Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Rojane

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi çalakiyên li Stenbol û Enqereyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat xwestin ku girtiyên nexweş Kazim Avcı û Taylan Balatacı serbest bên berdan. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di hefteya 686’emîn a çalakiyên “Çalakiya Rûniştinê ya F” de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Taylan Balatacı yê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin û daxwaza berdana wî hat kirin. Di daxuyaniyê de pankratên “Dermankirin mafe, nabe bê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” hatin hilgirtin û sloganên wekî “Taylan Balatacı bila serbest bê berdan”, “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” hatin berzkirin.

NEXWEŞIYÊN BALATACI

Di daxuyaniya çapemeniyê de parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku Taylan Balataci yê 48 salî 26 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên xwe wiha rêz kir: “Sendroma Wernicke-Korsakoff, Kêmbûna bîrê ya demkurtî, astim, vertîgo, hîdrocele, sendroma noronemîk, glosît, her wiha nexweşiyên kronîk ên mede, kaşeksî, atrofiya global ku wekî kêmkirin an jî windakirina fonksiyona beşeke mezin a hucreyên bedenê tên pênasekirin, êşa pişt û stûyê û windabûna heskirinê di her du lingan de ji ber zirara masûlkeyên lingan, zehmetiya meş û tevgerê û bi alîkariya hevalên xwe dikare jiyana xwe bidomîne.

Nîmet Tanrikûlû da zanîn ku Balataci dema 22 salî bû çûye girtîgehê û anî ziman ku ji ber şert û mercên neyînî yên girtîgehê zû bi gelek nexweşiyan ketiye û wiha got: “Gelek nexweşiyên wî yên giran hene û her yek bi tena serê xwe tedawiya giran û desteka tibî dixwaze. Lê belê ji ber kêmasiyên mîna hewayê, xwegihandina nexweşxaneyê, kontrolên bi rêk û pêk, lêkolînên berfireh û agahîdayînê, pêvajoya tedawiyê di şert û mercên girtîgehê de bi rêk û pêk naxebite û ji ber vê yekê divê bê berdan û tedawiya xwe li derve bidomîne.”

Tanrikulu xwest Balataci û girtiyên nexweş serbest bên berdan.

ENQERE 

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteyê 558an de li cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankayayê ya Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivisî hat hilgirtin. Endam û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê, endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê Sevîl Turgut ve hat xwendin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî ku ji sedî 78 astengdar e.

Sevil Turgut diyar kir ku di girtîgehan de 161 girtiyên jin ên nexweş, hezar û 251 jî girtiyên zilam ên nexweş û bi giştî jî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Sevîl Turgut anî ziman ku girtiyên nexweş di şert û mercên girtîgehê de nikarin tedawî bibin û divê demildest bên berdan.

Sevîl Turgut bi lêv kir ku ew di hefteyê 558an de bal dikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî û wiha axivî: “Kazim Avci tevî hê derbarê wî de hukum tune ye 9 sal û 6 meh in di girtîgehê de ye. Kazim Avci ji %78ê astengdar e û 58 sal in ji ber ku lingê wî yê çepê ji bejê ber bi jêr ve hatiye jêkirin, proteza 5 kîloyî ya bi amûra daliqandinê li stûyê xwe bi kar tîne. Ji xeynî vê protezê dema dimeşe her tim ken an jî kêzikan bi kar tîne. Ji ber ku dema di hucreya yekkesî de tê hiştin nekarî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Piştî ku xizmê wî yê di heman girtîgehê de razî bû ku bi wî re li heman cihî bimîne, di warê lênêrînê û pêdiviyên xwe de piştgirî werdigire. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber protezê zehmetiyê dikişîne nav otomobîlê û dimeşe. Her wiha nexweşiya dil jî bi wî re heye.”

Di berdewama axaftina xwe de Sevîl Turgut destnîşan kir ku Kazim Avci di 2ê Sibata 2022yan de di girtîgehê de qirîza dil derbas kiriye û wiha got: “Yek ji damarên wî bi tevahî girtî ye, stent li vê damarê xistine. Piştî krîza dil, hê jî di tiliyên destê çepê de êş û janberdewam dike. Dil bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite. Ji bilî van, di salên 1998 û 2015an de ji ber nexweşiya di stûyê wî de du caran emeliyatên findiqa wî çêbûn û bijîşkan jê re gotin ku ew êdî nikaribe emeliyateke din bike. Her wiha, guman li ser kansera mîzdankê hebû û ji ber vê sedemê kişandina tîrêjên X-ê yên din hate xwestin. Ji ber ku prostata wî pir mezin bûbû, bi gumana penceşêra prostatê di bin çavdêriya domdar de bû. Wî diyar kir ku ew rojane 12 dermanên dil bikar tîne, 6 sibê û 6 êvarê, û her weha ji bo prostatê rojane 2 heb, ji bo şekir rojane 2 heb, ji bo têkçûna mîtralê rojane 1 derman distîne, û her weha di parêzê de ye. Di encama MRIya ku piştî êşa serê ya giran hat kişandin de, hat destnîşankirin ku xwînrijandina mejiyê wî heye û li deverên ku xwînrijandin lê çêbûye hin zirarên mayînde hene.Ji ber nexweşiyên giran ên Kazim Avci nikarie bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, divê muayeneyên wî di zûtirîn dem de werin kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin
Nûçeya Pişt re Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

Di rûniştina dawî ya “Konferansa Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Komara Demokratîk a Komarê” de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in

Malbatên koçberên Serêkaniyê kêfxweşiya xwe ya ji bo vegerê anîn ziman û gotin, wan her…

Ji aliyê Stêrk TV

Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?