Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya gerîlayeke şehîd hate eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya gerîlayeke şehîd hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Garê şehîd bû eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Milîtana hêja ya Têkoşîna Azadiyê ya Jinê hevrêya me Hêvîdar 12’ê Tebaxa 2024’an li herêma Garê şehîd bû.

Milîtana fedaî ya xeta jin a azad hevrêya me Hêvîdar weke milîtaneke Apoyî ya dilsozê nirxên azadiyê bandoreke xurt li dîroka me ya têkoşînê kir ku şopa wê ti carî jê naçe. Weke ferda malbateke Koçer a ku cewhera xwe parastî li nava refên têkoşînê bi rewşa xwe ya xwezayî, sade û têgihiştina xwe ya kûr di her karî de barê hevrêyên xwe sivik kir û bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Şehadeta hevrêya me bandoreke giran li me kir ku milîtaneke YJA Starê ya serketî û xwedî têkoşîneke destanî bû. Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me ya nemir em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Hêvîdar Berxwedan Koçer:

Nasnav: Hêvîdar Berxwedan Koçer
Nav paşnav: Hasîne Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Husra – Alî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tebaxa 2024 / Garê

Hevrêya me Hêvîdar weke ferda malbateke bi eslê xwe ji Sêrtê li navçeya Farqîn a Amedê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me ku ewlada malbateke koçer bû, li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku kevneşopiya xwe ya welatparêziyê xurt bû. Ji ber ku ji derdora nêz a malbata wê tevlîbûn li nava tevgera me çêbû bû, hevrêya me zû partiya me nas kir û jê hez kir. Malbata hevrêya me xwedî çanda xurt a koçeriyê bû û ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê kir. Lewma hevrêya me timî bi hesreta çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me ku bala wê li ser jiyana gerîla bû û dixwest bibe gerîla, ji şehadeta gerîlayan gelekî bi bandor bû. Demekê çû dibistanên sîstemê ku hêlînên asîmîlekirin û qutkirina ji cewherê ye. Bi taybetî di dema xwendina li dibistanê de nakokiyên xwe zêde bû. Li pêşberî şerê li Kurdistanê û zilma ku dewleta Tirk dike, weke her ciwanên Kurd ên bi rûmet kete nava lêpirsîna wijdanî. Haya xwe jê hebû ku sîstem jinê dike meta, li koletiyê mehkûm dike û bû heyranê gerîlayên jin ên pêşengiyê ji têkoşîna me re dikin. Ji têkoşîna gerîlayên YJA Starê gelekî bi bandor bû ku li ser xeta jin a azad şer dikin û derbê li dijmin dixin. Her ku dît, bê jin a azadbûyî dikare çi bike, eleqeya wê ya ji bo jiayna gerîla jî zêde bû. Hevrêya me ku nêzîkatiyên paşverû û kevneşop ên sîstemê qebûl nekir û sekneke serhildêr nîşan da, di dema xwendina li lîseyê de lêgerînên xwe zêde kir. Di demekê de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê belav dibû, derfetên modernîteya kapîtalîst danî aliyekî û ji bo tevlî nava refên azadiyê bibe lêgerînên xwe hîn xurt kir. Li hemberî nêzîkatiyên bêîradekirin û kolekirinê yên sîstemê her tim bû xwedî refleks û zanîbû ku têkoşîneke bi wate li nava refên gerîla dibe. Gihîşt wê wbaweriyê ku bersiva nakokî û lêpirsînên xwe bi wergirtina biryarên radîkal ên li hemberî sîstemê dikare peyda bike û biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe.

Hevrêya me Hêvîdar ku sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû, demeke kurt li qada Bakur ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji têkiliyên hevrêyê yên germ ên gerîla bi bandor bû. Hevrêya me beşdarî perwerdeya şervanên nû bû û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi rêya perwerdeyê guhertinên xurt di kesayetiya xwe de pêk anî û hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeoojîk ve hewl da xwe bi pêş ve bibe. Li ser dîroka partiyê û dîroka jinê kûr bû û hewl da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hîn baştir fêhm bike. Di dersên leşkerî de bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û lêdana derbê ya li dijmin, di demeke kurt de bû şareza bû. Piştî ku weke gerîlayeke serketî û şareza perwerde qedand, derbasî qadên pratîkê bû û tecrûbeya xwe ya destpêkê wergirt. Hevrêya me ku şens dît ku li çiyayên bi hesreta wê bû gerîlatiyê bike, bi moral tevlî her karî bû. Hevrêya me her kêliya xwe bi perwerdeyê derbas kir, hewl da ji hevrêyên xwe re bibe alîkar û di dilê hverêyên xwe de cih girt. Di demeke ku çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî hemû gelê bindest û bi taybetî gelê me yê mezlûm kir û gelê me di bin tehdîda qirkirinê de bû de hevrêya me Hêvîdar ji bo pêdiviyên ruhê seferberiyê yê ji aliyê Tevgera me ve hatiye destpêkirin pêk bîne derbasî Rojava bû. Hevrêya me ku ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe kêliyekê jî teredût nekir, bi rengekî çalak tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû û tevî ku birîndar bû jî ji çeperên herî pêş derneket. Li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me daye destpêkirin, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo ku di warê leşkerî û bîrdozî de kûr bibe, li akademiyên xweser a jinan beşdarî perwerdeyê bû. Di vê pêvajoyê de hevrêya me ya ku pêvajoyên şer ên ku tê de cih girt nirxand û xwest bersivê bide êrîşa dagirkeran, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêya me ku di xeta PKK-PAJK’ê de gavên bi biryar û bawer avêt, di temamkirina perwerdeya xwe de israr kir û çû qadên ku şer lê dijwar bû.  Hevrêya me ku hem bi jêhatîbûna xwe ya leşkerî û hem jî bi danehevbûna xwe ya îdeolojîk milîtaneke mînak a YJA Starê ye, bi hesasiyeteke mezin nêzî wezîfeyên ku ketiye ser milên xwe bû.

Hevrêya me Hêvîdar, heta ku gihîşt şehadetê her kêliya xwe bi biryardariya têkoşîna azadiyê ya gelê me cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girt û mîrateyeke hevrêtiyê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hişt. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe ya ku di 12’yê Tebaxa 2024’an de li herêma Garê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, her tim bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Doza Narîn Guranê ji 30’ê Gulanê re hate taloqkirin
Nûçeya Pişt re Artêşa Tirk a dagirker 1084 caran êrîş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sever: Planeke zelal a Trump ji bo Rojhilata Navîn û Sûriye nîne

Rojnamevan Aykan Sever diyar kir ku Trump sembola nû ya kapîtalîzma Emerîkayê ye û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Serxwebûn Serhed ê çalakiya fedayî kir: Em tolhildana dîrokekî ne

Serhed ê ku çalakiya fedayî kir: “Em weke yek kesî naçin vê çalakiyê. Di şexsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?