În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Înal: Civaka Kurd divê bi feraseta ‘exlaqê bilind’ li ber vê hilweşînê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Qoserê bi deh hezaran herikîn qada Newrozê
Kurdistan

Li Qoserê bi deh hezaran herikîn qada Newrozê

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya li Qada Otogarê bûn. Beriya destpêkirina bernameyê, wlatî bi saetên berê li dora qadê civiyan ku bi bariyeran hatibû girtin. Bi vekirina deriyan re jî welatî bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşma “Bijî Newroz” ketin qadê.

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirine jî bi pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” tevlî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Tevî hemû astengkirinên polîsan jî girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan û filamayên bi rengên kesk, sor û zer xistin qadê. Her wiha ciwanên li qadê pankarta “Yê ku dide meşandin tu yî, şukir ji qudreta te re” û “Jina azadbûye nîşaneya ciwaka demokratîk û azad e” ku wêneyên Bubo Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandibûn hilgirtin. Di dema pîrozbahiyan de her wiha posterê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hate vekirin. Ciwanan bi posteran li qadê meş li dar xistin.

Beriya destpêkirina bernameyê, girseyê li ber stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê heta demekî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Ji ewil Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de derketin ser dikê. Ji bo dayikan girseyê bi yek carî li çepikan dan. Dayika Aştiyê Halîme Kaya Newroza gelê kurd pîroz kir û got ku gelê kurd aştiyê dixwaze û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir.   

Dihat payîn ku siyasetmedar agirê Newrozê vêxin lê ciwanan agir vêxist. Ciwanan cil û bergên li ser xwe derxistin û agirê Newrozê vêxistin.

Piştre jî hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û namzetên hevşaredariyê hatin ser dikê û gel silav kirin.  

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ji ewil wate û girîngiya Newrozê vegot û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.

Namzetê din Ahmet Turk jî girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê. Turk, got ku xelkê Qoserê li dijî kesên dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin, berxwedana gelê kurd bifetisînin û nasnameya wan tune dihesibînin dibêje; “Ez azadiyê dixwazim û bijî azadî.” Bi domdarî Turk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka kurd bi zilmê çareser nabe.” Her wiha Turk ji bo hilbijartinan jî got ku dê bersiva pêwîst were dayîn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî Newroza Abdullah Ocalan û girtiyan pîroz kir. Guneş, got ku ew ê bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan û ev tişt anî ziman: “Her dengê ji bo AKP’ê tê dayîn, ji bo şer û guleyan diçe. Em ê bi ferqekî mezin qezenc bikin.” Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar George Aslan jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû xwend.

Parlamenter Saliha Aydenîz jî gel silav kir û got: “Bila kesên Kurdistanê nas nakin baş li meydana Qoserê binêrin. Bila baş li meydana Amedê binêrin, ev der Kurdistan e.” Bi domdarî Aydenîz kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Aydenîz, bi domdarî got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in di tecrîdê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê me ye. Tu kes nikare îradeya me teslîm bigire. Heke birêz Ocalan biaxive, dê azadî û aştî were vî welatî. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Nifteya çareseriyê jî birêz Ocalan e. Dê ev Newroz bi xwe re azadiya birêz Ocalan û gelê kurd bîne. Tu kes nikare xwe li pêşiya sekna gelê kurd bigire.”  

Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Cizîrê Meş: Bê Serok jiyan nabe
Nûçeya Pişt re Di Newroza Hezexê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin’

Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bi raporekî ragihand ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Fisas: Aştiya mayinde bi muzakereya bi Ocalan û PKK’ê re dibe

Prof. Vicenç Fisas anî ziman ku pirsgirêka bingehîn a li pêşiya pêvajoyê ew e ku…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?