Li Amedê teknîsyenê elektronîkê Musa Bayram ê ku êvara 3’yê Îlonê ji bo tamîrê çû Lojmanên Leşkerî yên Seyrantepeyê, ji ber formeya Amedsporê li xwe kiribû rastî êrîşê hat.
Hat diyarkirin ku Bayram ji aliyê leşkerekî ve bi gotina “Ti çawa dikarî vê formeyê li vir li xwe bikî” rastî êrîşa devkî hat û piştre jî bi êrîşa fîzîkî re rû bi rû ma. Bayram piştî bûyerê çû qereqolê û giliyê leşkerê êrîşkar kir. Hat hînbûn ku Bayram ê ku çû qereqolê ji bo giliyê xwe paşve bikşîne hewl dan ku wî îqna bikin.
Bayram diyar kir ku ew ê giliya xwe paşve nekşîne û got, “Ez giliyê xwe venagerim. Ji bo careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin divê tedbîrên pêwîst bên girtin. Min daxwaz kir ku dîmenên bûyerê werin bidestxistin. Ji ber êrîşê formeya min zirar dît. Sibê karê min ê yekem biçim formeyeke din bistînim û ez ê her roj li xwe bikim.”

