În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Curnê Reş agirê Newrozê: ‘Em rêxistiniya xwe mezin bikin’
Rojane

Li Curnê Reş agirê Newrozê: ‘Em rêxistiniya xwe mezin bikin’

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê agirê Newrozê hate vêxistin. Parlamenter Omer Ocalan got, “Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Taxa Nû hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tevlî bûn. Welatî, bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan hewl dan du jinên dixwestin bi flamaya bi rengên kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bibin, binçav bikin. Li ser bertekan, polîs neçar man ku girtekê binivîsin û jinan berdin.

Jinên, tevlî pîrozbahiyê bûn demekî dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre dirûşmên “Şehîd namirin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Sema Aîşeoglû, Hevserokê DBP’a Bajar Mahmut Manas, hevserokên DEM Partî û DBP’ê gel silav kirin. Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û got ku Curnê Reş ji bo têkoşîna azadiyê xwedî cihekî girîng e.

Omer Ocalan, bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Curnê Reş aj daye û wiha got: “Niha dema siyaseta demokratîk e. Em ji bo xwedîderketina li peyama birêz Ocalan dê bimeşin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê belav bû. Rêber Ocalan ji bo her kesî deriyê jiyanê vedike. Xwişk-biratiya bi hezaran salan jinûve tê pênasekirin. Em ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin. Divê îktîdar qedrê vê bizane. Em Kurd qedrê vê dizanin. Di pêvajoya nû de em tevek dê rola xwe bilîzin. Em ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergala demokratîk ava bikin. Kurd dikarin vê bikin. Enerjiya Kurdan dikare vê bike. Divê her kes xwedî li îrade û nasnameya xwe derkeve. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye û barê me giran e. Divê em vî barî parve bikin. Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin. Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezin bikin. Îro Newroz e, cejna gelê Kurd e. Gelê Kurd êdî xwe bi Newrozê pênase dike. Em ê Newroza xwe bi rengên xwe pîroz bikin. Newroza Xelîl Çavgûn, Salih Kandal û Cuma Tak pîroz be.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan hate vêxistin. Piştre jî hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CURNÊ REŞ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Însiyatîfa Gel komkujiya Elewiyan şermezar kir
Nûçeya Pişt re Li Moskowayê têkildarî çand, dîrok û zimanê Kurdî semîner hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn: Li 10 bersûcan cezayê muebbetê hate birîn

Di Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de biryar hate dayîn. Li 10 bersûcan cezayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xwendekaran ji bo perwerdeya Kurdî li Dirbêsiyê çalakî lidar xist

Xwendekarên dibistana Şehîd Ebdulbarî Mihemed a Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE’yê êrişa li ser dibistanê: 5 kes mirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di êrişa çekdarî ya li ser dibistaneke seretayî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?