Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan peyamek ji xelkê Şengalê û malbatên cangoriyan re şand.
Peyama Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
“Gelê me yê Şengalê silav û rêz;
Ev hevalên ku niha em dixwazin ragihînin û bîranîna wan lidar bixin 7 heval ji Şengalê ne. Em van hevalan hemû di şexsê hevrê Agir Botan-Nizar Enad Muxêbîr û hevrê Çîçek Ocalan-Nûra Xêro de bi rêzdarî, bi hurmet, bi minet bi bîr tînin. Li hember bîranîna wan serê xwe ditewînin û soza me daye şehîdên qehreman, em careke din dubare dikin. Em ê heta dawiyê di dilsoziya hevrêtiyê de girêdayî bin.
FERMANA 74’AN BÊ HESAB NEHAT HIŞTIN, PERGALA DAÎŞ’Ê HATE BELAVKIRIN
Ez bi navê Rêveberiya Tevgera me û bi navê Biryargeha me ya Navendî ji malbatên van şehîdên hêja û tevahiya gelê me yê Şengalê, hem gelê me yê Êzidî hem ji gelê me yê Ereb re -ji ber hevalên Ereb jî hene- sersaxiyê dixwazim. Ez hêvî dikim gelê me wê wateyê bide van şehadetên girîng û li ser vî esasî di şopdariya şehîdên qehreman de wê tevbigere û wisa wan bi bîr bîne. Wisa li gorî layiqî şehîdên qehreman pêşwaziyê bike.
Hevalên hêja, malbatên bi rûmet;
Li ser gelê me yê Êzidî heta niha 74 ferman pêk hatine. Her fermanê bi xwe re komkujî û jenosîd aniye. Lê belê ji gelekan hesab nehatiye pirsîn. Kê ferman çêkir, ji wan re ma. Lê belê em zanin bi saya fikir û ramanê Rêber Apo, hişmendiya Rêber Apo di nava me de, di nava gelê me de bi pêş xist, fermana 74’an bê hesab nema. Rast e, careke din komkujî çêbû, zêdeyî 12 hezar mirovên me şehadet, esaret pêk hat, lê armanca dijminan a DAÎŞ’ê mezin bû. Dixwest koka Êzidîtiyê bikole, rake, tine bike. Lê belê weke me got, bi perspektîfên Rêber Apo gerîlayên azadiya Kurdistanê yên tevdigerin, li hemberî vê nedibû temaşevan be. Di kêliya bihîstî de biryar girt û kete nava liv û tevgerê. Ev tê zanîn. Wisa pêşî hate girtin. Lê belê bi wê nema. Wê demê ti kes li hemberî DAÎŞ’ê nedisekinî. Dewlet ji ber direviya, her kes ji ber direviya. Mudaxeleya şerê Şengalê bi gelek kesan re cesaret çêkir. Li hemberî vê jî DAÎŞ’ê got, ‘çawa li hemberî me dikarin rawestin?’ Tecrûbeyên wan ê li çiyê tine bû, li çiyê nikarîbû li hemberî gerîlayên me şer bikira. Yanî bi zorê çiya dagir bikira. Tecrûbeya wan a deşt û bajêr hebû. Ji ber wê dît ku cihê me yê weke zehîf Kobanê ye. Wan jî ji bo tola xwe rakin, wan êrişî Kobanê kir. Hem ew destdirêjiya wan a li ser Şengalê hem jî destdirêjiya li ser Kobanê tevgera me hesabê wê pirsî. Wê demê hate diyarkirin wê ev hesab pir bi kûrahî bê pirsîn. Tenê ne li hundirê Şengalê û Kobanê, li her derê wê ev hesab bê pirsîn. Wê demê wisa hate gotin. Ango tola keç û jinên me yên Kurd, Êzidî, tola wan şehîdên me yên fermanê hate rakirin. Pergala DAÎŞ’ê li ser DAÎŞ’ê de hat hilweşandin. Reqa paytext îlan kiribû, Reqa di ser wan de hate hilweşandin û fedaiyên Apoyî heta bixwaze bi dû wan ve çûn û pergala wan ji holê rakirin. Sedema vê kiryarên wan li Şengalê kiribû. Hovîtiya wan li Şengalê kir. Ango hesab hate pirsîn, xwîna şehîdên fermanê li erdê nema. Dîrokê xwe dubare nekir. Ferman bê hesab nema.
WATEYA YBŞ Û YJŞ JI BO PÊŞÎGIRTINA LI FERMANAN, JI BO MISOGERIYA SIBEROJA GELÊ ÊZIDÎ YE
Ji bo ku pêşî li fermanê ji vir û pê ve, ango ya 75 bê girtin, tedbîrên pêwîst hat girtin. Ji aliyê ciwanên Şengalê bi xwe ve. Di nava şer de YBŞ/YJŞ hate avakirin. Bi pêşengiya hevrê Mam Zekî, Hesen Seîd, Dijwar Feqîr, hevrê Zerdeşt, Berxwedan, Dilgeş di pêşengtiya Bêrîvanan de gavên hatin avêtin ji bo siberoja gelê me yê Êzidî bibe temînat, bibe hêzeke parastinê. Ji bo êdî ferman dubare nebin. Fermana 75 çênebe. Tedbîrên wê bêne girtin. YBŞ ev e. Wateya xwe ev e. Hêzeke ji ciwanên Êzidî, yên dostên Ereb pêk tê li hemberî her cûre êriş û destdirêjiyê hêzeke bergirî, parastinê ye ku mutleq karibe şer bike, xwe û gelê xwe biparêze. Û mayinde bibe. Ne demkî. Li ser vî esasî YBŞ/YJŞ hate avakirin. Bi keda şehîdan çêbû. Armanca vê careke din ferman çênebe, siberoja gelê Êzidî misoger be. Bi vî rengî xwedî tedbîr be. Gelê me yê Êzidî bi xwe xwe biparêze, ne xwe bispêre ti kesî. Bi xwe, bi hêza xwe karibe xwe biparêze. Perspektîfên Rêber Apo wisa ye. Bi kêmayî jî be di vî babetî de karek hat meşandin. Ango hevalên YBŞ dimeşîne. Ji ber ku ev emanet dewrî wan hate kirin. Piştî em weke HPG ji wir kişiyan, êdî ev ji bo fermandarî û tevahiya pêkhateyên YBŞ’ê hate emanetkirin. Em bawer dikin ew ê jî ji vir û pê ve karibe biparêze, vê erkê bimeşîne.
CIWANÊN ŞENGALÊ BERSIV DAN, HATIN ALÎKARIYA GERÎLA Û ŞEHÎD BÛN: EM PÊ SERBILIND IN, HÛN JÎ PÊ SERBILIND BIN
Gelê me yê hêja, malbatên bi rûmet;
Me li Şengalê şehîd dan. Ev mudaxeleya gerîla muxadeleyeke dîrokî û pîroz bû. Û em bi wan şehîdan serbilind in, ne poşman in. Me niha dît, ciwanên Şengalê bi xwe, xort û keçên xwe îcar beşdarî nava refên me bûn. Li ku? Tenê ne li Şengalê. Xwestin werin çiyayên Kurdistanê, Kurdistana Bakur. Hevrêtiyê bikin, bibin hevalên hevrêyan. Û ew ciwanên hêja beşdarî me bûn, hatin nava me û ji wan hinek heval gihîştin asta şehadetê. Û ev ji bo we serbilindiyek e. Ango we muqabilî gerîla bersiv da, ciwanên Şengalê jî hatin alîkariya gerîla. Ev tiştekî pir hêja ye. Pir bi rûmet e. Çawa ku em pê serbilind in, hûn jî bi van şehîdan dikarin serbilind bin, heta dawî. Her bijî ji we re, her bijî ji malbatên van şehîdên qehreman gihandine, her bijî ji wan dayikan re. Ew dayikên ku van qehremanên hêja dest ji Şengalê berdan hatin li çiyayên Kurdistanê şer kirin û gihîştin şehadetê. Ev jî tiştekî pir hêja, pir bi rûmet e û heta dawiyê bi rêzdarî û hurmetê nîşan didin. Ev tişt mijareke ji bo me aliyê xwe yê manewî heye, girêdaneke bi xwînê çêbûye û hevaltiyeke bi bingeh û kûr e. Bi wate ye. Ez bawer im, hemû gelê me û hemû malbatên hêja jî vê wateyê didin.
ENTEGRASYONA YBŞ/YJŞ’Ê WEKE HÊZEKE XWECIHÎ WÊ NEHÊLE FERMANA 75’AN RÛ BIDE
Hevalên hêja, malbatên bi rûmet;
Me bihîstiye di navbera Fermandariya YBŞ’ê û hikumeta Iraqê de guftugo hene. Careke din agahî heye ku îhtimala ku li hev bikin li ser hîmê YBŞ fermî bibe, weke hêzeke xwecihî û xweser ji bo parastina Şengalê, xelkê Şengalê erka xwe berdewamî be, lihevhatin çêbûye. Dibe ku hîn temam nebûye, lê agahiyên wisa hene. Eger ku di vê çarçoveyê de lihevhatin pêk hatibe, ev tiştekî guncaw e, di cih de ye û divê gelê me jî hemû wisa pêşwazî bike. Pirsgirêka me ev e: Fermana 75 çênebe. Ji bo wê tedbîr hebe. Eger ku di vê peymanê de entegrasyona artêşa Iraqê bibe û weke hêzeke xwecihî ji bo parastina Şengalê mayinde be, wê karibe bi vê rolê rabe. Lewma ev tiştekî di cih de ye û guncaw e. Bi vî rengî wê karibe emanetê şehîdan biparêze. Em hêvî dikin û bawer dikin di vê çarçoveyê de wê endamên YBŞ û YJŞ’ê û gelê me yê Şengalê yê hêja wê karibin berhemên şehîdên qehreman biparêzin û wisa doza şehîdan bişopînin, şehîdan bikin kesên nemir. Li ser vî esasî ez careke din ji bo we tevahî, ji bo malbatên hêja silav û rêzên xwe pêşkêş dikim û sersaxiyê dixwazim. Ez dibêjim, şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin.”

