Ji ber pêla germayê ya ku li Fransayê zêde dibe, li 60 bajaran hişyariya xetereyê hat ragihandin. Rayedaran, gotin ku li hin herêman dibe ku ev rewş girantir bibe.
Rêxistina meteorolojiyê, hişyarî da ku germahî dikare nêzîkî pêla germayê ya kujer a sala 2003’yan bibe.
Her wiha hat diyarkirin ku Roja Duşemê dikare yek ji rojên herî germ ên di dîroka Fransayê de be.
Hikûmetê, ji ber germaya zêde navenda krîzê çalak kir û gelek wezaret ji bo nirxandina tedbîran civiyan.
Ji ber germahiya zêde, li hin bajarên Fransa ezmûn hatin paşxistin û hate ragihandin ku hin dibistan dê du roj bêne girtin.
Li Parîsê, bi sedan qada kesk dê 24 saetan vekirî bimînin û ji bo kesên di xetereyê de xizmeteke taybet a alîkariyê hate amadekirin.
Pêla germayê ne tenê Fransayê, her wiha welatên din ên Ewropayê yên wekî Brîtanya, Spanya û Swîsrayê jî bandor dike.

