Şêniyên Dirbêsiyê li gel endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên tevgerên ciwanan û jinan, îro cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Serbest (Mehmûd Osman Bekir) ku di 18’ê Çileyê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî veşart.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê di 23`yê Sibatê de li ber mala malbata wî ya li bajêr, merasîmek xiyabî ji bo şehîd Serbest li dar xistibû.
Di merasîmê de endama Meclisa Leşkerî ya Amûdê Zelal Amûda axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Zelalê bal kişand ser rola şehîdan di parastina herêmê de û soza şopandina rêya wan dan.
Cenazeyê şehîd Serbest bi dirûşm û lîlandinan hate veşartin.

