Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’
Rojane

Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê 18’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, 18’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê lidar xist. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar tevlî bûn. Li eywana lijneya giştî wêneyên kesên di bin çavan de û di cînayetên kiryarnediyar de jiyana xwe ji dest dane hatin hilayîstin. Her wiha pankartên ku balê dikişînin ser polîtîkayên necezakirinê û rewşa girtiyên nexweş jî hatin daliqandin.

Eren Keskîn ji bo serokatiya dîwana lijneya giştî hate hilbijartin. Eren Keskîn, bal kişand ser geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo û got: “Heta axaftina li ser aştiyê jî dilê mirov aram dike.” Eren Keskîn, bi domdarî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku weke “Çaran” tên zanîn û di 17’ê Gulana 1982’yan de li Zindana Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandin û şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ku di 18’ê Gulana 1973’yan de li Zindana Amedê hate qetilkirin, bi bîr anî. Eren Keskîn, got: “Me kesên bi têkoşîna xwe rê nîşanî me dayin ji bîr nekirine. Tevek jî li dijî îşkenceyê têkoşiyan.”

Serokê Şaa ÎHD’a Amedeê Ercan Yilmaz jî bal kişand ser polîtîkayên yekperestiyê û ev tişt anî ziman: “Hewceye mafên Kurdan ên qanûnî û makezagonî bên naskirin. Ev meseleya ku sedsal e û yekser bandorê li jiyana milyonan kesan dike, divê were çareserkirin. Ji bo çareseriya mayinde jî divê nasnameya Kurdan, ziman û çanda wan di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Aştî, ne tenê bidawîkirina şer e. Her wiha hevrûbûna bi heqîqetê re, cîbicîkirina edaletê û jinûveavakirina baweriya di navbera gelan de ye.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got: “ÎHD dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Dibêjin ‘her tiştê Kurdan heye.’ Pirsgirêka Kurd Lozan e, komara nedemokratîk e. Komkujiyên Dêrsim, Koçgirî û Zîlanê ne. Pirsgirêka Kurd zindana Amedê ye. Pirsgirêka Kurd ‘Bi Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye. Qedexekirina zimanê Kurdî ye, tayînkirina qeyûman e. Pirsgirêka Kurd gelek e û li benda çareseriyê ye.”

Kuçukbalaban, bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Cezayê îdamê rakirin lê cezayê îdamê yê bi demê re hatiye vehêlandin didome. Tecrîda li ser birêz Ocalan hêj didome. Birêz Ocalan xwe da ber barekî giran. Peyam da dewleta demokrasî ji holê rakiriye. Em di mijara aştiyê de biisrar in. Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin, di cînayetên kiryarnediyar de polîtîkaya necezakirinê bê bidawîkirin û mafên Kurdan di qanûn de bên misogerkirin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî got: “Em di rojên dîrokî de ne. Ev rojên dîrokî teqez dê bên nivîsandin. Hevrêyên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane dê neyên jibîrkirin. Divê mafên tu mirovan neyên jibîkirin. Hewceye dewlet di vê mijarê de gavan biavêje. Hin derdorên dixwazin bi rêya şer xwe mezin bikin hene. Êdî ji xwînê têr bibin. Êdî ji kesên dixwazin berê gel bidin hev re jî bes e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Nûçeya Pişt re Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serlêdana ji bo cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin bêbersiv hate hiştin

ÎHD'ê ragihand ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bersiv ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Girê Qestel Cindo

19 şervanên YPG'ê ku heta wê rojê qet şer nekiribûn, li Girê Qestel Cindo yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîdê QSD’ê li Kobanê hat veşartin

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmekî girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?