Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mexmûriyan bi coşeke mezin agirê Newrozê gur kirin: Ev Newroza azadiya Rêber Apo ye
Kurdistan

Mexmûriyan bi coşeke mezin agirê Newrozê gur kirin: Ev Newroza azadiya Rêber Apo ye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê agirê Newrozê bi coşeke mezin hate dadan û ev peyam hate dayîn: “Wê Newroz bibe, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Duh bi şev Cejna Newrozê bi coş û moralekî mezin li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûr pêk hat. Qada şahiyê bi al û posterên Rêber Apo, alên PKK, KJK, KCK, YJA-STAR û wêneyên şehîdên pêşeng hat xemilandin.

Piştî hatina bi hezaran welatî, xwendekar û mêvanên ji derve hatîn, şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê bi kelecanekî mezin ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin û diruşmeyên ‘Newroz pîroz be’, ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Piştî wê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derbarê Newrozê de hate guhdarkirin.

Piştre li ser wate û girîngiya rojê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Ehmed Şehbaz axivî û di serî de cejna Newrozê li Rêber Apo, şehîdan, girtiyên siyasî, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd pîroz kir got: “Mazlûm Dogan û hevalên wî, ev roj ji bo me ronî kirin. Van şehîdan çiruska Newrozê geş kirin û bûn sembola azadiyê. Îro cejna me ye. Divê em xwedî li Newrozê derbikevin û rojên ku Newroz dihatin qedexekirin ji bîr nekin. Newroza me wê bibe Newroza serkeftin û azadiya gelê Kurd. Wê Newroz bibe Newroza aştî û azadiya mirovatiyê. Wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dubare em cejna vejînê li we tevan pîroz dikin.”

Piştî wê Hûnermend Feyzî Kiliç hat ser dikê û bi stranên xwe reng da şahiyê. Her wiha li pey wî koma govendê ya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi cil û bergên xwe yên gelêrî ve govenda xwe pêşkêş kirin.

Her wiha ji partiyên siyasî ku wek mêvan ji Navçeya Mexmûrê beşdarî şahiya Newrozê bibûn, peyamên partiyên xwe dan.

Di peyama Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ya Navçeya Mexmûrê de hat gotin: “Em cejna vejînê li Rêber Apo, gerîla, pêşmerge û tevahî şehîdan pîroz dikin. Em li vir bang dikin, pêwîste tevahî partî û hizbên Kurdî yekitiya xwe çêbikin. Tenê yekbûn me serdixe. Divê em bibin yek û nehêlin dijmin dagirkeriyê bike. Em wek YNK dibêjin, tenê pêwistiya me Kurdan bi yekitiya Kurdan heye.”

Her wiha Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan a Navçeya Mexmûrê jî di peyama xwe de got: “Silav ji Rêber Apo û Qendîlê re. Silav ji gerîla û pêşmergeyan re. Çareserî tenê yekgirtin e. Dijminê me yeke û divê em li her derê Kurdistanê yekitiya xwe çêbikin. Dubare em silavên xwe ji Qendîlê re dişînin.”

Hizba Şûî Kurdistan a navçeya Mexmûrê jî di peyama xwe ya ji bo Newrozê de got: “Em jî vê cejnê li we tevan pîroz dikin. Kurdistan di pêvajoyek girîng de derbas dibe. Dijmin bê navber êriş dike. Dijmin bê navber planên dagirkeriyê li ser Kurdistana me çêdikin. Dubare cejna we pîroz be û giyanê şehîdan şad û aram be.”

Piştî peyaman Hozan Welat hat ser dikê û bi stranên xwe gel mest kir û çoş da şahiyê.

Herî dawî jî Hunermend Şemdîn hat ser dikê û gel bi hatina Hûnermend Şemdîn kêfxweşî û kelecanek mezin girt. Hunermend Şemdîn jî bi stranên xwe coş da şahiyê û gelê wargehê bi Hunermend Şemdîn re stran dubare kir.

Herî dawî ber bi derengiya şevê ve bernameya pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bane Newroz hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Mezlûm Heften: Jin, Jiyan, Azadî cewher û naveroka sereke ya Newrozê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

CPT: Dewleta Tirk 23 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Endamê CPT’yê Kameran Osman diyar kir ku piştî biryarên Kongra PKK’ê ya 12’emîn û vir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Lucano bang ji bo azadiya Rêber Apo

Wekîlê Parlamenta Ewropayê Mimmo Lucano got, "Divê Ocalan azad be û weke yek ji aktorên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê mayina DAÎŞ’ê teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li rojavayê Dêrazorê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê de zarokek jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?