Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Wanê êşkence li girtiyan hate kirin
Kurdistan

Li Wanê êşkence li girtiyan hate kirin

Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku derbarê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê ji ber ku li dijî êşkence û sirgûnan rabûne, lêpirsîn hate destpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Nûneriya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrg û Parlamentera Wanê Gulderen Varli têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê rapora ku amade kirine, eşkere kirin.

Parêzerê OHD’î Cevat Yilmaz di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku girtî li erdê hatine dirêjkirin û hatine derbkirin. Yilmaz got, “Bûyer 9’ê Adarê di saetên nîvro de qewimî. 3 girtî dema ku çûn mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bi kar bînin û piştre vegeriyan, ev bûyer pêk hat. Girtî dema vedigerin dibînin ku li korîdora qawîşên wan gelek gardiyan kom bûne û bi dengê bilind dibêjin ku ew ê li qawîşan lêgerînê bikin. Gardiyan girtî li erdê dirêj dikin û bi lingên xwe pişta wî diperçiqînin. Girtî dibêje nexweşiya wî ya piştê heye, lê tevî vê yekê jî gardiyan tundiyê zêde dikin. Piştre mudaxile li hemû qawîşên siyasî tê kirin.”

Yilmaz anî ziman ku girtiyên li qawîşên din ji bo bûyerê fêm bikin xwestine bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinê bikin, lê belê ev yek nehat qebûlkirin û li ser vê yekê girtiyan li deriyên xwe xistine. Yilmaz diyar kir ku li ser vê yekê bi ser qawîşên C9, C13, C16, C21 û C33 de hatiye girtin.

Yilmaz wiha got: “Girtiyan ji me re ragihandin ku gardiyanan li qawîşa C13’ê êşkence li 2 girtiyan kirine. Girtiyek li erdê dirêj kirine û sê karmend pêl pişta wî kirine. Girtiyê din jî dema xwestine ji qawîşê derxin korîdorê, bi zorê hewl hatiye dayîn serê wî bi pêş ve bê tewandin û di vê navberê de tundiya fîzîkî û devkî hatiye pêkanîn. Di encama van herdu mudexeleyan de li ser rû û laşê herdu girtiyan de birîn çêbûne. Tevî daxwaza girtiyan jî piştî 3-4 rojan ku ew şop li ser laşê wan derbasbû, sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Piştî bûyerê der barê girtiyan de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. Girtiyan diyar kirin ku di çarçoveya vê lêpirsînê de di 22’yê Adarê de parastina devkî kirine.

Hin girtiyên ku diyar kirin ku rastî êşkence û muameleya xerab hatine, ji ber bûyerê anîne rojevê û sewqî dadgehê kirin, sirgûnî girtîgehên din kirine. Ew bi fikar in ku ev sirgûnî berdewam bikin. Her wiha girtiyan diyar kirin ku gelek caran li hucreyên girtiyan lêgerîn tê kirin. Di çarçoveya prensîbên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî de, divê sazî li hemberî vê êşkenceyê tavilê bikevin nava tevgerê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ber bi rastiya gelê şerker ve
Nûçeya Pişt re Reklamê beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ hat weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qirkirina siyasî: Ji binçavkiriyan 10 kes anîn Enqereyê

Ji binçavkiriyên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin 10 jê anîn Enqereyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Çîftyurek: Konsepteke şer heye

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku tayînkirina qeyûman û êrîşên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Navenda Giştî ya CHP’ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin

Avahiya Navenda Giştî ya CHP'ê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, ketin û derketina navendê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?