Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê: Em ê bi vîna jina azad dagirkerî û tecrîdê têk bibin!
Jin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê: Em ê bi vîna jina azad dagirkerî û tecrîdê têk bibin!

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin. Di çalakiyan de wê dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" derkeve pêş.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê eşkere kir.

Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat dayîn.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, ya Erebî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Xud El-Elî û ya bi zimanê Suryanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.

Rihan Loqo, a ku daxuyaniya Kurdî xwend, bi bîr xist ku têkoşîna jina azad a xwedî dîrokek kevnar ji Rosa Luxsemburgan heta Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Rihan Amûdê, Yusra Derwêş, Zelal Zagros û Sorxîn Dersim berdewam dike.

Rihan Loqo, da zanîn ku vê meşa dirêj îro ji Emerîkaya Latîn heta  Efrîka, Rojhilata Navîn û Asyayê şax berdaya her aliyê cihanê û li dijî rêjîmên faşîst, dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst, ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê ji her demê zêdetir têkoşîn te meşandin.

Rihan Loqo, bal kişand ku li dijî têkoşîna jinan a xwebûnê siyaset û planên tunekirin û qirkirinê tên meşandin û wiha dom kir: “Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Li herêmên dagirkerî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Bal û Cerablusê sûcên weke tecawiz, girtin, lêdan, kuştinê dikin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin. Di êrîşan de gelek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.”

Rihan Loqa, anî ziman ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jin misoger bûye, jinan bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûre êrîş û qirkirinên siyasî, aborî, çandî û civakî têkoşîna xwe domandiye û wê bidomînin.

Rihan Loqo, di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kirin.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, da zanîn ku çalakiyên îsal (2024) wê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” 24’ê Sibatê destpê bikin û heta 8’ê Adarê bidomin.

Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:

– Her bajarek bi rengê jinê werin xemilandin, dirûşmeya çalakiyan li daketina bajaran were daliqandin.

– Derbarê têkoşîna jinê de civînên girseyî ji gel re bên çêkirin.

– Li tevahî gund, tax û saziyan semîner werin dayîn.

– Di 1 û 2’yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê festîvala jin were pêkanîn.

– Li Kobanê wê pêşengeha wêneyan bê vekirin.

– 4’ê Adarê li hemû bajaran wê serdana goristanên şehîdan were kirin û mûm werin pêxistin.

– Bi rêxistinên jinan re bi riya online panelek were çêkirin.

– Wê serdana gundê Jinwar bê kirin.

– Ji hevalên jin ên li ser bendên kontrolê yên asayîşê re gul an jî şitilên daran werin dayîn.

– Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.

– 5’ê Adarê ji aliyê Meclisa Jin a PYD’ê ve semînerek li ser asta Suriyeyê bê dayîn.

– 3’yê Adarê li Kobanê, Eyn Îsa, Hesekê, Qamişlo û Reqayê komxebat werin çêkirin.

– Li her bajarekê ji bo mêran perwerdeyên ku 3 rojan dom bikin werin dayîn.

– Broşurên danasîna 8’ê Adarê werin belavkirin.

– 3’yê Adarê li Reqayê meşek mezin bê li darxistin.

– 8 Adarê wê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bên lidarxistin.

– Kampanyaya ekolojî wê berdewam bike.

– Kampanyaya hashtagê wê bê destpêkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qadirî: Têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê, destanek e
Nûçeya Pişt re TJA starta 8’ê Adarê dide: Jin Jiyan Azadî!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê hişyar kir: DAÎŞ plan dike ku êrişî girtîgehan bike

QSD'ê hişyarî da ku çeteyên DAÎŞ'ê hewl didin ji êrişên heyî sûdê werbigirin û êrişî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara kesên di erdheja Kolombiyayê de mirin gihîşt 224 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?