În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Iraqê: Deriyên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan vekirî bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Agirê Mazlûm bû berxwedana gel
Kurdistan

Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan got, “Piştî Rêber Apo û Hakî, yê ku herî zêde keda wî li ser min heye Mazlum Dogan e. Lewma her tim minetdar im. Dema Mazlum hate girtin, bi qasî mehekê ez nehatim ser hişê xwe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Her çendî ku gelek kes ji Karakoçanê bizanin jî, Mazlum Dogan li Mezraya Seyîdan a Gundê Goman ê navçeya Mazgirt a Dersimê ji dayik bûye. Ji sê xwişk û ji sê birayan, ji dawiyê ve duyemîn e. Di serî de birayê xwe Delîl Dogan (Qasim), ji kadroyên pêşeng Rahîme (Saadet) û Bakî Kahraman (Cîhan) û Mahsum Korkmaz (Egît) tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kir. Xebatên rêxistinbûnê yên li Dersim û Êlihê, pêşengên têkoşîna azadiya jinê yên mîna Sakîne Cansiz (Sara) û Gurbet Aydin (Mizgîn) afirand.

Dogan rojeke Newrozê li Zindana Amedê bi çalakiya ku pêk anî, derbasî dîrokê bû û bi agirê serhildanê yê ji sê şiqartayan pêxistî, peyama berxwedanê da gelê Kurd. Piştî vê çalakiya xwe weke Kawayê Hemdem ê Kurdan hate bîranîn. Mazlum Dogan bi jiyan û berxwedana xwe bû yek ji sembolên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Hevalê wî yê têkoşînê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Duran Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.

We cara ewilî kengê û li kuderê Mazlum Dogan nas kir? Gelo dikarin behsa kêliya xwe ya naskirinê bikin?

Destpêkê ez şehîdê me yê mezin, hevrê Mazlum Dogan û di şexsê wî de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ew ti carî nemirine, timî bi me re jiyan kirin û rê nîşanî me dan. Hingî ku meşa azadiyê ya gelê Kurd û mirovahiyê hebe, ew ê heta dawiyê bijîn. Tam nayê bîra min cara ewilî min heval Mazlum li kuderê dît û çawa nas kir. Tenê tişta tê bîra min, li Enqere-Anittepeyê hatibû mala ku me bi heval Hakî re girtibû. Bawerim meha Mijdarê yan Kanûnê ya 1975’an bû. Hatibû bi Rêber Apo re baxive. Wê rojê ez jî li mal bûm û min ew dît. Ciwanekî zirav û bejna wî ne dirêj ne jî kurt bû. Tişta ku ewilî bal dikişand, pora wî ya zêde bû. Temaşekirina wî germ û zindî bû. Têr axaftin bû û dengê wî gur bû, pir zû diaxivî. Dema diaxivî carna zimanê wî taqilî dima. Ji ber ku wê rojê Rêber Apo ne li mal bû, heval Hakî Karer pê re axivî. Demekê li malê ma, têkildarî mijarên cur be cur, me sohbet kir. Piştre bê navber dihat wê malê û me zêdetir nas kir. Me bi hev re dest bi xebatan kir. Em her du jî destpêkê li wê malê fêrî bikaranîna daktîloyê bûn. Me difikirî ku wê demê pêş ji me re pêwîst be.

Gelo kî Mazlum tevlî tevgerê kir?

Mixabin ez bersiva vê pirsê jî tam nizanim. Ew li Zanîngeha Hacettepe xwendekar bû. Fakulteya wî li Kampusa Beytepe bû. Hevalên mîna Hayrî Durmuş, Muzaffer Ayata jî li Zanîngeha Hacettepe dixwendin, lê beşên wan cuda bûn. Dibe berê yek ji wan nas kiribe. Mesele, dibe berê heval Hayrî nas kiribe. Rêber Apo jî bi rêya ciwanên Kurd ên şoreşger ên cuda kesên cur be cur nas dikir. Dibe bi şêwazekî Rêber Apo jî nas kiribe. Wê demê ciwanek destpêkê ji komê hin kesan nas dike û têkiliyeke hevaltiyê ya diyar pêş dixist. Ev agahî dihat dayîna Rêber Apo. Piştre di demeke guncaw de Rêber Apo pê re axaftinên dirêj û nîqaşan dike, eger kes nêrînên Rêber Apo qebûl kiriba tevlî komê dibû. Rêber Apo encamê ji endamên din ên komê re diragihand û digot, “Êdî ji komê ye, hevalê me ye.”

Heval Mazlum jî ji bo axaftineke wiha ya tevlîbûnê hatibû vexwendina wê malê. Dixuyê ku berê têkiliya hin hevalan pê re hebû, nas kirine, demekê çavdêr kirine û encam ji Rêber Apo re ragihandine. Di dawiyê de jî Rêber Apo guncaw dîtiye û ji bo pê re baxive, vexwendibû cihê navborî. Lê belê ji ber sedemên ku ez nizanim wê rojê li mal nebû, li cihekî din bû û ji heval Hakî re gotibû ku bi heval Mazlum re baxive. Heval Hakî jî li ser vê bingehê pê re axivî û piştî axaftinê tevlîbûna wî ya ji bo komê teqez bû û êdî bû hevalê me.

Hevrê Mazlûm di dadgeha 12’yê Îlonê de bi kurtasî wiha qala vê pêvajoyê dike: “Ez ciwanekî şoreşger bûm. Min ji tevgerên şoreşger hez dikir û hemû weşanên şoreşger ên ku bi dest min diketin, min dixwendin. Min ji xwendinê hez dikir û min pir dixwend. Di heman demê de bala min li ser pirsgirêka Kurd jî hebû. Min dixwest komên Kurd nas bikim; min kovarên wan dixwendin û diçûm komeleyên wan. Min hemû komên Kurd ên wekî DDKO, Rizgarî û Rêya Azadî nas kirin. Fikirên wan pir reformîst û rewşa wan jî pasîfîst dihat ber çavên min. Di vê navberê de min Koma Apoyî ku jê re digotin Şoreşgerên Kurdistanê jî nas kir. Fikir û helwestên wan bêtir bala min kişandin. Min hin endamên komê nas kirin û me nîqaş kirin. Hêdî hêdî têkiliyên me pêş ketin û min xwe nêzîktirî wan hîs kir. Li ser vî esasî rojekê min bi Hakî Karer re axaftineke dirêj kir. Bênavber çar saetan nêrînên Apoyiyan ji min re vegot. Min bi baldarî guhdarî kir. Dema axaftin qediya min got “Ez bi hemû tiştên ku hatin gotin re me” û bûm Apoyî.”

Piştî ku tevlî koma Apoyî bû, li Enqereyê çi xebat kirin?

Bi qasî ku ez dizanim, hevrê Mazlûm piştî ku tevlî Koma Apoyî bû, li Enqereyê pir zêde nema. Hevrêyên wî yên berê hebûn. Bi wan re gelek xebat kiribûn. Piştî ku tevlî komê bibû, li ser nêrînên nû bi wan re nîqaş kir û xwest wan jî tevlî bike. Di zivistana 1975-76’an û bihara 1976’an de li Enqereyê ma. Hem di nava ciwanên xwendekar ên Hacettepeyê de xebitî û hem jî di çarçoveya xebatên komê de di karên propagandayê yên giştî de cih girt. Bi zelalî nayê bîra min ka wî çi kirine. Piştî civîna Dikmenê ya di destpêka sala 1976’an de, hevrê Hakî çû Êlihê û piştî demek kurt vegeriya. Nezanîna wî ya Kurdî bandoreke neyînî li xebatên wî kiribû. Derdorên neteweperest ên Kurd ditirsiyan ku fikirên rizgariya neteweyî ya şoreşgerî bikevin Kurdistanê û hewl didan rê li ber bigirin. Ji ber vê yekê hevrêyekî ku Kurdî bizane û biçe qadê hat xwestin û hevrê Mazlûm ji bo vî karî guncaw bû. Hem asta zanîn û hişmendiya wî û hem jî Kurdî zanîna wî têr dikir. Bi qasî ku tê bîra min, piştî îmtîhanên zanîngehê yên di Hezîranê de, pêşî çû Dersim û Depê û piştre jî derbasî Êlihê bû. Dema di Îlona 1976’an de ez çûm Amedê, hevrê Mazlûm li Êlihê bû.

Ma wî bi xwe pêşniyar kir ku ji Enqereyê here Kurdistanê?

Hevrê Mazlûm dema tevlî Koma Apoyî bû, xwedî zanîn û hişmendiyeke xurt bû. Pir dixwend û tiştên ku dixwend û dibihîst qet ji bîr nedikirin. Propagandavanekî bi bandor bû. Pêdiviya wî bi bidestxistina tecrûbeya rêxistinkirin û têkoşînê hebû. Ev jî tenê di nava xebata pratîkî de dikaribû bi dest bixista. Li ser vî esasî her tim ji bo xebatên pratîkî amade bû. Piştî ku ji hevrê Hakî re got “Ez bi hemû tiştên ku hatin gotin re me”, wekî ku wî bi xwe jî anîbû ziman, bû Apoyiyekî ku her tim li gorî xetê tevdigere. Biryar û soza wî ya pêşîn heta dawiyê wekî xwe ma. Piştî ku di civîna Dikmenê de biryara “Vegera Welêt” hat girtin, hevrê Mazlûm jî mîna gelek hevrêyên din da zanîn ku ew amade û bi biryar e vegere welêt. Dema bihîst ku ji bo Êlihê hevalekî ku Kurdî bizane pêwîst e, ez bawer dikim wî bi xwe ev pêşniyar kir û pir bi daxwaz bû. Dibe ku ev pêşniyar pêşkêşî Rêber Apo an jî hevrê Hakî kiribe. Tiştê ku ez bi teqezî dizanim ew e ku di çûyîna Êlihê de qet dudilî nebû û piştî wê qet li paş xwe nenêrî û venegeriya jiyana berê.

Jixwe ji salên ku li Dersimê dixwend ve di nava têkoşîna şoreşgerî de bû. Ji ber çalakiya protestokirina Demîrel, ji Dersimê sirgûnî Dibistana Mamosteyan a Balikesîrê kiribûn. Piştî ku ket zanîngehê jî têkiliya xwe bi welêt re qut nekir, di betlaneyan de çû welêt û di nava ciwanan de propagandaya şoreşgerî kir. Li ser vî esasî di belavbûna fikirên rizgariya neteweyî û avakirina Koma Apoyî de li herêmên Dersim û Depê bandor û hewldaneke wî ya diyarker hebû. Li wan herêman ji sala 1974’an ve wekî şoreşgerekî dihat naskirin. Ji bilî vê, li navenda Êlihê û herêmên Amed û Mêrdînê jî xebat kirin.

Di navbera salên 1976-78’an de tevahiya du salan planeke me ya bi hev re hebû: Heval Mazlûm wê ji Êlihê derdikeve û li ser xeta Kercews, Hezex, Cizîr, Qoser û Amedê vedigere Êlihê, carna jî ez ji Amedê derdiketim û berovajî îstîkametê berbehs ya Qoser, Cizîr, Midyat, Kercews û Êlihê vedigeriyam Amedê. Weke çemberekê ev qad weke herêmekê bû. Her wiha li qadên Riha û Dîlokê jî ma û demekê li Îskenderûnê jî xebat bi rê ve birin.

Baş e Mazlûm Dogan kî û kî birêxistin kir?

Di serî de birayê wî Delîl Dogan koma Depê ji aliyê heval Mazlûm ve hate birêxistinkirin. Bi sedan şehîdên vê birêxistinkirinê çêbûn. Dîsa di serî de hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) koma yekem ya Êlihê ji aliyê heval Mazlûm ve hate birêxistinkirin. Bi sedan, hezaran şehîdên leheng ên vê birxistinkirinê jî çêbûn. Ev xebata rêxistinî bû wesîle ku fermandarê mezin ê beriya 12’ê Îlonê ê weke Mazlûm Dogan, fermandarê nemir yê Pêngava 15’ê Tebaxê yê weke Agît derkevin holê. Li Dêrsimê heval Sara, li Êlihê heval Mizgîn rêberên têkoşîna azadiya jinan derxistin afirandin. Di hemû tevlîbûnên Dep û Êlihê yên beriya 12’ê Îlonê de keda heval Mazlûm bi xwe heye.

Hûn dikarin qala hevrêtiya xwe ya li gel Mazlûm Dogan û xebatên xwe bikin?

Min heval Mazlûm ji nêz ve nas kir û me bi hev re gelek xebat bi rê ve birin. Piştî Rêber Apo û Hakî Karer ew kes e ku herî zêde keda wî li ser min heye. Ji ber vê yekê ez tim minetdar im.

Em bi hev re di Desteya Weşanê ya bihara sala 1978’an hate avakirin de xebitîn. Berpirsiyarê Komîteya Navendî ya Komîteya Weşana Navendî ya piştî Kongreya Avakirinê hate avakirin, bû û em bi hev re xebitîn. Mazlûm Dogan kesayeteke şoreşgerî bû ku pir cidî, xwedan bawerî, bibiryar, jêhatî û xwende bû. Rêber Apo got; ‘’Rojane pênc sed rûpel dixwendin’’ yanî gelekî dixwend. Ti tişt ji bîr nedikir. Tiştên ku dixwendin gelekî bi pergal îfade dikirin. Hê ji wê demê bi notên girtî sê lênûskên metodê yên nexşerêyê tije kiribûn. Broşura bi sernavê ‘’Li Ser Berxwedana Curnê Reş’’ ku di hejmareke taybet ya Serxwebûnê de derketibû, di nava rojekê de nivîsandibû. Sibehê dest pê kir û êvarê broşura 24 rûpelî weke destnivîsa xwe da me. Danasîner û perwerdekarekî gelekî serkeftî bû. Gelek ji nîqaşê hez dikir. Aliyê wî yê mîzahê jî gelekî xurt bû û gelek caran henekên perwedeker dikirin. Ji kesayetên fişal qet hez nedikir. Wextê xwe vala derbas nedikir. Yanî suhbetên vala nedikir.

Belkî me xweştirîn rojên xwe wê demê derbas kirin. Heval Mazlûm gelekî xwedan prensîb bû. Li Depê, li mala heval Sara me Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê redakte kir. Di beşeke manîfestoyê de gotina; ‘’Jixwe jin di berbanga şaristaniyê de hatibûn kolekirin’’ hebû. Heval Mazlûm got; ‘’Ev pênaseya kolekirinê rewşa jina tam îfade nake û divê em wê xurt bikin.’’ Lê belê nedikarî li şûna wê îfadeyeke din peyda bike. Piştre Rêber Apo ev têgeh weke ‘’Pîrekkirin’’ peyda kir. Heval Mazlûm jî dixwest tiştekî bi vî rengî îfade bike lê belê bi ti awayî nedikarî pênase bike. Di vê çarçoveyê de îfade kir ku dibe pênaseya “jinkirinê” ya ku ji aliyê hin derdoran ve tê karanîn, be. Fatma li dijî vê derket û got, “Jintî pênaseyeke ku her kes qebûl dike û bi kar tîne, li vir ne guncaw e.” Rojekê ji siharê heta şev saet 10’an ev nîqaş kirin. Êdî ji guhdarkirinê em westiyan, me got, “Bes e, em ê xew bikin.” Heval Mazlum got, “Hingî ez ê şerhê deynim ser, ez ê bibêjim ku kolebûn rewşa jinê bi temamî îfade nake.” Me jî ji bêçaretî qebûl kir û got, “Şerh deyne ser.” Lê belê pênaseya ku pêşniyar kirî zêde neket serê wî jî, lê belê ji ber pênaseya ku tam fikre wî îfade bike nedît, şerh nedeynî ser.

Di wê pêvajoyê de di çarçoveya xebatên çapemeniyê de me Bernameya Partiyê û Danezana Rizgariyê redekte kir û weşana îlegal kir, me hejmara yekem a Serxwebûnê û 4 hejmarên taybet ên Serxwebûnê amade kir û weke îlegal çap kir û belav kir. Hejmarên taybet ji nirxandineke li ser komkujiya Mereşê, girîngiya îdeolojî û polîtîkayê, fêrkirinên berxwedana Hîlwanê û nîvîseke li ser Rêya Rast pêk dihat.

Sibe: Mazlum Dogan çawa hate girtin?

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Iraqê: Deriyên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan vekirî bimînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kûrtûlmûş: Ger komisyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê

Serokê Meclisê Kûrtûlmûş derbarê nîqaşên dawî yên ku komisyon biçe Îmraliyê de got, “Ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk kargeha tamîrkirina wesayîtan bombebaran kir: Karkerek şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker li Sirînê kargeha tamîrkirina wesayîtan bombebaran kir. Di bombebaranê de karkerek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Kampa Holê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Iraqê: Deriyên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan vekirî bimînin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Sudanê êrişa bi droneyê: 11 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?