Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Tarsûs, Ceyhan û Îskenderûnê Newroz: ‘Bijî Serok Apo’
Rojane

Li Tarsûs, Ceyhan û Îskenderûnê Newroz: ‘Bijî Serok Apo’

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Tarsûs, Ceyhan û Îskenderûnê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Demokrasî/ Newroza Azadî û yekîtiya demokratîk” hatin lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Qada Newrozê ya Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhan a Edeneyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiyên Cejna Newrozê hat lidar xistin. Welatiyên hatin qadê, li ber stranan bi saetan govend gerand. Gelek kes bi cil û bergên Kurdî tevlî bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 

Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin û bi vêxistina agir re coşa girseyê jî derket lûtkeyê. Dayikên Aştiyê, daxwaza azadiyê ji bo Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Ceyhanê Emîne Baykarayê û Tahir Ozdemîr, Newroza gel pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr jî got ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. 

Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar di pîrozbahiyê de axivî û got ku bexwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên dewletê didome. Uçar, da zanîn ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê îsal jî di Newrozê de daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê anîne ziman. Uçar, got: “Gelê Kurd xwest statuya wan bê naskirin, mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar bîne û girtiyên siyasî bên berdan.” Uçar, anî ziman ku divê dewlet guh bide daxwazên li qada Newrozê û zext û zordariya dewletê şermezar kir.

Di berdewamê de Uçar, xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan, dewlet di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje û wiha pê de çû: “Neavêtina gavan, li dijî ruhê aştiyê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiyê îradeyeke xurt derketiye holê. Ev pêvajo dê hêj xurtir bibe. Gelê Kurd li qadên Newrozê xwedî li vê pêvajoyê derket û divê dewlet demildest gavan biavêje. Em bang dikin ku hebûna gelê Kurd bê naskirin û azadiya wan bê misogerkirin.” 

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû. 

HATAY
 
Li Qada Newrozê ya Taxa Yildirimtepe ya navçeya Îskenderûn a Hatayê jî bi heman dirûşman pîrozbahiya Cejna Newrozê hat lidar xistin. Li qada pîrozbahiyê gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Endamê PM’a DBP’ê Kerem Nalbant û endamê MYK’a EMEP’ê Halîl Îmrek di axaftinên xwe de behsa pêvajoyê kirin. 

Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî di pîrozbahiyê de şehîdên Newrozê bi bîr anî û got: “Her wiha şehîdê xwe yê nemir Salih Muslim ku ji bo aştî û xwişk-biratiya gelan têdikoşiya jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Daxwaza îsal a qadên Newrozê azadiya birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan balê dikişîne ser aştî û demokrasiyê. Em jî dê xwedî li banga 27’ê Sibatê derkevin. Em ê dengê aştî, demokrasî û azadiyê bilindtir bikin. Niha li Rojhilata Navîn şer heye û birêz Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Heke behsa aştî û demokrasiyê bikin, wê demê bila deriyê Îmraliyê vekin.” 

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî, bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû. 

MÊRSÎN 
 
Li Taxa Mîthatpaşa ya navçeya Tarsûs a Mêrsînê jî piştî 10 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidar xistin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes beşdar bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Medîne Kanat û Kadrî Ezer beşdar silav kirin û Newroza wan pîroz kir. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, got ku gel li qadên Newrozê xwedî li pêvajoyê derketiye û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên piştî Newrozê da. 

Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, jî got ku gel di Newrozê de xwedî li ziman, çand, nirx û Rêbertiya xwe derketiye. 

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Di dema vêxistina agirê Newrozê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û posterê Rêber Apo hate hilgirtin. Pîrozbahî, bi stranên hunermendên Sanatolia Kolektîf Atolyelerî û gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nerazîbûna li hemberî binçavkirin û girtinan
Nûçeya Pişt re Divê girtiyên nexweş Çam û Încî bên berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li cihên xwe bimîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Cizîrê û Kobanê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêman,…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Adnan Çelebî ji bo sê mehên din hate taloqkirin

Dewleta Tirk, Adnan Çelebî yê ku 31 sal in li girtîgehê dihêle, berdana wî careke…

Ji aliyê Stêrk TV

Midûrê Karên Nivîsê yê Lemanê li balafirgehê hate binçavkirin

Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Lemanê Aslan Ozdemîr di çarçoveya lêpirsîna didome de li Balafirgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?