Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Mamoste Şemal qelemeke azad bû, lewma hate qetilkirin’
Kurdistan

‘Mamoste Şemal qelemeke azad bû, lewma hate qetilkirin’

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Kurdistanê Cuma Kerîm Mamoste Şemal bi bîr anî û diyar kir ku Mamoste Meşa qelemeke azad bû, lewma hate qetilkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di 28’ê Tebaxa 2022’yan de Suhêl Xurşîd ku wek Mamoste Şemal tê naskirin û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, li ber mala xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin. Têkildarî vê yekê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Kurdistanê Cuma Kerîm ji ANF’ê re axivî.

Cuma Kerîm di destpêka axaftina xwe de di kesayetiya Mamoste Şemal de hemû şehîd bi bîr anîn û got: “Di duyemîn salvegera qetilkirina Mamoste Şemal de em dibêjin em ê kar û xebatên te bidomînin. Em ê wan destên ku bûne sedema şehîdkirina hevalên me jê bikin.

Mamoste Şemal ne tenê hevalek bû, her wiha dîroknasek û erdnîgarînasekî jêhatî jî bû. Rewşenbîrekî xwedî qelem bû, her tiştê ku bi qelema xwe dinivîsî, eşkerekirina rastiyan bû. Mamoste Şemal gerokê heqîqetê bû, her dem li pey rastiyan bû da ku dîroka Kurdistanê û herêmê rast bike. Di dema jiyana xwe de karî der barê dîroka Kifrî û Germiyan, jenosîd û Enfalê de gelek pirtûkan binivîse û çap bike.”

Cuma Kerîm her wiha got: “Mamoste Şemal bi qasî 30 salî xebatên siyasî kirine, fikr û felsefeya Mamoste Şemal fikr û felsefeya Rêber Apo bû, ev yek jî bû sedem ku bandorê li ser malbat û hevalên xwe bike.

Di Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê karî bibe endamê rêveberiya wê û di desteya damezrîner a Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirt.”

Cuma Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku karkirina bi Mamoste Şemal re gelek rehet bûye, ji ber ku kesekî jêhatî bûye û wiha domand: “Di nav gel û bajarê Kifriyê de Mamoste Şemal gelek dihat hezkirin, hezkirineke mezin di nav pêkhateyên curbecur ên Kifriyê de li hember wî hebû.

Armanckirina Mamoste Şemal ji aliyê dijmin ve vedigere wê yekê ku ew xwedî qelemeke azad bû. Mamoste Şemal di 28’ê Tebaxa 2022’an de li ber mala xwe hate şehîdkirin.”

Cuma Kerîm di dawiya axaftina xwe de bang li gel û hevalên Mamoste Şemal kir ku xebata Mamoste Şemal bidomînin û got: “Ez daxwazê ji gelê başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji gelê Germiyanê dikim ku bidin ser rê û têkoşîna Mamoste Şemal, ji ber ku ew tekane rê û rêbaza heqîqetê ye ji bo Rojhilata Navîn û ji bo azadbûnê.

Her wiha di van rojên dawî de me dît ku du rojnamegerên jin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin armanckirin û şehîd bûn, em vê kiryarê şermezar dikin. Ev yek ji me re dibêje ku dewleta Tirk çi rojnameger be, çi siyasetmedar be ferq nake, dike armanc. Pêwîst e gel û hikûmeta Iraqê li hember van kiryarên terorîstî yên dewleta Tirk dengê xwe derxin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Cizîrê serdegirtina DEDAŞ-Leşkerên Tirk, li Bismilê qutkirina ceyranê
Nûçeya Pişt re ‘Zewicandina keçên neh salî, metirsîdar e û divê rê lê bê girtin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeriya li Serêkaniyê: Kesên ku neçarî koçberiyê hatin hiştin

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Hevrê Serhed bê navber têkoşiya

HPG'ê got, "Hevrêyê me Serhed bê navber têkoşiya û bi hunera xwe ya fermandariyê, sekna…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin

Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn a ku di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?