Piştî guhertina cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bal çû ser nîqaşên têkildarî statuya wî. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statuya muzakerevanê sereke ye.
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku guhertina cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li nava Girtîgeha Îmraliyê bi wate ye, lê belê têrê nake ku bersivê bide pêwîstiyên Pêvajoyê. Aslan destnîşan kir ku guhertin cih diviyabû ji destpêka pêvajoyê ve bihata kirin, lewma derengmayinek heye û got, “Pênasekirinek bi tena serê xwe ya li ser guhertina cih ne têra statuya hiqûqî dike, ne jî têra pozîsyona muzakerevaniya sereke dike ku karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Di vê mijarê de gelek kesî, gelek derdorê daxuyanî da. Hinek bi rengekî sansasyonel, hinek jî bi rengê magazînî nêzî mijarê bûn. Lê belê ji van hemûyan wêdetir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî pozîsyoneke muzakerevaniya sereke ye. Mercên ji bo vê pozîsyonê zêdeyî du sal in bi cih nayên anîn. Û guhertina cih jî nayê wê wateyê ku ev merc hatiye guncawkirin. Ji ber vê yekê meseleya girîng ew e ku li gorî Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê ew derfet bêne afirandin ku karibe bi derve, tevgerê, siyasetê, çapemeniyê û akademiyê re têkiliyê dîne. Ji ber ku guhertina cih li nava girtîgehekê nikare di pêvajoyê de guhertinên bingehîn û bi bandor bike. Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide. Birêz Ocalan ji xwe ji destpêkê ve meseleya guhertina cih ji aliyê têkiliya bi derve re û hêsanîkirina karên koordînatoriyê dinirxîne. Naxwe derbasbûna li cihekî cuda li nava girtîgeha ku 27 sal in lê ye, ne tiştekî sansasyonel û magazînî ye, ji xwe nîqaşkirina li ser vê esasê jî exlaqî nîne. Di vir de pirsa ku divê bê pirsîn ev e: Derbasbûna li vî cihî û koordînatoriyê wê bi hev re bimeşîne? Statuya hiqûqî heye? Kesên din ên koordînatoriyê bikin, yanî wê karibe bi saziya siyasetê, ji tevgerên siyasî yên cuda yên li derve yên pê re bixebit û bi van saziyên li nava dewletê re wê karibe hevkariyê bike û em weke raya giştî, weke civakê em ê kengî van bibînin, nîqaş bikin? Pirsên esasî ev in û hîn jî bi temamî bersiv ji wan re nehatiye dayin. Derbasbûna li cihê nû gigrîng e, lê bi tena serê xwe têrê nake ku bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê.”
Newroz Uysal Aslan nerazîbûn nîşan da ku Şêwirmendê Serokkomar Mehmet Ûçûm statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê li ser bêçekbûnê pênase kir û anî ziman ku ev nêzîkatiya ûçûm nayê wê wateyê ku dewlet an jî hiumet wê pêvajoyê bi wî rengî bimeşîne, yan jî Ocalan, tevgera Kurd û siyaseta Kurd vê nêzîkatiyê qebûl bike. Newroz Uysal Aslan got, “Ji xwe gelek derdoran bi eşkere anîn ziman ku nêzîkatiyên bi vî rengî, bi taybetî jî zimanê tê bikaranîn jehrê dide pêvajoyê, ne li gorî pêvajoyê ye. Yek ji sedemên daxwaza me ku derbasbûna Birêz Ocalan li cihê nû bi mercên kar, têkiliya bi cîhanê re bê nirxandin, ev nêzîkatî ye. Ji ber ku bêçekbûn, rawestandina şer beşek ji vê pêvajoyê ye, lê belê ne parçeyê yekane ye. Dewlet bi israr dixwaze ku piştî bidawîkirina xisûsa bêçekbûnê meseleyên din bê nîqaşkirin. Birê Ocalan jî, Tevgera Kurd jî, derdorên li Tirkiyeyê yên daxwaza aştiyê dikin û piştgiriyê didin pêvajoyê dibêjin, mesele divê li gel hev bimeşe yan jî di nava hev de be. Eşkere ye ku di vir de cudahiyeke nêzîkatiyê heye, lê belê em navê koordînatoriya bêçekbûnê jî, pozîsyona Mehmet Ûçûm jî weke tiştekî bê qebûlkirin nabînin. Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Di mijara statuyê de em timî dibêjin ku divê nêzîkatî zelal be û dubare dikin ku di vê der barê de divê daxuyanî bêne kirin.”
Parlamenter Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwedî mercên azad ên jiyanê û karkirinê û diyar kir ku nobeda Dayikên Aştiyê ya ku bi vê daxwazê li Enqereyê pêk anî gelekî hêja û bi wate ye.
Newroz Uysal Aslan got, “Daxwazên ku Dayikên Aştiyê destnîşan kirin di heman demê de daxwazên me ne” û ji bo rêveçûna pêvajoyê li ser zemîneke rast, xwest ku ev daxwazên Dayikên Aştiyê bi cih bêne anîn.

