Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’
Rojane

Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî li Kadiykoyê daxuyanî hate dayîn û hate gotin, divê ji xeynî zimanê fermî xizmetên civakî bi zimanên din jî bên pêşkêşkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), Ma Music, NÇM, Komîsyona Ziman a OHD’ê û HDK bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Kadikoyê meşek li dar xist. Meş li pêşiya Peykera Bogayê dest pê kir û heta Îskeleya Kadikoyê berdewam kir. Meş li Îskeleyê bi dawî bû. Rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên ziman û çandê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Gel di meşê de pankarta 5 zimanî “Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî zimanê Kurdî” hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Metna bi zaravayê Kurmancî ji aliyê endama Komeleya Lêkolînên Kurdî Elîf Şekercî ve hate xwendin û metna bi zaravayê Kirmanckî jî Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan xwend.

Beriya daxuyanî bê dayîn ewilî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak axivî û wiha got: “Divê her kes li her qadê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Em îro daxwaza statutaya Kurdî dikin. Em perwedehiya bi Kurdî dixwazin.”

Li ser navê OHD’ê ya Stenbolê jî Îhsan Artuç axivî û ji diyar kir ku zimanê wan ji bo wan wekî şîra dayikê helal e û wiha got: “Mafê perwerdehiyê mafê bingehîn e. Em jî dixwazin mafê me were bicihanîn. Îro pêvajo heye, divê dewlet daxwaza gel bibihîze. Em ê her dem xwedî li mafê xwe yê ziman derkevin.”

Rêveberê Navenda Giştî yê DEM Partiyê Murat Mihçi ji bi zimanê Ermenkî axivî û got, divê gel dijminê zimanê hev nebin.

Paşê jî Elîf Şekercî daxuyanî xwend. Elîf Şekercî diyar kir ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û wiha got: “Divê xwedî heman mafan bin û her yek weke nirxekî cîhanî divê bê parastin. Ziman ne tenê amûrê raman û derbirînê ye, her wiha nîşaneya aîdiyeta komeke etnîkî û hêmaneke nasnameyê ye. Her wiha, qedexeya cudakariyê, azadiya derbirînê û mafê jiyana taybet ku mafên bingehîn ên mirovan in; mafên zimanî jî li gorî hiqûqê parçeyekî van mafan e. Ji ber vê yekê, her midaxeleya li zimanên ku di qada civakî de tên axaftin, wekî midaxeleyeke li nasnameya etnîkî ya axêverên wî zimanî û mafên wan ên mirovî tê hesibandin.”

Elîf Şekercî di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku di parastin û pêşvebirina zimanên dayikê de gelek gavên girîng hene û wiha domand: “Gava herî girîng ew e ku ji aliyê dewletan ve mercên pêwîst bên avakirin da ku zimanên dayikê di xizmetên bingehîn ên wekî perwerde, tenduristî û darazê de bikarin bên bikaranîn û di vê behsê de ev weke rastiyekê derdikeve pêşberî me. Bi taybetî, dema ku mirov berê xwe dide gotar û lêkolînên zanistî yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê wekî pêşketineke giring dibînin ji bo pêşketina zarokan a hişî, zihnî û derûnî, hingê diyar dibe bê ka perwerdeya bi zimanê dayikê, anku perwerdeya pirzimanî/duzimanî, meseleyeke çend giring û jiyanî ye. Ji vî aliyî ve, hem ji hêla çawaniya perwerdeya zarokan ve hem jî ji hêla pêşketina demokrasî û pirrengiya çandî ve pêwîst e ku polîtîkayeke perwerdeya pirzimanî bê bicihkirin. Li ser vê esasê, li Tirkiyeyê zimanê duyemîn ê ku herî zêde tê axaftin kurdî ye û em di wê baweriyê de ne ku eger hemû astengiyên qanûnî û fiîlî yên li ber bikaranîna zimanê kurdî bên rakirin, ev ê ji bo pêvajoya çareseriyê ya heyî jî bibe gaveke giring.”

Elîf Şekercî destnîşan kir ku di çarçoveya wate û giringiya vê rojê de, ew daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Daxwaz dikin ku xizmetên tenduristiyê, li dadgehan mafê parastina bi zimanê dayikê û hemû xizmetên din ên giştî ji xeynî zimanê fermî bi zimanên din jî bên pêşkêşkirin; ji bo vê yekê, em bang li rayedaran dikin ku guhartin û vesazkirinên pêwîst di rêzikname, qanûn û beşên din ên mewzûatê de bikin. Em daxwaza xwe dubare dikin; statu ji bo zimanê dayikê, perwerdehî bi zamanê dayikê û demokrasî ji bo civakê.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Daxuyaniya Sefîrê Emerîkayê ya li ser ‘Mafê Îsraîlê yê axê’ bû sedema nerazîbûnan
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Ji bo ziman û nasnameya Kurd êdî hiqûqek divê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî

Înqilabî u Kurdistan(209)Helsengandinî Sazmanî Inqîlabî û kurdistanBe geyiştinewem le serubendî salî taze 2021 le Kurdistanewe…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

MSD’ê bang kir: Bila dagirkeriya 6 salî bê dawîkirin û gel vegere

MSD'ê di salvegera 6'emîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di cejnê de serdanên li goristanên şehîdan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan hate kirin. Welatiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?