15’ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya fermandarê mezin ê PKK’ê Egîd (Mahsum Korkmaz) Tevgera Apoyî dest bi têkoşîna çekdarî kir. Her sal di salvegera 15’ê Tebaxê de şahî tên lidarxistin; ji xeynî stran û helbestan govenda azadiyê tê gerandin.
Gerîlaya YJA Starê Rengîn Adar jî diyar kir ku wê bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê helbestek nivîsandiye. Rengîn Adar destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê rojeke pir bi wate ye û got, “Em vê rojê her tim weke jidayikbûna jinûve dinirxînin û bi vî rengî pîroz dikin. Destpêkê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, hevrêyên li zindanan û gelê me yê ku li qadan ji bo azadiya Rêber Apo banga azadiyê dike, pîroz dikim. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya me jî ye. Helbesta ku min bi wesîleya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê nivîsandî jî, ez diyarî şehîdên 15’ê Tebaxê dikim.”

