Li baregeha leşkerî Wainwrigh a li eyaleta Alberta ya Kanadayê 17’ê Cotmehê roja şemiyê şewat derket û di encamê de mirî û birîndar çêbûn. Rayedaran ragihand ku di bûyerê de hin kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, têkildarî hejmara mirî û birîndaran jî agahiya teqez nehat parvekirin.
Polîsên Qraliyeta Kanadayê ragihand ku li gorî saeta herêmî piştî 16.00’an ji bo mudaxilekirina şewata li qada perwerdeyê ya baregehê, bang hate kirin. Têkildarî sedemê şewatê û şert û mercên bûyerê, artêşê û polîsan lêpirsîn da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku kapasîteya nexweşxaneyê ji ber hejmara birîndaran, bi temamî tejî bû û hin nexweş sewqî nexweşxaneyên li Edmontoyê hate kirin.

