În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin û azadî misoger e’
Rojava

‘Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin û azadî misoger e’

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Barîn Sorxwin diyar kir Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê çavkaniya demokrasiyê ye û got, “Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin, azadî û wekhevî misoger e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Barîn Sorxwîn li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo daye despêkirin û geşedanên pêvajoyê axivî.

Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku ji 27’ê Sibatê ve Rêber Apo pêvajoyeke nû daye destpêkirin û got, “Ev pêvajo hem ji bo Rojhilata Navîn û giştî cîhanê gelekî girîng û stratejîk e. Banga Rêbertî ya bi dîmen jî hêz û qewet da me. Mirov dikare bêje pêvajo astek derbas kiriye. Li ser daxwaza Rêbertî li meclîsê komîsyon hat avakirin. Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane û diyalogê çareser bibin ev pêvajo bi pêş xistiye. Bangên Rêber Apo li ser tevahiya Rojhilata Navîn bandoreke erênî çêkiriye. Li ser bangên Rêbertî Tevgera Azadiya çek dan sekinandin û li ber çavên hemû cîhanê bi merasîmekê komeke gerîla çek şewitandin.”

Barîn Sorxwîn anî ziman ku tevî pêvajoya bi banga Rêber Apo destpê kir û aliyê Kurd gelek gav avêtin jî di zîhniyeta dewletê de hê jî ti guhertineke berbiçav xuya nake û wiha domand, “Feraseta tekperest û û neteweperestiyê ya li Tirkiyeyê li pêşiya aştiyê astengiyeke herî mezin e. Pirsgirêka Kurd tenê bi komîsyonê çareser nabe. Pêdivî bi lihevkirineke berfireh heye. hewceyî bi aştiya civakî heye. Fikrên Rêber Apo li ser esasê jiyaneke azad in. Kurdên hebûn û tinebûna wan dihat nîqaşkirin, îro bi saya Rêber Apo û şehîdan destketiyên gelek mezin ava kirine.”

Barîn Sorxwîn der barê gefa rayedarên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Îro hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî azad pêkve dijîn. Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn mînak e. Modela Rêveberiya Xweser ji paradîgma Rêber Apo tê. Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li hember pergalên desthilatdar û yekperest alternatîfeke herî guncav e ji bo azadî û wekheviya gelan. Dewleta Tirk û rayedarên wê li aliyekî dibêjin em xwişk û bira ne, li aliyekî gefan dixwin û êrîş dikin. Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe tahlûke dibînin. Bi taybet jî bi şerê taybet dewleta Tirk hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlîheviyan derxe. Em weke gaziyên şer bi ti awayî wan gefan qebûl nakin. Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin, azadî û wekhevî misoger e.”

Barînê Sorxwîn axaftina xwe wiha domand, “Wê Sûriyeyeke nenavendî û modela rêveberiya xweser bi ser bikeve. Gel û baweriyên cuda yên li tevahiya Sûriyeyê dixwazin bi rengekî wekhev û azad bijîn. Em weke jin û bi taybet gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka me ya esas ew e, lîstik û planên xerab pûç bikin.”

Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku pêşketina jina azad bi ramanên Rêber Apo re, rê li ber jiyaneke mirovatî bi hesreta wê ye vekiriye û di vê xisûsê de ev nirxandin kir, “Jinê di rastiya Rêbertî de hebûna xwe dît. Herî zêde yên xwedî li ramanên Rêbertî derkevin hewce ye jin û ciwan bin. Her wiha em weke gaziyên şer û jin divê di rastiya Rêber Apo de xwe kûr bikin. Divê jin bi fikir ramanên Rêber Apo re tijî tijî bijîn. Rêber Apo cewherê jinê ji nû ve derxist ser rûyê erdê. Hêza jin nîşanî her kesî da. Li ser vî esasî ez bang li jin û ciwanan dikim ku berê xwe bidin nav refên QSD’ê, YPG û YPJ’ê. Ji hemû hevalên li qadan têdikoşin û ji gelê me re serketinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li peravên Lîbyayê trajediya koçberiyê: Bi dehan kes winda ne
Nûçeya Pişt re Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîthat Sancar: Ji bo aştiyê reh divê, yanî divê maf bêne naskirin

Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar li…

Ji aliyê Stêrk TV

Qeymeqamê Ekînozu di mala xwe de mirî hate dîtin

Qeymeqamê Navçeya Ekînozu ya Mereşê Mesût Coşkûn di mala xwe de mirî hat dîtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ehmed Reşad: Rêya serketinê tenê li Îmraliyê ye

Welatparêzê bi navê Ehmed Reşîd ku 2 caran Rêber Apo dîtiye, diyar kir ku gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?