Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Makbûle Guner: Eger dewlet ji dil be divê gavê biavêje
Kurdistan

Makbûle Guner: Eger dewlet ji dil be divê gavê biavêje

Makbûle Guner ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û di şer de kurekî wê şehîd bû, got "Em piştgiriyê didin rêya aştiyê ya Rêber Apo. Divê dewlet êdî gavê biavêje, ev şer divê biqede."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, hêviyeke mezin da gel. Gelê ku di nava şerê pêncî salî de êşên gelekî giran kişandiye, bû ew alî ku herî zêde xwedî li aştiyê derdikeve. Yên ku herî zêde piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê jî ew malbat in ku ewladên xwe di şer de ji dest dane.

Yek ji wan malbatan jî MakbÛle Guner e ku li navçeya Sûr a Amedê dimîne. Dayika Makbûle di şer de kurê xwe Yilmaz Guner ji dest da. Mala ku Makbûle Guner lê dimîne gelek caran bû hedefa polîsan, kurekî wê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Li gel ewqas zext û zordariyê jî ti carî dest ji daxwaz û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda.

Kurê Makbûle Guner Yilmaz Guner (Herekol Canşêr) piştî ku sala 2010’an tevlî nava refên PKK’ê bû, dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, derbasî kobanê bû. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû û 3’ê Adara 2015’an şehîd bû, li Rojava hate veşartin.

‘KURÊ MIN GELEKÎ JI GELÊ XWE HEZ DIKIR’

Makbûle Guner ragihand ku kurê wê gelekî hez ji zarokan û gelê xwe dikir û li ser kurê xwe got, “Kurê min gelekî hez ji xwendinê dikir. Xwendina zanîngehê qezenç kir û çû Meletiyê. Hem dixebitî hem jî dixwend. Li Meletiyê ji bo xwendina zarokên ku rewşa wan a madî nebaş bû, bi hevalên xwe re komele ava kir.

Gelekî hez ji zarokan dikir, ji bo xwendina wan têkoşiya. Piştî çend salan polîsan avêtin ser komeleyê û hemû hevalên wî girt. Kurê min got, ew ê nekeve girtîgehê û tevlî PKK’ê bû. Weke her ciwanekî Kurd gelekî hez ji partiyê dikir. Kurê min ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin. Ji be rku wî hez ji gelê xwe dikir.”

‘EM PIŞTGIRIIYÊ DIDIN RÊYA AŞTIYÊ YA RÊBER APO’

Makbûle Guner diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin gelekî girîng û dîrokî ye û got, “Rêya Rêber Apo em hemû kêfxweş kir. Em piştgiriyê didin vê rêyê. Em dixwazin êdî ev şer biqede. Em dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Me zarokên xwe ji dest dan, em naxwazin neviyên xwe ji dest bidin. Ev cîhan têra me hemûyan dike.

Bila êdî zarokên me nemirin, dayik negirîn. Ne tenê dayika gerîla, bila êdî dayika leşkeran jî negirî. Ez bang li rêveberên dewleta Tirk dikim: Êdî gavê biavêjin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila kes nemire. Êşa ku me kişandin wan nekişandin. Wê heta kengî ev xwîn birije? Êdî bes e. Ev xak xaka me ye. Zarokên me ji bo xak, çand û zimanê xwe têkoşiyan. Kurê min jî ji bo gelê xwe têkoşiya.”

‘EM Ê HETA GOTINA XWE YA DAWÎ BIBÊJIN AŞTÎ’

Makbûle Guner destnîşan kir ku divê êdî dewlet ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje û got, “Ji bilî hevdîtina bi Rêber Apo re tiştekî nakin. Divê êdî ji vê wêdetir ji bo aştiyê gavê biavêjin. Qala aştiyê dikin, lê belê her roj balafirên şer radikin. Ti samîmiyeta wan nîne. Eger bi rastî jî ji dil bin bila balafirên şer ranekin. Hêviya me ya aştiyê her tim heye. Beriya her tiştî bila Serok Apo û hemû girtiyên siyasî berdin. Aştî bi yekalî nabe. Em ê heta gotina xwe ya dawî bibêjin aştî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -IV
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re daxuyanî da û Şevîn Tetwan (Hayriye Avras) a ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Swîsre ji ‘Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz’ re amade ye

Festîvala jinan a ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê Şemiyê wê li bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd destpê kir

Li bajarê Qamişloyê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya “Bi pêşengiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?