Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mûrat Karayilan: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê Rojava bi tenê nehêlin!
Kurdistan

Mûrat Karayilan: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê Rojava bi tenê nehêlin!

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan: Gelê me yê Rojava bi welatparêzî, berxwedan û ruhê xwe yê neteweyî gelek tişt hînî me kir. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê we tenê nahêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê em; çi pêwîst be em ê wê bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan ji ajansa me re ev nirxandin kir:

“Tevahî gelê me yê hêja û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê;

Ez di destpêkê we bi rêzdarî û bi hurmet silav dikim. Diyar e em wek gel di serdemekê dîrokî re derbas dibin. Vaye ji Helebê heya Hesekê li Rojavayê Kurdistanê şer heye. Em tevahî şehîdên qehreman ên vî şerî di şexsê fermandarê hêja Ziyad Heleb û Denîz Çiya de bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Ev êrîşên li ser Rojavayê Kurdistan tenê ne êrîşeke li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser tevahiya Kurdistanê ye.

Diyar e di jinûve dîzaynkirina herêmê de naxwazin gelê Kurd cih bigirin. Naxwazin gelê Kurd bibe îrade û bibe xwedî statu. Sibe di demeke guncaw de, ne dûr e ku Başûrê Kurdistanê; statûya wê derê jî bibe hedef. Ji xwe dixwazin wisa statuya Başûr tenê bihêlin û dûre bikin hedef.

Ev êriş di heman demê de ji bo têkbirina pêvajoyê ye ku Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Ev êrîş bi vî şewazî pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê heye bêwate dike. Bi vî awayî divê em vê êrişê weke êrişa li ser dahatûya gelê Kurd bibînin.

Ev wek komployek hatiye amadekirin. Hem hêzên navdewletî û hem jî hêzên herêmî berjewendiyên xwe di vir de dîtîne. Ji bo wê erê kirine. Wisa ev komploya dimeşe.

Bêguman di vê de dewleta Tirkiyê aktîf rol hilgirtiye. Em dibînin û dizanin. Bi teknîka xwe, bi balafirên xwe yên keşfê, yekser tevlîkirina leşkerên xwe di bin navê çeteyan de vê eşkere raber dike. Niha divê ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê zanibin; em ne zarok in. Tu yê li Bakurê Kurdistanê bibêjî ‘Biratiya gelên Kurd, Tirk û Ereb, were em aştiya navxweyî çêbike’, lê li Rojavayê Kurdistan jî hemû destketiyên gelê Kurd bike hedef. Bi destê çeteyan qirkirinê ferz bike. Kes bi vê naxape. Ev tiştekî eşkere ye.

Di bin sîwana hêzên navdewletî de tifaqa dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê niha di pratîkê de êriş dike. Ev ê ku êrîş dikin tê de DAÎŞ roleke girîng dilîze. Ev helwesta ku niha koalîsyona navdewletî nîşan dide ango ji van êrîşan re rê vekirin bi taybetî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji bo Brîtanya, ji bo Elmanya û Fransa ev ê bibe rûreşiyek mezin. Wê ji dîrokê re bibe mal. Ma ne Kurdê rojavayê Kurdistan xwe li ber êrîşên DAÎŞ’ê kirin mertal. Hemû mirovahî parastin. Paytexta DAÎŞ’ê Reqa bi erdê re kirin yek. 13 hezar şehîd dan. Û we digot em mutefîkê hev in. Baş e hûn çawa vê mutefîqkiyê bi êrîşekê wisa re rû bir û dihêlin? Ev ne bêbextî be, hingî çi ye? Ev bêbextiyek mezin e. Ne gelê Kurd ne jî wijdanê mirovahiyê vê bêbextiyê ji bîr dike. Wisa tu bi hêzêkê re, gelekî re tev bigerî û li hember hêzêkê şer bikî û dûre jî xwe bidî alî, bike hedef. Ev di wijdanê mirovahiyê de birînekê vedike. Ew birîn zû bi zû nayê girtin. Divê ev dewletan vê heqîqetê bizanibin.

Niha min di çapameniyê de guhdarî kir. Fermandarekî QSD’ê bi navê xwe Çiya, li televîzyonekê axivî û got, em komek heval li ber zindanê nobetdar in. Got, ‘Li zindana Eqdar a Reqayê zêdeyî 2 hezar çete ji her welatî hene. Em nahêlin ku ew birevin. Lê dora me çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê girtine û dixwazin wan a azad bikin. Em jî nahêlin û em dorpêçê de ne. Em şer dikin û me ji alîkarî ji koalîsyonê xwestiyê, lê ew 2 roj in bersiva me nedane’. Ev tê çi wateyê? Divê herkes ji vê encamê derxîne. Diyar e ev dewlet li berjewendiyên xwe dinihêrin. Soz, peyman tiştên wisa tune ne. Yanî kes nikare vê heqîqetê weke tiştekî normal nîşan bide. Li ser gelê me komployek heye. Wisa tê meşandin. Bêguman divê beriya her kesî gelê me, gelê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê vê rewşê bibîne. Wisa li ber rabe.

Rêveberiya xweser a demokratîk ev pêvajo weke seferberî îlan kir. Dûre daxuyanî hatin dayîn. Ev seferberî ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Divê tevahî gelê me li Rojava xwedî derkevin. Ciwanên Kurd divê rol bilîzin. Yên ku dikarin xwe bigihînin divê xwe bigihînin. Me bihîst ji xwe li Başûr hinek ketine rê. Çapameniyê wisa got. Lê ev bang ji bo her kesî ye. Yanî divê em bi van kiryarên xwe ango Kurdên her çar parçeyan, bi taybetî li dervayî welat rola wan hîn girîng e. Kurdên li dervayî welat, yên li Emerîka, yên li Rûsya û Ewropayê divê em nîşanî tevahî dinyayê bikin ku em neteweyek in. Em yek in. Hûn nikarin me derçar bikin. Em li ser axa bav û kalan bi hezar salan li vir dijîn. Hûn nikarin ji bo berjewendiyên xwe vê tune bihesîbinîn. Bi vê çalakbûna xwe xwedî derketina Rojavayê Kurdistanê wek netewe divê raber bikin.

Gelê me yê Rojavayê Kurdistan, gelê me yê xoşewîst; we welatparêziya xwe bi berxwedana xwe em fêrî gelek tiştan kirin. Bi ruhê xwe yê neteweyî di vê wateyê de em deyndarê we ne. Û divê hûn bizanibin em we tenê nahêlin. Bihayê xwe çi dibe bila bibe, em we tenê nahêlin! Di vê der heqê de wekî ku tevahî gelê Kurd em jî wek tevger çi pêwîst be em ê bikin. Hûn ne tenê ne. Lê belê divê hûn bi xwe bawer bin. Bi şervanên xwe bawer bin. Divê hûn xwe rêxistin bikin. Ne hewce ye pir lezî çêbe. Ango divê hûn xwînsar bin. Rêxistinî bin, rê û rêbazê we divê di cih de bin. Bi vî awayî hûnê bikaribin her cure êrîşan bersiv bidin.

Şervanên QSD’ê yên hêja em dişopînin ev çardeh roj in berxwedaneke qehremanî pêş dixin. Lê komplo mezin e. Û êrîş mezin in. Careke din jî berxwedanek heye. Bersivdayîn heye. Tecrûbeyê wan heye ku hîn zêde bikaribin berxwedanê bilind bikin. Helwesta ku hatiye raber kirin, bi taybet ev rojê dawî fermandariya QSD’ê daxuyanî daye, helwesta ku raber kiriye destnîşan dike ku biryar mîsoger e. Wê ev hêza bikaribe parastina xwe û civaka xwe bike. 

Çawa ku li Kobanê di astekê herî bilind de berxwedanî çêkir, di Kobanê de mal bi mal şer kir, em bawer dikin li ser hîmê tecrûbeyê salan hatiye girtin hêzê YPG, YPJ û QSD’ê niha jî berxwedanek dîrokî li dar bixe. Lê fermandarê hêja, şervanê hêja divê rêbazên tunelan jî baş bikar bînin. Li gorî em dizanin tunel hene. Rêbazên tunel di serdema me de rêbazek li hemberî her cûre êrîş û teknolojî bersiv e. Pisporiya şer de eger ku vana bi kar bînin û car din gelê me niha de derketî kolanan li Rojavayê Kurdistan û wisa bi gel û bi şervanê xwe di vê şewazê sekin û berxwedan û bi piştavaniya tevahî gelê Kurdistanê êrîş çawa dibe bila bibe teqez wê serkeftin a gelê me be. Em bi vê bawer dikin. Gelê me jî divê heya dawî vê bawer bike. Ev keda tê raber kirin, ev cesaret û qehremanî teqez wê encama xwe hebe. Ez ji niha de tevahî gelê me yê ku Rojavayê Kurdistanê re bi dil û can serketinê dixwazim. Her kesî careke din bi rêzdarî û hurmet silav dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Silêmaniyeyê ber bi Rojava ve bi rê ket
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê gel doh bi şev li qadan bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi qewimî?

Di encama êrîşên hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gûrbetellî Ersoz hatin dayîn

Rojnamevanên ku gotin, “Rastî wê di tarîtiyê de nemîne” di merasîma ji bo bîranîna Gurbetellî…

Ji aliyê Stêrk TV

Di hevdîtinên Osloyê de çi qewimîn?

Hevdîtinên Osloyê yên ku ji ber ferzkirin û gavneavêtina dewleta Tirk bi dawî bûn, nîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?