Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Kurdistanê berxwedan jiyan e
Kurdistan

Li Kurdistanê berxwedan jiyan e

Lehengên weke Gabar Botan, Xebat Tîrêj, Şervan Gerîlla, Çiyager Dîcle, Erdal Reşo û Mûnzûr Serhed 3 salan duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li ber devê tunelan bêbandor kirin û pirtûkeke nû li dîroka berxwedanê ya Kurdan zêde kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li qada Şehîd Mûnzûr a li herêma Zapê, li tunelên şer berxwedaneke dîrokî tê kirin. Vê berxwedanê sê sal li pey xwe hişt û kete sala çaremîn. Artêşa Tirk a dagirker li gel her cûre êrîşan û bikaranîna çekên qedexekirî jî nekarî vê berxwedana gerîla bişikîne û bêçare ma. Ji ber ku ev gerîlayên leheng, fedakar û wêrek ku parêzvanên çiyayên Kurdistanê ne; canê xwe di oxira serketinê de feda kirin. Ew qehremanên mîna Gabar Botan, Xebat Tîrêj, Şervan Gerîlla, Çiyager Dîcle, Erdal Reşo û Mûnzûr Serhed in. Jİ ber vê yekê çeperên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê wê ti carî nekevin, ruhê berxwedanê wê ti carî tine nebe. Pirtûkên dîroka Kurd û Kurdistanê bi destanên berxwedanê hatine nivîsandin; ji ber ku gelê Kurd her tim bi berxwedana xwe ya bêhempa û mezin hebûn, çand û nasnameya xwe parastiye. Lewma ev gel xwedî mîrateyeke berxwedanê ya esasî ye.

Ev mîrate ji extiyaran digihêje ciwanan, ji dayik-bavan digihêje zarokan. Îro jî ev mîrateya berxwedanê di dilê gel û zarokan de mezin dibe. Eger Kurdan li ber xwe nedabûna, bi gelek peyman û planên weke Qesrî Şîrîn, Sykes-Picot û Lozanê wê parçe parçe bibûna. Ne ziman, ne nasname, ne jî hebûna xwe dima. Eger li ber xwe nedabûna sîstemên weke rejîma Baasê, siyaseta îmhayê ya Îranê, mejiyê zalim, nijadperest, faşîst ê dewleta Tirk wê navê Kurdan jî tine bikira. Ev sîstemên hegemon ji bo berejwendiyên xwe wê Kurd bikirana qurban, veguherandina amûrek ji bo berjewendiyên xwe. Lê belê Kurdan her tim li ber xwe dan û hîn jî li ber xwe didin. Bi felsefeya Rêber Apo re ev çanda berxwedanê feraseta welatparêziyê ya ji hestan jî derbas kir; gihîşt asteke zane, rêxistinî û bi biryar. Li Kurdistanê êdî berxwedan bûye deng û rengê jiyanê. Îro li çiyayên Kurdistanê ev deng di dilê gerîla de deng vedide. Ev dengvedan dîwarên faşîzm û dagirkeriyê hildiweşîne.

Fermandarê serdemê Gabar Botan, Şervan Gerîlla yê ji Helebê, Xebat Tîrêj ê ji Dihê, Çiyager Dîcle yê ji Kobanê, Erdal Reşo yê ji Nisêbînê û fermandarê wêrek ê ji Wanê Mûnzûr Serhed bi canê xwe bersiv dan mezinbûna vê berxwedanê. Ev şeş leheng di demên cuda de tevlî karwanê nemiran bûn û bi destanên herî bi heybet navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kurdistanê nivîsandin. Ew bûn lehengên nemir ên li tunelên şer ên li Şehîd Mûnzûr.

JI BO HÊVIYA AZADIYÊ YA GELÊ KURDISTANÊ MEZIN BIKIN LI BER XWE DAN

Girê Şehîd Mûnzûr ê li rojavayê Zapê bû yek ji wan eniyan ku di sala 2022’an de bersiva destpêkê da êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Di sala 2021’ê de beriya ku operasyonên dagirkeriyê li ser herêmên Avaşîn û Zapê destpê bikin, lehengên li Girê Şehîd Mûnzûr ji bo li ber dagirkeriyê rabin ketin nava pêvajoyeke zor û zehmet a amadekariyê. Ew fedaî bûn ku îradeya bi biryar a gelê Kurdistanê temsîl dikirin; dijmin gelekî baş nas dikirin û zanîbûn ku wê bi kîjan rêyê bersivê bidin dijmin. Lewma beriya şer destpê bike plana xwe ya serketinê amade kiribûn. Ji ber vê yekê gelekî baldar bûn, her yekî ji wan çeka xwe amade kiribû û li bendê bûn ku leşkerên dagirker şaşitiyê bikin. Dema ku ew kêlî hat, gerîlayên Apoyî dest bi nivîsandina destana lehengî û berxwedanê kirin. Ji kêliya destpêkê ya hatina dijmin heta bi bicihbûna bi temamî ya li herêmê, gerîla bi heman îdîa, bawerî û biryardariyê şer kirin; ji bo hêviya azadiyê ya gelê Kurdistanê mezin bikin li ber xwe dan.

Van gerîlayên leheng li Girê Şehîd Mûnzûr ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet, serketî û azad xwedî wî ruhî bûn ku xwe feda bikin. Ji ber ku ew çeper bi baweriyeke welê parastin ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê li gel hemû derfet, teknolojî û her cûre çekên qedexekirî nekarîn ji van gerîlayan derbas bibe. Gava ku leşkerên dagirker hewl dan bikevin herêmê, dema ku bi hewldanên mezin xwestin wê derê bi dest bixin, fermandarê serdemê Gabar Botan û hevrêyên pê re baş zanîbûn ku bi çi rengî bersivê bidin dijmin. Bi taktîkên li gorî şert û mercên şer ên demê, ji tunelan derketin û mîna bazan lê dan û vegeriyan tunelan. Di çeperên xwe de bi her rêbazê li dijî dijmin plan kirin û bi ruhekî fedaî ev plan pêk anîn.

Sê salan bi coşa hevrêtiyê li dijî her cûre zehmetiyê li ber xwe dan. Li çeperên herî zehmet jî bi hêvî û hezkirinê biryardariya hev xurt kirin û jê bawer kirin ku dikarin bi ser bikevin. Artêşa dagirker sê salan serî li her rê û rêbazê dan ku ku hêviya wan bişikîne û piştre wan tine bike, lê belê nekarî bi ser bikeve. Çekên kîmyewî, bombeyên fosforê, bombeyên taktîk nukleer, rojane bi sedan carî tank û top bi kar anî, balafirên şer û drone bi kar anî. Rewşa xwezayî ya Girê Şehîd Mûnzûr guherî, lê belê ruhê wê yê ku bi ruhê Gabar, Erdal, Çiyager, Xebat, Şervan û Mûnzûr ava bû, ti carî neguherî. Berevajî, têkiliya navbera wan hîn xurt bû.

BI QÎMETÊ DEM Û CIH ZANÎBÛN

Di rojên sar ên zivistanê de gerîlayan bi saetan li çeperan nobed girtin, bi dîsîplîna leşkerî di her kêliyê de hişyar bûn. Li gel derfetên kêm jî her yekî ji wan li hevrêyê xwe fikirîn û pariyê xwe parve kirin. Dema ku birîndar dibûn bi germahiya hevrêtiya PKK’ê birînên hev dipêçandin. Di kêliyên herî zehmet de jî stranên moralê gotin, bi coş û manewiyatê hêz dan hev. Zêdeyî 1095 rojan, her rojê hîn bi xurtî li ber xwe dan û di dilê xwe de cih nedan bêbiryardariyê. Bêxewbûyîn, nebûna av û xwarinê, serma zivistanê, germa havînê ti ji wan re nebûn asteng. Di nava her şert û mercî de bi hêza îdeolojiya Apoyî li ber xwe dan û li dijî her cûre êrîşan aqil û hêza xwe kirin yek û xwe parastin. Bi hunera xwe ya li qada leşkerî, tunel kirin biryargehên çalakiyê.

Di şerê gerîla de ji aliyê taktîkên sabotaj û xweberdana nava dijmin ve pispor bûn. Leşkerên dagirker xistin kemînê, dersên welê dan djimin ên ku dixwestin xwe berdin nava tunelan ku ti carî ji bîr nekin. Li tunelan bi her awayî jiyaneke bi wate jiyan. Baş zanîbûn ku ev berxwedan îradeya gel temsîl dike. Haya wan jê hebû ku ew ji bo gelên bindest şer dikin. Lewma bi qîmetê dem û cih zanîbûn, bi rol û mîsyona xwe ya dîrokî rabûn û bi vê têgihiştinê têkoşiyan. Erdal ku ji Cizîra Botan heta bi Gabarê bi rêbaza serketinê fermandarî kir, Xebat ku hêz û piştgirî dida hevrêyên xwe, Çiyager ê ji Kobanê ku xeta şoreşê ya Apoyî mezin kir, Şervan ê bi coşa ciwantiyê û Mûnzûr ê ji Serhedê ku baweriya serketinê di dilê hevrêyên xwe de neqişand, her yek ji wan weke okyanûsekê bû. Bi sebra xwe, bi bawerî û fedakariya xwe bûn şervanên rasteqîn ên xeta Apoyî.

Sê salan bê navber li ber xwe dan. Ji 10-20 metreyî her roj li dijî dijminekî welê şer kirin ku pîvanên şer nas nedikirin. Li gel êrîşên dijmin ên ku nirxên exlaqî nas nake, hevrêyên wan niha li ser şopa wan e. Sê salan duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê li ber devê tunelan bêbandor hiştin, bêçare hiştin. Ji ber ku wan di dîroka berxwedanê ya Kurdan de pirtûkeke din nivîsandin. Lehengiya wan a li Girê Şehîd Mûnzûr li dîrokê neqişî. Îro li ser şopa van lehengên nemir, ruhê berxwedanê yê li Şehîd Mûnzûr bi heman rengî li qada Şehîd Delîl Zagros belav dibe. Hevrêyê wan bi heman biryardariyê xaka Kurdistanê ya pîroz bi xwîn û fedakariya xwe diparêzin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Metirsiya darvekirinê ya li ser girtiyê siyasî yê Kurd Heyderanlu dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kan: Narkotîk beşek ji polîtîkaya şerê taybet e

Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê Mûrat Kan got, "Sedema bingehîn a girêdana bi narkotîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Sevda Karaca: Daxwazên gelê Kurd divê bi sererastkirinên qanûnî bêne ewlekirin

Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku ji bo bersiv ji daxwazên gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Amedê li polîsên dagirker û bazirganên madeyên hişbir xist

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) diyar kir ku wan li Amedê ji du aliyan ve li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?