Li gorî agahiyên Kolbernewsê welatiyê bi navê Seîd Ehmed Mustefanecad temen 40 salî yê ji Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
Hate ragihandin piştî ku ji aliyê navenda îtilaetê ve tê vexwendin û piştre tê binçavkirin û êdî ti agahî li ser çarenûsa wî nayê zanîn.
Heta niha ti agahî li ser nehatiye girtin bê ka birine kûderê û ji bo çi hatiye binçavkirin.
Her wiha Seîd Ehmed ji mafê telefon û parêzer jî hatiye bêparkirin.

