Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin
Di roja yekemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de 7 komxebat hatin lidarxistin. Di komxebatan de civakîbûn û rêxistinbûna Jineolojiyê û rola wê di avakirina civaka komunal a demokratîk de hatin nîqaşkirin. Encamên komxebatan wê di roja dawî ya konferansê de bi delegeyan re werin parvekirin.
KONFERANSA JINEOLOJIYÊ
Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku bi dirûşma “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komunal ve” hate lidarxistin de 7 komxebat hatin lidarxistin.
Beriya komxebatê komek jin strana ku bi xwe amadekirin û qala pîroziya berxwedan û têkoşîna jinê û berfirehkirina rêxistinbûna jinê ya li ser bingeha şoreşa jinê stirîn.
Di komxebatên bi sernavên “Li Ewropayê Modela Rêxistinbûna Jineolojiyê”, “Pedagojiya Jineolojiyê”, “Weke Qada Herî Bingehîn a Komunê Malbat, Veguherîna Civakî û Veguherîna Mêr”, “Bîra Jinê û Berxwedana Çandî”, “Jinên Ciwan û Jineolojî”, “Jiyana Civakî ya li ser Bingeha Ekolojî û Jineolojiyê” û “Di Derxistina Holê û Parvekirina Zanyariyê de Girîngî û Rêxistinbûna Xebatên Çapemenî-Weşanê” hatin lidarxistin de bê Jineolojî çawa dikare zêdetir civakî bibe, çawa dikare birêxistin bibe û di avakirina civaka komunal a demokratîk de dikare rolekî çawa bilîze, nîqaş hatin kirin.
RÊBAZÊN RÊXISTINBÛN Û PERWERDEYÊ HATIN DESTGIRTIN
Di komxebata bi sernavê “Li Ewropayê Modela Rêxistinbûna Jineolojiyê” de, tecrubeya zêdetirî deh salan a ku bi rêya komîteyan, xebatên xwecihî, torên rêxistinî yên li seranserê Ewropayê û akademiyan tê meşandin hate nirxandin. Li ser wê yekê hat sekinandin bê ka ev tecrube çawa dikare veguhese rêxistinbûneke xurttir, berfirehtir û berdewamtir.
Di komxebata “Pedagojiya Jineolojiyê” de bê Jineolojî çawa dikare bi beşên civakî yên berfirehtir re bigihîje hev nîqaş hatin kirin. Ji bo ku pêvajoyên perwerde, kamp û lêkolînê veguherin qadên hilberîna zanyariya kolektîf, civakîbûn û rêxistinbûnê, rêbazên pedagojîk ên alternatîf hatin nirxandin.
MALBAT, VEGUHERÎNA CIVAKÎ Û BÎRA JINÊ
Di komxebata “Weke Qada Herî Bingehîn a Komunê Malbat, Veguherîna Civakî û Veguherîna Mêr” de têkiliyên baviksalarî yên di nava malbatê de ji nû ve tên hilberandin, karbeşiya zayendperest, têkiliyên jin û mêr û peywendiyên navbera nifşan hatin nîqaşkirin. Di komxebatê de li ser veguherîna mêr jî hate sekinandin û wê çanda jiyana azad û têkiliyên civakî yên nû, jiyana komunal çawa bê avakirin hatin nîqaşkirin.
Di komxebata “Bîra Jinê û Berxwedana Çandî” de li ser derxistina holê ya bîra jinê û veguheztina wê ya di navbera nifşan de hat sekinandin. Li ser kolektîfkirina zanyariya jinê ya bi rêya dîroka devkî, vegotinên jiyanê, huner, muzîk û mîtolojiyê nîqaş hatin kirin. Hat armanckirin ku bîra jinê veguhezînin çavkaniyeka berxwedana çandî ya îroyîn, têkiliyên civakî û rêxistinbûnê xwedî dike.
JINÊN CIWAN Û JIYANA EKOLOJÎK HATIN NÎQAŞKIRIN
Di komxebata “Jinên Ciwan û Jineolojî” de tenêbûna jinên ciwan, lêgerînên nasname û aîdiyetê û têkiliya jiyana dîjîtal û amûrên ragihandinê yên diguherin ên bi Jineolojiyê re hatin nîqaşkirin.
Di komxebata “Jiyana Civakî ya li ser Bingeha Ekolojî û Jineolojiyê” de jî têkiliya di navbera jin, civak û xwezayê de hat nirxandin. Li gel zanyarî û bîra ekolojîk, li ser jiyana rojane, şêweyên hilberîn, serfkirinê û tecrubeyên jiyana kolektîf danûstandin hat kirin.
GIRÎNGIYA XEBATÊN ÇAPEMENÎ Û WEŞANÊ
Di komxebata “Di Derxistina Holê û Parvekirina Zanyariyê de Girîngî û Rêxistinbûna Xebatên Çapemenî-Weşanê” de rola amûrên nivîskî, dîtbarî û dîjîtal a di gihandina zanyariya ku Jineolojî hildiberîne hat nîqaşkirin. Li ser mijara ku bi perspektîfa Jineolojiyê polîtîkaya weşanê bê avakirin, bê berdewamkirin û mayîndekirin rawestiyan.
Encamên 7 komxebatên ku di çarçoveya armancên stratejîk ên konferansê de hatin lidarxistin, wê di roja dawî ya konferansê de bi delegeyan re werin parvekirin.
Roja yekem a konferansê bi xebatên komxebatê bi dawî bû. Wê sibe di bin sernavên “Avakirina Civaka Demokratîk a Komunal” û “Civakîbûna Zanyariyê û Zanist ji Bandorên Mêtinger Bê Paqijkirin” de du rûniştinên sereke bên lidarxistin.

