Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê, bi daxwaza îstifaya Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên herêmê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar û Parlamenterê Êlihê Ruştu Tîryakî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li ser daxwaza gel derbarê Zeynî Îpek de lêpirsîn hatiye meşandin û di encamê de biryara dûrxistina ji partiyê hatiye dayîn. Tîryakî bertek nîşanî Zeynî Îpek ê ku ji peywira xwe îstîfa nake da û da zanîn ku wî meqamê şaredariyê xesp kiriye û rêzê li biryara gel nagire.
Tîryakî bi bîr xist ku di encama têkoşîna demokrasiyê ya bi salan û bi berdêlên mezin şaredarî hatin qezenckirin û banga îstifaya ji bo Îpek dubare kir.
‘HETA ÎSTIFA BIKE EM Ê LI VIR BIN’
Tîryakî destnîşan kir ku ew ê xwedî li şaredariyê derkevin û protestoyên xwe berdewam bikin û got, “Her roj, her hefte, her meh, heya roja hilbijartinê an jî heta ku îstifa bike em ê li ber vê şaredariyê bin. Şaredarî ya me ye, em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin.”
Piştî daxuyaniyê girse ket hundirê avahiya şaredariyê û heya odeya Îpek meşiya. Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn li vir axivî û diyar kir ku divê şaredariyê bidin gel, berovajî vê ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Girse bi dirûşmeya “Rûreş îstifa” ji avahiyê derket, li hewşa şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

