În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Erziromê piştî bi salan Newroz hate pîrozkirin
Kurdistan

Li Erziromê piştî bi salan Newroz hate pîrozkirin

Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku divê demildest Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Erziromê piştî 12 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Newroz, li Qada Otogarê ya Kevin, bi “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” hat pîrozkirin. Welatiyên Erziromê bi cil û bergên Kurdî qada pîrozbahiyê tije kirin û bi stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Zulkuf Uçar weke axêver cih girtin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ciwanan bi hev re dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.

Di pîrozbahiyê de ewilî Komîteya Amadekar a Newrozê derket ser dikê û gel silav kir. Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Erziromê Ramazan Karakaş bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin û diyar kir ku ew dê ji bo aştiyeke birûmet bixebitin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû jî Newroza gelê Kurd pîroz kir.

Parlamenter Zulkuf Uçar jî Newroza gel pîroz kir û Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi bîr anî. Uçar, bi domdarî got: “Muslim têkoşîneke bêdawî meşand. Gelê Kurd wî tu carî ji bîr nake. Vê xakê şahidiya berxwedana Şêx Seîd, Tevgera Azadî û Xalid Begê Cibrî re kiriye. Silav li wan be. Sed sal berê li vî bajarî kongreyek hat lidarxistin û ev kongre ji bo mafên Kurd û Tirkan bû. Lê li Enqereyê ev kongre hat înkarkirin û hebûna gelê Kurd jî hat redkirin. Bingehê hemû pirsgirêkên îro, înkarkirina vê kongreyê bû. Niha şensekî din heye. Pêvajoya ku niha birêz Abdullah Ocalan serkêşiya wê dike, ji bo mafên her kesî ye. Divê desthilatdarî nekeve wê şaştiya ku Kongreya Erziromê tune dihesibîne. Êdî divê her kes bibe xwedî mafên xwe.”

Bi domdarî Uçar da zanîn ku Erziromê bi klam û dengbêjên xwe, çand û zimanê xwe parastiye û wiha pê de çû: “Êdî di pêşiya me de qonaxa dawî ya Aştî û Civaka Demokratîk maye û em di qonaxeke wisa de ne ku dê statuya gelê Kurd bê naskirin. Çavê tevahiya cîhanê li ser gelê Kurd e lewma divê em yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Em dibêjin entegrasyona demokratîk, di heman demê de divê em li her çar parçeyan siyaseteke hevpar jî biafirînin. Em bang li hemû siyaseta Kurd dikin; werin em siyaseteke yekitî û azadiyê birêve bibin. Gelê Kurd dê xwedî li neteweya demokratîk derkeve û wê hêza yekgirtî ya ku li Rojava û Rojhilat derketiye holê biparêze. Çi dikin bila bikin, nikarin me ji hev veqetînin; Kurd û Kurdistan yek e. Armanca me ya ewil, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî ye. Têkoşîna ku em sed sal in dimeşînin dê bigihîje armanca xwe û em ê bibin xwedî mafên xwe. Her wiha, em Komkujiya Helebçeyê jî lenet dikin.”

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaşê jî Salih Muslîm bi bîr anî û bal kişand ser pîrozkirina Newrozê ya piştî 12 salan a li Erziromê. Di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Min ji Kobanê ji bo we silav anîn. Li her derê agirê Newrozê pêdikeve û ev Newroz gelek girîng û watedar e. Gelê Kurd di Newrozê de daxwaza mafên xwe dike û li piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Gelê Kurd li her derê dengê xwe bilind dike.  Li Erziromê polîtîkayeke taybet heye û bi dehan salan e cihêkarî û yekperestiyek berdewam dike. Cihêkariya li Erziromê li Amed, Wan û Colemêrgê nîn e. Lê li vir Kurd her tim hatin redkirin û rastî bişaftinê hatin. Di Kongreya Erziromê de li ser destûreke bingehîn a pir azadîxwaz lihevhatin çêbibû, lê belê ev destûr hat redkirin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku guh nedin wan kesên ku dibêjin “Li Erziromê Kurd nîn in, Komkujiya Helebçeyê nayê bibîranîn” û wiha axivî: “Em her hebûn û em ê her hebin. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir û got ku em dikarin ne bi çekê, bi diyalogê li hev bikin. Em jî li pişt wî ne û em di serdemeke wisa de ne ku êdî divê em ji şer û çekan re bibêjin ‘na’. Em li dijî nijadperestiyê ne, em alîgirê azadiya zimanan û olan in. Em azadiya jinê diparêzin. Deriyê partiya me ji her kesî re vekirî ye û niha tam dema meşa ber bi armancên mezin ve ye. Çavê hemû hevalên me yên di girtîgehan de li ser me ye. Em ê bi têkoşînê hemû hevalên xwe ji wan girtîgehan derxin. Di meşandina vê pêvajoyê de divê Birêz Ocalan ê ku aktorê bingehîn ê siyasî û muxatab e, êdî azad bibe. Pêvajo êdî nabe ku di nav demê de bê belavkirin, divê gavên pêwîst bên avêtin. Gelê me li benda gavên berbiçav e.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û stranbêjên herêmê derketin ser dikê. Beşdarên Newrozê bi stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ERZIROM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza li Dersimê: Em di qonaxa destpêkê ya avakirinê de ne
Nûçeya Pişt re Li Qoserê bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn, ciwanan mohra xwe lê dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Egîd ji bo gel û şervanan li ber xwe da’

Nûçegihana Ronahî TV’yê Hêvîdar Heranî qala Şehîd Egîd Roj kir ku li Bendava Tişrînê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Gultan Kişanak bang li Enqereyê kir: Rabe ser piyan

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku dîlgirtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Urdunê ragihand ku bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê xistiye

Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?