Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > MKG: Rojnamevanên jin ên Kurd wê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin
Jin

MKG: Rojnamevanên jin ên Kurd wê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin

MKG'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd silav kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên Kurd wê heqîqetê di tarîtiyê de nehêlin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya salvegera 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Kurd ên Jin daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro rojeke taybet a birûmetkirina têkoşîna çapemeniya azad û lêgerîna heqîqetê ya bi biryar a jinên kurd ên rojnameger e. Îro salvegera qetilkirina gerînendeya weşanê ya giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz e. Gurbetelli pêşenga dîroka çapemeniya Kurd û Tirkiyeyê ye. Em di salvegera Gurbetellî de girîngiya Roja Jinên Rojnamevan ên Kurd tînin zimên û li mîrateya wê ji me re hiştiye xwedî derdikevin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Gurbetellî Ersoz, tevî zextan paşde gav neavêt, şoreşgereke wêrek bû, ew rojnameger û parêzvana mafên jinan bû. Ji bo bibîranîna Gurbetellî ya di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da jinên kurd ên rojnameger di çapemeniyê de ji bo bilindkirina dengê jinan û ji bo bihêzkirina hebûna jinan têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîn girîngiya cihgirtineke baş a jinan a di nava medya û civakê de tîne zimên.

Her gav û gotinên Gurbetellî bûye remza me ya di rêya bilindkirina dengê jinan û çapemeniya azad de. Mîrateya Gurbetellî Ersoz a ku got ‘Ev agir wê we jî bişewitîne’ û her tim bi rastiyê qêriya, cesaret û baweriya jinên kurd ên rojnameger her tim xwedî kir. Hîn jî xwedî dike.

Jinên rojnamevan ên îro tevî zext, binçavkirin û girtinan jî li dû rastiyan direvin li dijî zimanê mêrperest berxwedana xwe dewam dikin. Jinên kurd ên rojnameger ên li qadan bi zext û gefxwarinê rû bi rû dimînin ji bo berdewamiya hebûna çapemeniya azad bi fedakariyeke mezin dixebitin. Rojnamevan Rabîa Onver jî ji ber nûçeya çêkir bi van zextan rû bi rû ma. Ev jî mînakeke şênber a van zextan e. Lê belê Rabîa û jinên kurd ên wekî wê lêgerîna edaletê dewam dikin.

Em bi vê minasebetê di heman demê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA’yan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev êriş perçeyekî zextên li ser jinên rojnamevan û kevneşopiya çapemeniya azad e. Gulistan û Hêro jî wekî Nagîhan û Gurbetellî mîna parêzvanên têkoşîna çapemeniya azad cihê xwe yên di berxwedanê de girtibûn. Mîrateya wan ji me re hiştiye wê rihê berxwedanê yê çapemeniya azad jî xurt bike.

Di heman demê de em rojnameger, şoreşger û akademîsyen Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî hat qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Nagîhanê ji bo pêşketin û belavkirina Jineolojiyê kedeke mezin da, ew bû yek ji remza têkoşîna jina azad. Nagîhanê hem di çapemeniyê hem jî di xebatên xwe yên akademîk de ji bo heqîqeta jinê ji cîhanê re ragihîne hewldaneke mezin nîşan daye.

Em îro di şexsê Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de hemû kedkdarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û em soza dewamiya meşa di rêya wan de dîsa didin. Em wekî jinên kurd ên rojnamevan di wê baweriyê de ne ku wê bi felsefeya “Jin jiyan azadî” heqîqet di tariyê de nemîne û em dîsa tînin zimên ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Herî dawî em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) a ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de hat damezrandin serbilind in ku me ev roj watedartir kir. Wê MKG ji bo cihgirtina hîn zêde ya jinên kurd a di têkoşîna çapemeniya azad de, xebatên xwe dewam bike. MKG wê dengê jinên rojnameger li her derê, li her qadê bide bihîstin. Damezrandina MKG’ê remza sekna bi biryar û wêrek a jinên kurd ên rojnamevan a di lêgerîna heqîqetê de ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Em ê her tim xwedî li bîranîna hevrêyên xwe derkevin
Nûçeya Pişt re YRJ: Têkoşîna rojnamevanên jin ên Kurd wê bi ser bikeve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya li ber Navenda Îstîxbaratê ya Iraqê di roja 3’an de ye

Dayikên Şervanên YBŞ’ê ku di encama kemîna artêşa Iraqê de hatibûn dîlgirtin, bi daxwaza berdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana 18 rojan a karkerên madenê bi ser ket

Karkerên madenê yên ku 18 roj in ji bo heqdestê xwe li ber Wezareta Enerjî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên ku Rojnewsê berhev kiriye, li Herêma Kurdistanê meha Nîsanê bûyerên tundiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?