Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê girêdayî êrîşên hêzên spayê pasdaran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:
“Di 18’ê Cotmeha 2026’an de li herêma Merîwan bi dronên kamikazî û hawanan êrîşek pêkhat. Ew êrîş ji aliyê hêzên spayê pasdaran yên rejîma Îranê çêbûye. Pêşî bi 2 dronên kamikazî û piştre zêdetirî 30 lib hawan û çekên giran herêm hatiye bombebarankirin. Di êrîşê de bax û baxçeyên gelê me ziyan dîtine û ti ziyanek neghaştiye hêzên me.”

