Li gundê Xanoxli ya navçeya Milazgir a Mûşê, ji bo Şehîdên Têkoşîn Azadiya Kurd, ji aliyê MEBYA-DER’ê ve merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de, wêneyên şehîdan li ser masê hatin danîn û ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin.
Di merasîmê de gelek caran dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Ey şehîd reya te reya me ye” û “Be Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku wê bîranîna şehîdan zindî were hiştin û xwedî li têkoşîna wan were derketin.

