Li Fransayê piştî protestoyên li dijî buhabûna tiştan a roja 17’ê Cotmehê, bîlanço giran dibe. Wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez ragihand ku di bûyeran de heta niha 1800 kes hatin binçavkirin, zêdeyî 500 polîs, cenderme û agirkuj birîndar bûn.
Wezîr diyar kir ku hejmara birîndaran hîna teqez nebûye. Nunez li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da û got, “Xwepêşandan mafekî esas e. Bikaranîna tundiyê û bi rengekî koordîneyî rageşî çêkirin jî ne mafek e.”
Nunez destnîşan kir ku ji bo diyarkirina kesên tevlî bûyerên tundiyê bûne û ji bo derkevin pêşberî edaletê, lêpirsîn hatine destpêkirin û got, “Komar wê serî li ber kesên dixwazin rageşî û tundiyê ferz bikin, netewîne.”
Di xwepêşandanên roja şemiyê de li Parîs, Marsîlya, Lyon, Bordeaux, Nantes û Niceyê pevçûnên tund qewimîn û gelek kargeh hatin wêrankirin.
PIR NÊZÎ QESRA ELYSEE BÛN
Şewata li Avahiya Şaredariya Limoges bû sedema zirareke mezin, li Marsîlyayê jî avahiya şaredariyê hate hedefgirtin. Li Parîsê jî li dora Qesra Serokkomariyê Elysee jî rageşî qewimî.
Li gorî Wezareta Karên Hundir li seranserî welêt 550 hezar kes tevlî xwepêşandanan bûn. Organîzatoran jî hejmara beşdaran weke 800 hezar ragihand. Hat ragihandin ku li Parîsê hejmara xwepêşanderan 110 hezar e.
Li bajarê Saint-Etienne ciwanekî 17 salî ji destê xwe bi giranî birîndar bû. Yekîneya kontrolkirinê IGPN’ê ya di teşkîlata polîsan de, lêpirsîna têkildarî bûyerê dimeşîne.
HIKÛMET WÊ CIVÎNA KRÎZÊ LIDAR BIXE
Tê payîn ku Serokwezîr Sebastien Lecornu saet 19.00’an di navbera wezaretan de civîna krîzê lidar bixe. Di civînê de wê bandorên li ser aborî, bazirganî û sektora sîgortayê û pêvajoyên edlî bên nirxandin.
Lecornu wê her wiha bi şaredarên Parîs, Lyon û Marsîlyayê re jî hevdîtinê bike.
CARREFOUR: ZÊDEYÎ 1500 KARGEHAN ZIRAR DÎT
Ji Serokatiya Desteya Rêveberiya Koma Carrefour Alexandre Bompard diyar kir ku di dema xwepêşandanan de li seranserî welêt zêdeyî 1500 kargeh hatin wêrankirin.

