Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > MXDŞ’ê Dr. Berhem Ehmed Salih pîroz kir û ew vexwend Şengalê
Kurdistan

MXDŞ’ê Dr. Berhem Ehmed Salih pîroz kir û ew vexwend Şengalê

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji ber erka nû ya Birêz Dr. Berhem Ahmed Salih ya ji bo Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ew pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya MXDŞ’ê bi vî rengî ye:

“Em weke Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji ber erka nû ya Birêz Dr. Berhem Ahmed Salih ya ji bo Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) pîroz dikin û di karê wî yê nû yê mirovî de serkeftinê dixwazin.

Weke civaka Êzidî û bi taybet jî Rêveberiya Xweser a Şengalê ji hatina ser kar a Birêz Dr. Berhem Salih em kêfxweş in û em dizanin, di vê dema herî aloz, şer û nexweşiyê de ku bûye sedema koçberbûna milyonan mirovî, dê ji berê jî zêdetir roleke pozîtîf a mirovî bilîze. Ev erka nû erkeke wijdanî û miroviye ku em bawer dikin kesayeteke wek Birêz Dr. Berhem wê bi layiqî bi vî karî rabe.

Birêz Dr. Berhem Salih xwedî kevneşopiyeke dûdirêj a têkoşîn û mafparêziyê ye. Xwedî ezmûnên girîng ên siyasî ye. Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê gelek wezîfeyên girîng girtiye û di dema karê xwe de roleke pozîtîf ji bo gelan lîstiye. Bi taybet hewl daye bibe nûnerê hemû gelan û ferq nexistiye navbera gel û baweriyan. Niha jî ji bo erkeke pir girîng hatiye hilbijartin ku wê ji çavdêrîkirina rewşa 123 milyon koçberî berpirsyar be. Ev jî karekî wijdanî, xêrxwazî û mirovî ye. Em bawerin dikin wê bêyî ferq û cûdahî bi hawara hemû koçberan ve biçe û ji bo hemû mirovên di tengaviyê de bibe hêvî.

Ji ber fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê bihezaran kes ji Şengalê koç kirin. Beşeke zêde ya koçberan li kampên Herêma Kurdistanê bicîh bûn. Tevî ku Şengal rizgar bûye hîn jî bi hezaran koçber li kampan di nava şertên zehmet de dijîn. Ji ber peymana 9’ê Cotmehê di dema Mistefa Kazimî de hate îmzekirin hîn jî koçber nikarin bi îradeya xwe vegerin ser cih û warê xwe. Alîkariya pêwîst a ji bo qerebûkirina koçberan jî ne hatiye kirin. Em hêvî dikin wê Dr. Berhem Salih ji bo vegera Şengalê û qerebûkirina wan roleke pozîtîf bilîze û dosyaya koçberên Êzidî di sala nû de bi encam bike. Evê ji bo civaka me ya Êzidî bibe kêfxweşî û hêviyeke mezin ji bo li ser cih û warê xwe careke din bi aramî û azadî bijî.

Weke civaka Êzidî û bi taybet jî weke Rêveberiya Xweser a Şengalê em Birêz Dr. Berhem Salih, weke dostekî civaka xwe û endamekî fexrî yê Şengalê dibînin. Em bawer dikin dê karên ji bo vegera Şengalê bike, kêmek jî be wê bikare birîna fermanê bikewîne û di avadankirina Şengalê de erka dikeve ser milê xwe bilîze.

Em dubare bi navê civaka xwe wezîfeya we ya nû pîroz dikin û di karê we de serkeftinê dixwazin. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser navê civaka Êzidî Birêz Dr. Berhem Salih vedixwînin Şengalê û em ê kêfxweş bin li Şengalê pêşwazî lê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)
Nûçeya Pişt re Bermahiyên şer li Sûriyeyê dibin sedema mirina mirovan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Di nava 24 saetan de 12 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana 24 saetên dawî de 12 çete…

Ji aliyê Stêrk TV

Ferhat Şamî: Tîmeke MÎT’a Tirk di destê hêzên me de ye

Berdevkê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku di êrîşên ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

Durziyan bang li civaka navneteweyî kirin: Siwêdayê rizgar bikin

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî bang li hêzên herêmî û navneteweyî kirin ku Siwêdayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?