Li navçeya Gimgim a Mûşê, piştî ku “Karê sondajê yê projeya lêgerîna li çavkaniya jeotermal” a Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjiyê ya IGNIS H2 a Emerîkî hate erêkirin, karê sondajê yê destpêkê yê projeyê wê Gulanê destpê bike ku bandorê li 16 gundên Elewiyan ên li herêmê bike. Gundî vê projeyê qebûl nakin. Hem li Kurdistanê hem li Ewropayê hem jî li Tirkiyeyê şêniyên Gimgimê li dijî projeyê daket qadan.
Gundiyan qala bandora projeyê li jiyana zindiyan û avaniya demografîk a herêmê kirin û gotin, bi projeyê tê xwestin herêm ji mirovan bê xalîkirin. Gursel Taş ku ji ber sedemên siyasî di salên 1980’î de ji gundê xwe koç kiribû û piştre lê vegeriya bû, ku niha bi sewalkariyê debara xwe dike, yek ji şêniyên Gimgimê ye ku bi her gava koçberiyê zane. Gursel Taş anî ziman ku bi vê rojeyê re wê malên wan, cihên wan ên olî û çêrgehên wan bêkêr bên. Gursel Taş li gundê Regasan ê navçeyê dimîne.
LI XAKA XWE VEGERIYA Û DEST BI SEWALKARIYÊ KIR
Gursel Taş diyar kir, li herêma ku xetên fayê jê derbas dibin, yekane çavkaniya debarê ya mirovan sewalkarî û çandinî ye. Taş ku ji ber sedemên siyasî û bêkariyê bi salan ji gund û xaka xwe dûr ket, piştî sererastbûna pêvajoyê re li gundê xwe vegeriya, mala xwe ava kir û dest bi sewalkariyê kir. Gursel Taş bi fikar e ku ji ber vê projeyê jiyana wan biguhere û careke din neçar bimînin ku koç bikin. Gursel Taş ragihand ku dewlet ji salên 1980’î û vir ve zilmê li gelê herêmê dike, îro jî bi rêya şîrketê vê zilmê dewam dike û ji ajansa me re qala çîroka xwe ya jiyanê û weke kesekî ji Gimgimê qala daxwazên xwe kir.
‘LI ŞÛNA KU KOÇÎ BAJARAN BIKIN EM Ê LI VIR BI RÛMETÎ BIMIRIN’
Taş diyar kir ku projeya bê destpêkirin wê şîrketan dewlemend bike, lê belê bi kêrî gundiyan neyê û got, “Niha hewl didin jeotermalê çêbikin. Gelek mirovên me piştî darbeya 12’ê Îlonê koç kirin, yên mayî jî dewlet niha hewl dide bi rêya jeotermalê bide koçberkirin. Em naxwazin tiştekî bi vî rengî bibe. Ji îro û pê ve em ê rabin ku bi ku ve biçin, koç bikin? Eger ez ê bimirim, li vir bimirim. Li şûna ku koç bikim, li xerîbiyê bim û her roj bimirim, ez ê li vir carekê bimirim, wê bibe mirineke bi rûmet. Em ê warê xwe, gundê xwe neterikînin.”
‘LI DIJÎ PROJEYÊ EM Ê XAK Û AVA XWE BIPARÊZIN’
Taş ragihand ku proje wê ne tenê li 16 gundan bimîne, wê bandorê li gundên derdorê jî bike û got, “Em di nûçeyan de dibînin, ji xwe li qadeke bi çûk destpê dikin û piştre li qadeke berfireh belav dikin, eger kes li ber ranebe.
Îro hîn destpê nekiriye, divê em li ber vê projeyê rabin. Eger ev proje bikeve meriyetê wê qadên me yên jiyanê tine bibin, her der wê bi jehrê bikeve. Her tiştên me; xak, kulîlk, giha, av û sewalên me bi jehrê dixin.”
‘DIVÊ BERXWEDAN BÊ MEZINKIRIN’
Taş herî dawî bang li gelê Gimgimê kir: “Gelê me yê Gimgimê di vê mijarê de gelekî hişyar û baldar e. Hêvîdar im ev yek wê dewam bike. Gelê me yê li dere gelekî piştgiriyê dide, divê piştevaniyê dewam bikin û zêde bikin. Bila her kes piştgiriyê bike ku em vê berxwedanê mezin bikin.”

