Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet
Çand û Hûner

Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê bi beşdariya bi deh hezaran kesî veguherî kombûnekê ku banga ji bo aştî û demokrasiyê lê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê ku yek ji festîvalên herî mezin ên Elewiyan ên li Ewropayê ye, îsal cara 14’emîn hate lidarxistin. Festîval bi dirûşma “Bila kevokên aştiyê li cîhanê bifirin” li navenda Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) a li Londonê pêk hat. Naveroka esaî ya festîvalê jî aştî bû. Bi deh hezaran kes qada festîvalê dagirtin. Festîvalê bi vêxistina çirayan ji aliyê pîr û dayikan ve destpê kir ku daxwaza aştî, edalet û azadiyê hate kirin. Her wiha komên semayê hên ser bi Cemxaneyê li ber çira û gulbangan semah gerandin. Aşiqan jî bi tembûr û stranên xwe tevlî coşa bi deh hezaran kesî bû.

Piştre zêdeyî 200 zarokên ser bi Navenda Çanda Elewyan a Enfieldê bi tembûra xwe hunera xwe nîşan dan. Jin jî li ber hunera zarokên Elewî semah gerandin.

Komên govendê yên rêxistinên Elewiyan û Kiskisraklilaran derketin ser dikê û performansên folklorîk ên cuda yên ji erdnîgariya Kurdan nîşan dan.

Standên rêxistinên girseyî yên demokratîk li qadê hatin danîn, gelek nivîskaran jî pirtûkên xwe îmze kirin. Standên rêxistinên çep ên şoreşger û Navenda Civaka Kurd gelekî bal kişandin. Her wiha formayên Amedsporê yên li standa Heyva Sor a Kurd TOV’ê hatin firotin, bal kişandin.

Di festîvalê de peyamên ji bo demokrasî, azadî û aştiyê jî hatin dayin.

Hevserokên BAF’ê Eda Ozdemîr û Maksût Demîr, Hevseroka Cemxaneya Enfieldê Bîrgul Tîmûr, Hevserokên Cemxaneya ÎAKM’ê Hasret Bozdogan û Kazim Kiliç û hevserokên din peyam dan.

Eda Ozdemîr anî ziman ku felsefeya Elewî bi hezkirina ji mirovan, wekhevî, xweşbînî û aştiyê ava bûye û rêyeke bawerî û jiyanê ye.

Ozdemîr got, “Jiyaneke demokratîk cehwerê aştiyê ye” û destnîşan kir ku aştî paşeroja hevpar a hemû mirovahiyê ye.

Hasret Bozdogan jî destnîşan kir ku naveroka “aştiyê” bangeke ku li cewhera Elewîtiyê tê.

Bîrgul Tîmûr jî bal kişand ser sekna Seyîd Riza ya li hemberî zilmê û anî ziman ku Elewî têkoşîna xwe ya ji bo heqîqet û azadiyê dewam dikin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Sstenbolê Celal Firat jî ragihand ku nasnameyên cuda divê karibin bi rengekî azad bijîn û got, “Divê em hemû ji hev re bibin Xizir.” Firat bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got, divê ew pêvajoya aştiyê bi hev re mezin bikin, zemîna siyaseta demokratîk xurt bikin û li hemberî ferasetên otorîter aştiyê hîn mezin bikin.

Huseyîn Mat jî ji ber gotinên li dijî jinên Kurd nerazîbûneke tund nîşanî Rahmî Koç da û got, “Li hemberî wan, em ji vê derê careke din hezar carî têkoşîna jinên Kurd, jinên Kurd silav dikin.”

Mat diyar kir ku ew li ser piyan e û Elewî wê bi her kesên alîgirê demokrasî, azadî û hiqûqa gelan bimeşin.

Piştî axaftinan Koroya Jinan a EAKM’ê, Koroya Dostên Cemxaneyê û Zagros DAF Ensemble derketin ser dikê. Bi taybetî rîtma defê ya Zagros Ensembleyê gelekî bal kişand.

Gulseven Medar, Lale Koçgun û Mûstafa Ozarslan jî stranên xwe gotin.

Festîvala Elewiyan bi beşdariya deh hezaran kesî veguherî banga ji bo aştiyê.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN LONDON 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Restorasyona sexte ya pira Taşkopru ya dîrokî!
Nûçeya Pişt re Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanên jin êrîşa li Şengalê şermezar kirin

MGK’ê êrîşa ku li Şengalê li dijî kedkarên Çapemeniya Azad hatî kirin, şermezar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Durzî alîgirê rêveberiya xweser û konfederasyona jinê ne

Aktîvîstên jin ên Durzî Rochelle Junior û Enas Naeem destnîşan kir ku ji bo gelên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şoreşgera kamil: Mizgîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?