Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin

HPG’ê diyar kir ku li Zapê 2 gerîla şehîd bûn û got: “Bi kûrahiyên xwe ya di felsefeya Apoyî de, dilnizmî û kesayetên xwe yên gihiştî ji hemû hevrêyên xwe re bûn milîtanên mînak.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“4’ê Tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn şehîd bûn.

Berxwedana destanî li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser xeta fedayîtiyê tê meşandin. Ev berxwedan bi têkoşîna fedekarî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dewam dike. Hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn ji bo azadiya gelê me bêyî dudilî xwe ji fedakirinê nedan paş û mîna navê xwe jiyan kirin. Bi tevlîbûn û keda xwe di nava berxwedanê de bûn xwedî cihekî girîng. Hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn bi hemû hebûna xwe bûn fedayiyên gelê me û di vê rêyê de bûn xwedî têkoşîneke bênavber. Bi kûrahiyên xwe ya di felsefeya Apoyî de, dilnizmî û kesayetên xwe yên gihiştî ji hemû hevrêyên xwe re bûn milîtanên mînak. Ev milîtanên Apoyî yên hêja bêyî rawestan xwe di taktîkên gerîla yên dema nû de pêş xistin, derbe li dewleta Tirk a qirker xistin û mîsogerkirina azadiya gelê me weke armanca xwe ya herî mezin diyar kirin. Hevrêyên me ji bo vê yekê xwe ji ti fedekariyê nedan paş û xeta têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê diyar kirin.

Weke hevrêyan wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku têkoşîna ku wan dewrî me kiriye, bigihînin serketinê û bibin layiqê wan.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ye:

Nasnav: Canfeda Soro

Nav û Paşnav: Idrîs Çinar

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Emîne – Husnu

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2024’an / Zap

 

Nasnav: Canfeda Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Ekrem Şêxo

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Meryem – Ekrem

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2024’an / Zap

CANFEDA SORO

 

Hevrêyê me Canfeda li Êlihê ku yek ji bajarên welatparêz û girîng ê Kurdistanê ye, di nava malbateke ji eşîra Hebizbinî de hate dinê. Ji derdora wî ya nêz û welatparêz gelek kes tevlî nava refên gerîla bûne. Lewma ji temenê biçûkatiya xwe û vir ve, Partiya me nas kir. Hevrêyê me bi zanebûna Kurdîtiyê mezin bû û di ferqa siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li dijî gelê me dimeşîne de, bû. Her çendî li dibistanên mêtingeriyê jî xwendibe, her tim karakterê qirker ê dewleta Tirk nas dikir û ji bo ku ji vê yekê bandor nebe ket nava hewldanan. Li ser vî bingehî hevrêyê me Canfeda çand û zimanê xwe parast û ev yek kir zemînekî girîng ê têkoşîna xwe. Dijmin hewl dida xwestekên rewa yên gelê me bi zext, êşkence û komkujiyan biçewisîne. Lewma hîna di temenekî biçûk de li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me hingî ku mezin bû, hêrsa xwe jî mezin kir. Weke ciwanekî Kurd ê zane, destpêkê di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me hingî ku di nava van xebatan de hîn baştir rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo fêm kir. Her roja derbas bûyî, têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Bi vî rengî di nava xebatên xwe de karî hîn zêdetir encam bi dest bixe. Hevrêyê me ji bo ku gelek ciwanên Kurd mîna wî bi zane bibin, rastiya dijmin fêm bikin û tevlî têkoşînê bibin, ked da. Di her hevrêyek xwe yê pêre xebat meşandî de, şopên kûr hişt. Dewleta Tirk û çeteyên ku rêxistin kirî, êrîşî destkeftiyên gelê me kirin. Komkujiyên ku li Rojava û Şengalê li dijî gelê me hatine kirin, bandoreke kûr li hevrêyê me Canfeda kir. Lewma weke ciwanekî Kurd fêm kir ku divê têkoşîna xwe hîn mezintir bike, weke xebata herî sereke esas girt ku destkeftiyên gelê me biparêze. Hevrêyê me dizanî ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e û li ser vî bingehî di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Canfeda bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re di nava demek kurt de fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek, bala hevrêyên xwe kişand. Bi saya taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar, di jiyana gerîla de bû pispor. Hevrêyê me ji bo ku demildest li hemberî êrîşên li ser gelê me bibe bersiv, di taktîkên şer ên gerîla de xwe pêş xist. Hevrêyê me bi saya eleqeya xwe ya bi mijarên leşkerî re, di gelek qadan de bû pispor. Ti carî lêgerînên xwe nerawestand û timî pêş ket. Êrîşên li ser gelê me her roj zêde dibûn. Hevrêyê me Canfeda li dijî vê yekê li kêleka gelê me di qadên şoreşê de tevlî şer bû. Di têkoşîna azadî û hebûnê de bû xwedî ked û hewldaneke girîng. Hevrêyê me çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî pêş xist. Bi kesayeta xwe ya gihayî û dilnizm rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Canfeda bi jîrbûna xwe ya taktîkî û cesareta xwe ya di nava şer de, para xwe ji bo serketinên girîng ava kir. Hevrêyê me Canfeda dizanî ku dewleta Tirk bi konsepta tasfiyeyê dixwaze di şexsê gerîlayên azadiyê de, gelê me qir bike. Weke şoreşgerekî Apoyî fikirî ku divê li hemberî vê yekê nebe temaşevan û ji bo ku şerê xwe yê li dijî dagirkeriyê mezin bike, car din vegerî çiyayan.

Hevrêyê me Canfeda piştî ku hat Herêmên Parastinê yên Medyayê, hîs kir ku divê di warê îdeolojîk û leşkerî de hîn zêdetir perwerde bibîne. Li ser vî bingehî derbasî akademiyan bû û tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Hevrêyê me bi taybetî ji bo fêrî taktîkên şerê dema nû bibe, kedek mezin da. Di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de asteke girîng bi dest xist. Hevrêyê me li dijî dijmin çalakiyên bi bandor pêş xist û xwest tola komkujiyên li dijî gelê me têne kirin, bistîne. Bi coş, moral û kelecaneke mezin berê xwe da xebatên pratîkî. Hevrêyê me di nava hemû xebatên xwe de bi disiplîn û cidiyeta xwe hate naskirin û bi saya van taybetmendiyên xwe di hemû xebatên xwe de serketî bû. Lewma hevrêyê me Canfeda ji hevrêyên xwe re bû mînak. Ji bo bibe gerîlayê serketinê hîn zêdetir lêhêrbûn kir û xwe pêş xist. Di heman demê de hevrêyê me xwedî zanebûna rêxistinê bû û dema pêwîst dikir bêyî ku bêje biçûk-mezin ji bo her xebatê pratîk meşand û ew xebat bi serketî temam kir. Lewma bû milîtanekî ku mirov her tim û li her derê lê bigere. Hevrêyê me bi liv û tevgerên xwe nîşan da ku gelek qedir dide hevrêyên xwe û bi saya vê taybetmendiya xwe hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Canfeda bi kesayeta xwe ya samîmî û dirûst, li her qada ku lê ye bû çavkaniya hêz û moralê. 4’ê Tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin de ji bo azadiya gelê me bêyî dudilî canê xwe feda kir û tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî, em ê her tim kenê bedew ê hevrê Canfeda û kesayeta wî ya kedkar bi bîr bînin û bîranîna wî bikin hinceta têkoşîneke hîn mezintir

CANFEDA EFRÎN

 

Hevrêyê me Canfeda di nava malbateke welatparêz de ku bi nirxên Kurdîtiyê ve girêdayî bû, li Efrînê jidayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, di emrekî biçûk de hem li gorî cewhera xwe mezin bû û hem jî têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê nas kir. Mîna her zarokekî Kurd hevrêyê me Canfeda jî dagirkeriya li ser welatê me Kurdistanê qebûl nekir û hewl da sedemên vê yekê hîn bibe. Hevrêyê me, polîtîkayên rejîmê yên asîmlekirin û hewldana qirkirina Kurdan dît û li dijî vê yekê bû xwedî hêrsek mezin. Piştre hevrêyê me Canfeda dikeve ferqa zilm û zordariya li her çar aliyên Kurdistanê û têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî van sîstemên mêtinger dimeşîne, bala wî dikêşe. Hevrêyê me ku Rêber Apo di temenê xwe yê ciwantiyê de nas kir, piştî dît ku ramanên Rêber Apo bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re jiyanî bûye, hewl da ku zêdetir nas bike û fêm bike. Bi hişmendiya ku wezîfeya xwe ya sereke weke ciwanekî Kurd li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, parastina gelê me ye tevgeriya. Li ser vê bingehê hevrêyê me Canfeda cihê xwe di nava yekîneyên berxwedanê de girt. Hevrêyê me li dijî dewleta Tirk bi taybetî li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê hêrseke mezin hîs kir. Fikirî ku divê tola gelê me û hevrêyên xwe yên yê gihîştine şehadetê hilîne. Hevrêyê me ji bo xwe gihandina vê armancê, weke cihê herî baş û bi bandor çiyayên Kurdistanê dît û li ser vê esasê berê xwe da çiyayê Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me piştî gihişt nava refên gerîla, ji bedewiya bi heybet a çiyayên Kurdistanê û her wiha têkiliyên hevrêtiyê û nêzîkatiya gerîlayên destpêkê bandor bû û careke din fêm kir ku ew biryareke çiqasî rast daye. Hevrêyê me ku di demeke kurt de bi perwerdeya ku wergirtî re adapteyî jiyana çiyê û gerîlatiyê bû, bi hînbûna hemû detayên jiyana gerîla re pêş ket. Hevrêyê me Canfeda ji dîroka partiya me PKK’ê û ji fedekariya şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê; Mazlûm Dogan û 4 şehîdên ku bedena xwe li girtîgehê dan ber agir bandor bû. Hevrêyê me Canfeda, her wiha di bin bandora hevrêtiya rast a Rêber Apo û şehîdê me yê yekem ê mezin Hakî Karer de bû û ji kêliya destpêkê ve ji bo di şexsê xwe de kesayeteke Apoyî ava bike, kedeke mezin da. Hevrêyê me di ferqa zor û zehmetiyên rêya heqîqetê ya ku destpê kiribû de bû, ji ber vê hemû zehmetiyan girt berçavan û xwe bi armanca xwe ve girêda.

Hevrêyê me Canfeda ku şervaneke leheng yê gelê me ye, bi hişmendiya erk û berpirsyariyên xwe piştî tevlîbûna nava refên gerîla yekser berê xwe da pratîkê. Hevrêyê me bi taybetî dixwest barê hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê li ber xwe didin sivik bike û li ser vê bingehê zanî ku ev yek bi derbeyên xurt li dijmin xistin pêkan e. Hevrêyê me Canfeda dizanîbû ji bo ku bibe gerîlayekî azadiyê yê pispor û profesyonel, divê xwe di taktîka gerîlatiyê ya dema nû de pêş bixe û li ser vê bingehê bi desteka hevrêyan, xwe di taktîkên dema nû de perwerde kir. Hevrêyê me piştî ku xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve amade hîs kir, berê xwe da herêma Zapê û bi coş û kelecaneke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me ku xwedî avaniyeke bi moral bû, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê jî bûye çavkaniya hêzê û her kêliyê xwe bi lêhûrbûna çawa darbeyên bi bandor li dijmin bixe derbas kir. Hevrêyê me di wê zanabûnê de bû ku, ancax bi vî rengî dikare xwedî li bîranînên şehîdên me derkeve û daxwazên gelê me yên azadiyê bi cih bîne. Têkoşîna xwe roj bi roj mezin kir.

4’ê Tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, hevrêyê me Canfeda şehîd bû. Hevrêyê me heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê bû. Bû xwediyê têkoşîneke ku ji hemû ciwanên Kurd re bibe mînak. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Canfeda Efrîn li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ya Memyan çîrkokeke avabûnê ye
Nûçeya Pişt re Hêzên gerîla li Zap, Xakurkê û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hate binçavkirin

Pêşkêşvana Medya Haber TV û rojnamevana Kurd Heval Arslan êvara 22'ê Îlonê piştî ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin

Ji herêmên cuda yên Îranê û cîhanê 22 rêxistin û 12 aktîvîstên mafên mirovan bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrikê şehîdek hat verşartin û ji bo 2 fermandarên YPJ’ê merasîm hat lidarxistin

Li Dêrik û Girkê Legê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Cûdî Dêrik hat veşartin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?