Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > MSD’ê civîna awarte lidar xist
Rojava

MSD’ê civîna awarte lidar xist

MSD’ê diyar kir ku MSD dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dewam bike û ji bo siberojeke nû bi hemû aliyên çalak re, li ser bingehên azadî, dadmendî, pirdengî û mafên mirovan, kar bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi amadebûna hevseroka meclîsê Leyla Qereman civîneke awarte lidar xist û geşedanên li Sûriyeyê û bandorên wan ên li ser siberoja Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Di civînê de geşedanên dawîn ên li Şamê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran tekez kir ku divê ev guhertin ji nêzîk ve û bi baldarî û hişyarî bêne şopandin, ji bo ku proseya veguhastina siyasî saxlem û ewle be û di xizmeta hemû Sûriyeyê de be.

Beşdaran diyar kir ku her guhertinek divê li gorî naveroka biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî be, ji ber ku eger ev biryar li ber çavan neyê girtin dê encamên gelek neyînî derkevin.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku her guhertineke siyasî divê nûnertiya rasteqîne ya hemû pêkhateyan misoger bike da ku sîstemeke rêveberiyê were avakirin ku pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide û wekheviyê ji pêkhateyan re misoger bike.

Di civînê de her wiha hat desnîşankirin ku divê vegera koçberan û penaberan bi ewle û bi rûmet be, divê jinûveavakirin bi awayekî dadperwerane bê kirin ku tenê li herêmekê yan deverekê ne sînordar be, daku hemû Sûriyeyî hest bikin ku ew hevparên avakirina siberoja  welatê xwe ne û nehatine paşguhkirin.

Beşdarên civînê hemfikir bûn ku pêdiviya Sûriyeyê bi diyalogeke niştimanî ya berfereh heye ku hemû hêzên siyasî û civakî tê de beşdar bibin, bi armanca gihiştina nêrîneke yekgirtî ji bo siberoja welat. Her wiha diyar kirin ku lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh çareseriya herî baş e ji bo Sûriyeya siberojê ya demokratîk, piralî, nenavendî û li ser bingehên dadperwerî û hevwelatîbûna wekhev be.

Beşdaran tekez kir ku çareseriya domdar a krîza Sûriyeyê divê li gorî daxwaza Sûriyeyiyan bi xwe be, ne li gorî nêrînên derve be. Her wiha tekez kirin ku her lihevkirin û rêkeftineke siyasî divê di serî de ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê be, ne ji bo berjewendiyên welatên herêmê yan jî aktorên navneteweyî be.

Di civînê de her wiha hate xwestin ku gotar û axaftinên nefret û fitneyê bêne rawestandin, ku ev yek nakokiyên di nava civaka Sûriyeyê de kûrtir dike. Beşdaran gotin ku berdewamkirina vê gotara nefretê dê derfetên aramiyê û pêkanîna aştiya domdar li Sûriyeyê asteng dike.

MSD’ê tekez kir ku divê gotara siyasî ya qonaxa bê avaker be û Sûriyeyiyan bigihîne hev û ne gotara kûrkirina dubendî û nakokiyan be.

MSD’ê di dawiya civîna xwe de diyar kir ku meclîs xebatên xwe ji bo Sûriyeyeke demokratîk a piralî, li ser bingehên wekhevî û dadperweriyê, berdewam dike. Her wiha da zanîn ku MSD dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dewam bike û ji bo siberojeke nû bi hemû aliyên çalak re, li ser bingehên azadî, dadmendî, pirdengî û mafên mirovan, kar bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Viyan bersiva li hember bêdengiyê ye
Nûçeya Pişt re Li gundekî Elewiyan 10 kes hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin: Em ê tecrîdê bişikînin

Meclîsa Ciwanan a Wanê ya DEM Partiyê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, "Mejiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li çar bajaran hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê hatin ba hev û aqûbeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Divê jin xwedî li Rojava derkevin

Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin de peyama "Pêwîste jin xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?