 kesan dest pê kir, lê îro civakeke demokratîk ava kiriye da ku em wek Kurd di nava cîhanê de bi nasname û azadiya xwe bijîn. Ji bo ku em bibin civakeke azad, em ê li ber xwe bidin. Çawa ku Rêber Apo zindana Îmraliyê kir mala berxwedanê, em ê jî li ser wê bingehê li ber xwe bidin û bijîn.”
Di berdewama şahiyê de komên muzîkê û govendê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin. Beşdaran jî bi gerandina govendê pîrozbahî bi dawî kir.

