Duşem, 25 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrişên li ser CHP’ê li Amedê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Polat hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi lîderê CHP’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li jin a 80 salî lêgerîna tazî hate ferzkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ev jî bû: Axaftina bi Kurdî li gardiyanan jî hate qedexekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina aştî, edalet û hevgirtina civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Nagîhan Akarsel hate bîranîn: Em ê têkoşîna xwe mîna wê bidomînin
Jin

Nagîhan Akarsel hate bîranîn: Em ê têkoşîna xwe mîna wê bidomînin

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn. Di bîranînan de bal kişandin ser  têkoşîna wê ya azadiya jinan û rojnamegeriya heqîqetê û peyama "Em ê mîrata wê bidin jiyîn” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a ku di 4ê Cotmehê de li Silêmaniyê di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel bi wesîleya 3’yemîn salvegera şehadeta wê bi çalakiyên cuda hate bibîranîn.

ŞIRNEX

Bi beşdariya Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endamên Tevgera Jinên Azad, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên jin yên partiyên siyasî û gelek jinan merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Hevseroka DEM Partiyê Taybet Bîlgî axaftin kir û Akarsel bi bîr anî.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan got ku Nagîhan Akarsel weke rojnamegerek, weke lêkolînerek, weke jinek ked dida û wiha axivî; “Dema heval Hagîhan ji bo avakirina pirtûkxaneyek li ser jinê xebat dikir hat qetilkirin. Hê jî kujerên wê nehatine eşkerekirin. Wê ji bo hemû jinan ala berxwedanê hilgirtibû û em soz didin ala wê hildaye li erdê nekeve.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana Nagîhan Akarsel hatiye amadekirin, hat pêşandin. Bîranîn bi çepik û dirûşma, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

WAN

Şaxa Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Atolyeya Jineolojiyê, bi boneya salvegera 3’yemîn a qetilkirina Endama Lijneya Weşanê ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li baxçeyê avahiya DEM Partiyê ya Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Wêneyê Nagîhan Akarsel li baxçe li ser maseyekê hat danîn û find hatin pêxistin. Rêxistinên navend  navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn.

Bername, bi axaftina seroka Şaxa MKG’ê ya Wanê Oznûr Deger dest pê kir. Oznûr Deger anî ziman ku bi kuştina Nagîhan Akarsel têkoşîna jinên kurd hedef hatiye girtin û gotinên dawî yên Nagîhan Akarsel bi bîr xist. Oznûr Deger diyar kir tevahiya jiyana Nagîhan Akarsel tijî berxwedan û têkoşînê bû û wiha got: “Dema ku em li ser Nagîhan difikirin, em li ser têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna jinan difikirin. Berxwedana wê di dîrokê de hat nivîsandin. Em îro li vir in da ku kesên ku dihat xwestin bên kuştin, zindî bikin. Em îro li vir in da ku her peyvek ku Nagîhan Akarsel gotiye û li ser kaxezê nivîsandiye bidomînin. Wekî mîratgirên têkoşîna wê, em ê têkoşîna wê bidomînin.”

Li ser navê  Atolyeya Jineolojiyê Aynûr Sarica axivî û da zanîn ku Nagîhan Akarsel ji aliyê zîhniyeta dewleta serdest a mêr ve hatiye hedefgirtin û kuştin. Aynûr Saricayê diyar kir ku Nagîhan Akarsel heta roja ku hatiye kuştin jî xebata xwe domandiye û wiha pê de çû: “Nagîhan weşana mehane ya Kovara Jineolojiyê dimeşand. Piştî wê gelek hejmar hatin weşandin. Weke berdewamiya têkoşîna wê, em ê jî wekî wê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadî were ji van axan re.”

Endamên Atolyeya Jineolojiyê û MKG helbestên Nagîhan Akarsel xwendin û dû re jî sînevîzyon hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê bername bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li ber DEM Partî ya Akdenîzê ya Mersînê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê TJA’yê ve hate dayîn de pankarta “Nagîhan jinek li ser rêya heqîqetê bû” hate vekirin. Hevseroka DEM Partî ya Mersînê Bedriye Kûş daxuyanî da û Nagihan Akarsel bi bîr anî. Bedriye Kûş diyar kir ku hedefgirtina wê ne tesaduf e û got, “Hedefgirtina heval Nagihan êrîşek ji aliyê pergala serdest a mêr û faşîst ve li ser hişmendiya rizgariya jinan û jîneolojiyê bû.  Piştî sê salan, em dibînin ku mîrata wê ya îdeolojîk hîn bêtir di têkoşîna jinan de cih girtiye. Em jin bi biryar in ku têkoşîna Nagîhan bigirin ser xwe, jîneolojiyê berfireh bikin û modernîteya demokratîk bigihînin hemû qadên jiyanê.”

STENBOL

TJA û Kovara Jineolojiyê li avahiya DEM Partî ya Bahçelievlerê çalakiya bîranînê li dar xistin. Wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Cîhan Bilgin li hola bîranînê hatin daliqandin. Li salonê pankarta “Em ê ser rêyû erdê bihejînin û xwe birêxistin bikin” hate daliqandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku jiyana têkoşîna Nagîhan Akarsel nîşan dide hate pêşandan. Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadi” hatin berzkirin.

Rojnamevan Nezahat Dogan diyar kir ku Nagîhan Akarsel bi rêxistinkirina hemû jinan şopeke kûr hiştiye û got, “Nagîhan Akarsel rojnamevanek bû. Em soza xwe ya ji bo gotina Nagihan Akarsel ‘Ger jinek azad bibe, civak azad dibe, ew jin gelek tiştan diguherînin, ew dîwarên pergalan hildiweşînin’ diparêzin.”

Nezahat Dogan, gotina Rêber Apo, “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, ji bo rizgariya civakê û demokratîkbûnê jin pêşengên aştiyê ne” bi bîr xist û got, “Em jî mîna Sarayan, Sêvêyan, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û Nagîhan Akarsel, ku mîrateya ku jinan ji me re hiştine, bidomînin.”

Piştre li ser navê TJA’yê Xecê Başkalane axivî û diyar kir ku jinên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne rêya wan ronî kirine û mîrateyek girîng hiştine. Bîranîn bi xwendina helbestan dewam kir. Piştre nivîsa Nagîhan Akarsel a bi navê “Jin” hate xwendin. Bîranîn bi dirûşmeya “Jin jiyana azad” bi dawî bû.

AMED

Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê(MKG) , Tevgerên Jinên Azad û Akademiya Jîneolojiyê li Navenda Çandê a Dîcle Firatê navçeya Sûrê ya Amedê seet 16.00da ji bo Nagîhan Akarsel bername ya bîranînê pêkanîn. Bîranînê de wêneyên Nagîhan Akarsel vekirin. Aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad, endamên Akdemiya Jîneolojiyê û xebatkarên jin ên Çapemeniya Azad û gelek jin tevlî bîranînê bûn.

 

Bername bi rawestina rêzgirtinê destpêkir û jina sînevîzyona ji bo Nagîhan Akarsel hatî amadekirin temaşekirin. Piştre Seroka MKGê Roza Metîna, endamê Akademiya Jîneolojiyê Gulan Çagin Kalelî û aktîvîsta Tevgerên Jinên Azad(TJA) Emîne Çaynak axaftin kirin.

Seroka MKGê Roza Metîna salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî û wiha got: “Ev 11 guleyên ku Nagîhan Akarsel ket bi awayeke hovane bi rastî ev gule li hemberê azadiya jinê, hemberê tekoşîna jinê û li hemberî îradeya jinê bû. Ji ber ku Nagîhan Akarsel piralî bû. Hem li qada jîneolojiyê, hem qada rojnamegeriyê de kedek mezin da. Di heman demê de aktîvîst bû û her wiha penûsa xwe bi awayeke baş bikar dianî. Em dibêjin ev zîhneyeta faşist em qebûl nakin. Jinên wekî Nagîhan Akarsel yê hertim bijîn, em ê her tim tekoşîna wê berdewam bikin. Em ê Nagîhan Akarsel ji xwe re bikin mînak û em ê hertim rêzê bigirin. Dîsa em dibêjin dijî dewleta yekperest, dijî zîhniyeta faşist em tu carî serî natewînin, em tu carî zîhniyeta zayendperestê mêr jî em serî natewînin.”

 

Aktîvîsta TJA’yê Emîne Çaynak diyar kir ku ew ê hertim têkoşîna Nagîhan Akarsel bişopînin û berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nagîhan Akarsel bi têkoşîna jina kurd e heya wê rojê em dikarin bêjin tekoşîna jinê bi zimanê zanistî bi zimanê bîrdozî di şexsê xwe de em kom kirin. Wekî mûmekî peşiya jina ronahî dikir. Şopdarê Sema Yuce, şopdarê Zîlan, şopdarê Berîtan bû. Hevala Nagîhan jiyana jinê kir pirtûk û ji jina re kir dîrokekî ji nû ve da nivîsandinê. Jina kurd di şexsê hevala Nagîhan de, jinên cîhanê tevahî, jinên Rojhilata Navîn Nagîhan Akarsel bi xwe re kirine pêşeng.”

 

Piştî axaftina helbest hate xwendin. Herî dawî bi endamên Komeleya Dîcle Firat a Çandê stran gotin û bername bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan hat berdan, li Sêrtê hat pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re Nagîhan Akarsel li Helebê hate bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li her derê li dijî desteserkirinê çalakî hatin lidarxistin

Nobetên li dijî desteserkirina vina gelêi Colemêrgê hatine destpêkirin dewam dikin û peyama, “Şaredariyên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurdên surgûnbûyî yên Qazaqistanê

Ez xweş pê dizanim ku li ser kar û xebatên Kurdên surgunbûyî di dîroka Kurdistanê…

Ji aliyê Seevan SAEED

Serokê Giştî yê CÎK’ê: Gelê Kurd divê ji bo Rêberê xwe têbikoşe

Serokê CÎK'ê Mele Şevket Çakir diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Di êrişa Rûsyayê de li Kievê xisar li sedan avahiyan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?