Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a Bursayê, Kongreya xwe ya 5’an a Asayî li navçeya Orhangaziyê pêk anî. Kongre bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û piştre Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan destnîşan kir ku ew partiya 3’yemîn a herî mezin a parlementoyê ne û got ku ew ê ji bo Tirkiyeyeke ku Kurd, Tirk, Çerkez, Elewî û jin tê de bi azadî û di şert û mercên wekehv de bijîn, têkoşînê bidomînin.
Bakirhan bal kişand ser neheqiya dahatê ya li Bursayê û diyar kir ku kedkar û xizan nikarin ji dewlemendiya bajêr para xwe bigirin. Bakirhan mînaka welatiyekî ku ji ber xizaniyê xwe daye binçavkirin û girtin da û got ku ev rewş nîşaneya herî aşkere ya asta aboriya welat e.
Bakirhan diyar kir ku DEM Partî ji bo jiyaneke wekhev û adilane ya 86 mîlyon mirovan têdikoşe û axaftina xwe wiha domand: “Rojekê heke em bibin desthilatdar, em ê li vê welatî rêveberiyeke zelal û şefaf, dûrî gendelî û rantê ava bikin. Em vê sozê didin we. Îsal em hemû bi hev re li Bursayê kongreyê li dar dixin. Em endamên partiyeke wisa ne ku li cîhanê mînak e. Îro jî em li Bursayê kongreya xwe dikin. Tevî van hemû zextan jî, heya niha dibin partiyeke ku li Bursayê gelan tîne cem hev, divê em bi vê yekê serbilind bin. Belê, em ê bibin desthilatdar lê ji bo vê yekê divê em bihêz bin. Ev partî partiya Selahattînan, Fîgenan, Nazmiyan, Leylayan, Ayşe Gokhanan, Vedat Aydinan û Mehmet Sîncaran e. Heta îro em hatin asteke girîng, lê ev têrê nake. Ji bo rawestandina qirkirina ekolojîk û qirkirina jinan, hêj rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Em ji bo rawestandina xizanî û bêkariyê û ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê û nasnameya xwe di bibin xwediyê welatîbûna wekhev hene.”
Bakirhan bal kişand ser geşedanên pêvajoyê û wiha pê de çû: “Aştî bi kesê li hemberî te re tê kirin û nayê taloqkirin. Aştî ne meseleyeke ku bê taloqkirin an derengxistin e. Divê Tirk, Kurd, şoreşger û sosyalîst bi hev re zexteke demokratîk çêbikin û desthilatdariyê neçarî gavan bikin. Di her pêvajoya ku em li hev neyên de nifşên ciwan ên Tirk û Kurd jiyana xwe ji dest didin. Birêz Ocalan rîskeke pir mezin girt, dema ew ewqas gavên ji dil davêje, desthilatdarî ji bo paşvekişandina qeyûman û sepandina biryarên DMME û AYM’ê li hêviya çi ye? Em bang li desthilatdariyê dikin; ji girtîgehan dest pê bikin. Ji Selçuk Kozagaçli, Can Atalay, Demîrtaş û Yuksekdag dest pê bikin. Aştiya ku em ê pêk bînin dê piştgiriyê bide têkoşîna li Rojhilata Navîn, Belûvistan û Filistînê jî.”
Piştî axaftinan di hilbijartinê de Rabîa Toktaş û Mahkum Taş wek hevserokên nû yên DEM Partiyê yên Bursayê hatin hilbijartin.

