Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li geleke bajaran çalakiyên protestoyî: Rejîm rewatiya xwe winda dike
Rojane

Li geleke bajaran çalakiyên protestoyî: Rejîm rewatiya xwe winda dike

Li gelek bajaran li dijî darbeya qeyûman çalakî hatin lidarxistin û wiha hat gotin, “Ev rejîm bi her darbeya qeyûman û bi desteserkirina vîna şaredariyan re rewatiya xwe ya demokratîk winda dike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê ya Qersê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran hat protestokirin.

QERS 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo protestokirina Şaredariya Qaxizmanê meşek li dar xist.

Meşê li pêşiya Şaredariya Qaxizmanê dest pêkir û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît  , parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz, Heval Bozdag, Necla Demîr, Yilmaz Hûn û rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan beşdar bûn.

Meşê heta avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dewam kir. 

Meşvanan li ser rêya xwe seredana esnafan kirin û dan zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî desteserkirina şaredariyan bidomînin. Gelê navçeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî meşvavan da.

ANTALYA

Li ber avahiya DEM Partiyê ya Antalyayê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku destkeftiyên gel careke din hatin desteserkirin. Evîn Akdag anî ziman ku “darbeyên qeyûm” weke sepanên rejîmê didome û got: “Şandina qeyûman darbeyeke sivîl a desthilatê li dijî rêveberiyên xwecihî ye. Ev yek binpêkirina destûra bingehîn, qanûn, hilbijartin û vîna gel e. AKP hewl dide bi darê zorê şaredariyan desteser bike. Ev rejîm bi her darbeya qeyûman û bi desteserkirina vîna şaredariyan re rewatiya xwe ya demokratîk winda dike. Em ê li her derê vîna gel biparêzin.”

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber AZC Plaza ya semta Ofîsê daxuyanî da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em vîna gel diparêzin, qeyûm darbe ye” rakirin û dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” berz kirin. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Mûstafa Mesût Kaya daxuyanî da. Mûstafa Mesût Kaya diyar kir ku bi cezayên ne hiqûqî vîna gel desteser dikin û got: “Cezayê nehiqûqî li Hevşaredarê Qaxizmanê yê DEM Partiyê Mehmet Alkan birîn û piştî wê jî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Ev xeleka nû ya êrîşa sîstematîk a li dijî vîna gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên qeyûman ên ku bi salan e ji bo tinekirina destketiyên Kurdan ên demokratîk dimeşîne, eşkere mafê hilbijartinê binpê dike. Tayînkirina qeyûman ne tenê di warê siyasî de, di warê aborî de jî dibe sedema wêraniyeke mezin. Qeyûm xizmetên zimanê Kurdî asteng dike. Em êrîşên li ser vîna gel qebûl nakin.”

ENQERE

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li kolana Sakarya ya navçeya Çankayayê hatin ba hev û daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede vîna min” hat vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatin Kanat di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku cezayê ku li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hatiye birîn, biryareke siyasî ye û got: “Ev desthilatdariya ku gav bi gav hêza xwe winda dike û li ber çavê gel baweriya xwe jî winda dike. Hewl dide bi êrîşa li dijî muxalefetê hebûna xwe biparêze. Desthilat dibêje qey ew ê bi tirs, zext û zordariyê dikare civakê bi rê ve bibe, lê ew di nava xeletiyeke mezin de ye.”

Kanat da zanîn ku bi şandina qeyûman yekîtî û aştî pêk nayê û got: “Gelê şer naxwaze. Gelê me wekhevî, mafê zimanê dayikê û azadiya ramanê dixwaze. Desthilat divê qeyûman paşve bikşîne, vîna gel nas bike û hemû girtiyan serbest berde. Divê desthilat bizanibe ku ji diyalog û aştiyê pêvtir ti rêyeke din tineye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser: Em ê nebin parçeyeke ji kongreya ku têde nûnertiya me nayê kirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Şehîd Ronî Çiyager piştî 4 salan radestî malbatê hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bahçelî: Gavên demokratîk û hiqûqî wê qonax bi qonax bêne avêtin

Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û anî ziman…

Ji aliyê Stêrk TV

Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

Li paytexta Erîvan a Ermenistanê, li parka Oxajatsyev ku weke sembola Fermana Şengalê hatiye çêkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ekolojîstan ‘fermana darvekirinê’ ya Çiyayên Kazê protesto kirin

Komeleya Çand û Jîngehê ya Egeyê (EGECEP) û Platforma Ekolojiyê ya Çiyayên Kazê têkildarî wêrankirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?