Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir
Kurdistan

Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir

Bi pêşengiya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê û bi hevkariya Weqfa Mezopotamyayê û Komîsyona Ziman a Baroya Wanê li ser “Polîtîka, plansazî, perwerde û statûya hiqûqî” 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Sempozyûma ku dê du rojan derdewam bike îro li Baroya Wanê dest pê kir. Ji parçeyê Kurdistanê nivîskar, lêkolîner, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyan û gelek kes tevlî sempozyûmê bûn. 

Piştî axaftina destpêkê bi navê Polîtîka û Ziman rûniştinek hat lidarxistin. Di sempozyûmê de Mazlûm Kanîwa wek moderator, lêkolîner Dr. Nadire Guntaş Aldatmaz, ziman Samî Tan û akademîsyen Dr Mikaîl Bulbul jî wek axaftvan cih girtin.

Destpêkê rêveberê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Lokman Babat axivî û ewilî bal kişand ser Doza Kobanê ku cezayê giran li siyasetmedaran hatine birîn û biryarê şermezar kir. Lokman, diyar kir ku di salên 90’î de gelê kurd têkoşîna zimanê xwe dida û wiha domand: “Di sedsala 21’ê de em ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em têkoşîna xwe didomînin. Zimanê kurdî mafê Gelê Kurd e. Divê em xwedî zimanê xwe derbikevin.”  

Ji Lijneya Amadekar Salîh Hêzil jî da zanîn ku ew hewl didin ku bi perspektîfek berfireh vê bernameyê dewlemend bikin û ev tişt anî ziman: “Ev hêviyê dide me ji bo xebatên pêşerojê. Zimanê kurdî bi tenê di rojên diyar te tê rojevê. Lê ji bilî girîngiya vê divê her tim bê axaftin. Ji ber ku ziman pêşeroja me ye. Berpirsyar li ser milên hemû kesî ye. Divê hemû sazî bi perspektîfek berfireh tevbigerin. Ev bername ji bo pêşerojê jî nîmûneyek e.”

Nivîskar Îbrahîm Sungur jî diyar kir ku civakek bi zimanê xwe neaxive nikare xwebûna xwe pêk bîne be û wiha axivî: “Divê em girîngiya zimanê xwe û zimanan bizanibin. Arîsto di pirtûka xwe ya mantiqê de dibêje ‘mirov zindiyên axivir e.’ Ev taybetî cur bi cur her qewmek bi zimanê xwe biaxive. Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe, zimanê hemberê xwe jî nizanibe. Divê civak xwedî zimanê xwe derbikeve. Zimanê dayikê bibe zimanê siyasetê. Dema ku me ziman ji bîr kir, em ê jî bên ji bîr kirin û tune kirin. Em hêviya xwe ji têkeoşîna xwe nebirin. Em ê bi gav bi gav bi ser kevin.”

Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê, bi lêkolîner Nadîre Guntaş Aldatmaz, zimanzan Samî Tan û Akademîsyen Mîkaîl Bulbul ve dom kir. Destpêkê de Samî Tan li ser “Xebatên vejandina zimanî û rewşa zimanê kurdî” axivî û wiha got: “Tune kirina ziman di encama polîtîkayên qirkirina zimanî ye. Rewşa nemana ziman û axiveran ji ber polîtîkayên qirkirinê ye. Ji bo ku hêzê xwe bi dest bixin ne bi tenê bajaran bi dest bixin, di heman demê de zimanê wê gelê jî tê tunekirin. Çarenûsa qedera zimanê me di destên me de ye.”

Mîkaîl Bulbul jî li ser “Xebatên standardîzasyona kurdiya kurmancî” axivî destnîşan kir ku rewşa kurdî û rewşa welat heman tişt e. Mîkaîl, wiha dom kir: “Weke Kamûran Bedirxan gotiye; ‘çi were serê ziman tê serê welatan jî.’ Rewşa zimanê me ku standardîzasyon bûye bi rewşa welatê me ve girêdayî ye. Têgeha standardîzasyonê binêrin. Netewe xwe tişteke çêkiriye. Piştî şoreşa fransayê netewe dewlet ava bûne. Bi vê yekê re nasnakemeyek çêkirina kolektîf dest pê kir. Ev nasname li gor modernê hatiye çêkirin.”

Herî dawî lêkoler Nadîre Guntaş Aldatmaz jî bi kirmanckî li ser “Xebatên derbarê standartiya kirmanckî” axivî û wê jî ev tiştan anî ziman: “Ji bilî kurmancî, kurmancî jî pêdivî bi standardîzekirinê heye. Di hemû zimanan de pirsgirêka standardîzasyonê heye. Îmkan û rewşa ziman çi dibe bila bibe, ew ziman çiqasî standardîze dibe. Dibistan û perwerde ji bo standardkirina zimanekî girîng in. Lê mixabin zazakî nikare ji van hemû derfetan sûd werbigire. Di van şert û mercan de li Tirkiyeyê şensê Zazakî nîne ku xwe bide jiyîn. Di dibistan û zanîngehên bi zimanê perwerdehiya Tirkiyeyê de jî ev rewş heye. Helbet ji bo standardîzasyona zimanekî kanalên televizyonê pir girîng in, lê mixabin di vê mijarê de zazakî hema bêje tune ye.”

Sempozyûm wê du rojan bi nîqaş û rûniştinên cuda berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Çaran hatin bîranîn: Rêya me ronî kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan ji bo Rêber Apo seferberî îlan kir

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) got: ‘’Nabe ku mafên Rêber Apo yên qanûnî weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Di komkujiya hikûmeta Şamê de 13 kes hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku di derdora saet 02.30’an de komên girêdayî hikûmeta Şamê bi obusan êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Bêrîtan hene’

Gerîlayên YJA Star anîn ziman ku yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Bêrîtan bi çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?