Di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li Hewîce êrişî hêzên Heşdî Şebî kir.
Hate ragihandin ku DAIŞ’ê êrişî navenda hêzên ser bi tabûra 2’an a Lîwaya 61’ê ya Heşdî Şebî kir.
Heta niha li ser encamên êrişê ti agahî nehatin girtin.
Hate ragihandin ku Hêzên Heşdî Şebî bersiva êrişê dane, di êrişê de ziyanên canî û madî derneketine.
Hêjayî bibîr xistinê ye duh DAIŞ’ê li Hewîce dîsa êrişî Polîsên Federal kiribûn, 2 polîs hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn. Ji ber êrişan di vê çaçoveyê de tedbîrên ewlehî hatibûn girtin.

