În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nerazîbûnên li hemberî komkujiya dewleta Tirk dewam dikin
Kurdistan

Nerazîbûnên li hemberî komkujiya dewleta Tirk dewam dikin

Nerazîbûnên li hemberî komkujiya dewleta Tirk dewam dikin. Rêxistin û saziyan peyêmên li dijî dagirkerî û faşîzmê dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayîta rojnamevanên Kurd barand. Di êrîşê de rojnamevan Gulisan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn, Berpirsyarê Şîrketa Chatr Rêbîn Bekir (30) jî di nav de 6 rojnamevan birîndar bûn.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşê dewam dikin.

Meclîsa Kongra Star bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û şehîdxistina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêkê de hate gotin: “Em vê êrîşa dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê PDK’ê ya li ser wesayeta şirketa medya ya Çeter, şermezar dikin. Di kesayeta şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn de tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.”

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên siyasetmedar, rojnameger û pêşengên civakê wek şerekî sîstematîk hat binavkirin.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk rejîmeke qirker û faşîst e ji azadiya jin ditirse û hate gotin: “Di vê êrîşê de careke din sûcê şer kir. Armanca ji vê êrîşê şikandina vîna jinan e û di şexsê jinan de vîna civakê tune bike. Bi êrîşên li ser jinên rojnamevan hewl dide dengê haqîqetê qut bike. Ev kiryerên sûcê şer in û binpêkirina mafên mirovan e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniya azad li warê rewşenbîrî û welatparêzan (Silêmanî) bûyereke neasayî ye. Bang li rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî van êrîşan erka xwe bi cih bîne.

Di berdewama daxuyaniyê de, di serî de jin, bang li gelê Başûrê Kurdistanê, tevahî sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest bin û ev tişt hat diyarkirin: “Divê em bi hêza rêxistinkirî ya jin bersiva bidin êrîşan û li dijî dagirkerî, komkujî, zordestiya dewletên faşîst û dagirker têkoşîna xwe bihêztir bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker tu carî nikarin vîn û hêza jinan lawaz bikin. Li hemberî êrîşên qirker û faşîst soza bilindkirina asta têkoşînê hate dayîn û hate gotin: “Tiştek nikare li hemberî têkoşîna me bendan ava bike. Her bêdengiyek rê ji komkujîyan vedike. Lew ra ji her demî zêdetir divê em xwe rêxistin bikin û tekoşînê bilind bikin. Ji bo pêkanîna xeyalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê li dijî rejîmên neyar û kujerên jinan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

RSF: ROJNAMEVANÊN KURD NE DI EWLEHIYÊ DE NE

Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî êrîşa li beramberî rojnamevanên ragihandina azad de, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojek pitşî hişyariya RSF’ê ya derbarê zêdebûna tundiya beramberî rojnamevanên li Herêma Kurdistanê, 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin. Di 23’ê Tebaxê de di encama êrîşa bi dronan hatî pêkanîn de Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û Rêbîn Bekir jî birîndar bû. Her sê rojnamevan jî di qenalê Stêrk TV ku girêdayî Kompanyaya Çetir xebatên xwe dimeşandin.

Li gorî şahîdan, li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê wesayîtek ji aliyê dronekê ve hatiye hedef girtin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê ji Agence France-Presse’ê (AFP) re ragihandiye ku êrîş ne ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye pêkanîn.”

Her wiha heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Berpirsê Buroya RSF’ê ya li Rojhilata Navîn Jonathan Dagher di derbarê mijarê de wiha ragihandiye: “Bi qetilkirina sê rojnamevanan tenê di nava du mehan de, Herêma Kurdistanê, di cîhanê de bûye yek ji cihên herî metirsîdar ji bo rojnamevanan. Em vê êrîşa ku bûyî sedema mirina Hêro Behadîn û Gulistan Tara, şermezar dikin. Em bang li rayedarên Kurd dikin ku bi hemû hurguliyên wê ve vî sûcê ku li ser xaka wan hatiye kirin eşkere bikin. Divê rayedarên Tirkiyê hesab bidin; Daxuyaniya Wezareta Parastinê têrê nake. Divê rojnamevanên Kurd werin parastin û ji bo Hêro Behadîn û Gulistan Tara divê edalet were pêkanîn.”

CPJ: ME BERSIV JI DEWLETA TIRK NEGIRT

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) têkildarî êrîşê daxuyanî da.

Koordînatora Bernameya MENA ya CPJ Yeganeh Rezaiyan têkildarî êrîşê diyar kir ku ew pir xemgîn in û got: “Rayedarên Tirk divê bilez vê êrîşê lêpirsîn bikin û divê diyar bikin ku ka tîma raporê ji ber xebatên xwe hatiye hedefgirtin an na.”

CPJ’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan têkildarî êrîşê mail ji Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê re şandin, lê belê rayedarên Tirk bersiva wan nedane.

YNK: JIYANA SIVÎLAN TÊ HEDEFGIRTIN, BÊDENG MAYÎN NABE

Têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ya îro li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û rojnamevan Hêro Behadîn şehîd bûn û yek jê giran 6 rojnamevan jî birîndar bûn de, Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek weşand.

Peyama Fraksiyona YNJK’ê wiha ye:

“Em weke Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê êrîşa balafira bêmirov ya li nêzîkî Seîdsadiq ya li ser wesayîta tîmeke rojnamevanan ku di encamê de 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû bi tundî şermezar dikin.

Êrîşên bi vî rengî ne rewa ne û li dijî hemû qanûn, pîvan û kevneşopiyên navnetewî ne. Herwiha binpêkirina serweriya xak û esmanê Iraqê ye.

Lewma em bang li hikûmeta federal dikin ku li hember binpêkirinên rojane yên li ser erd û esmanê Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin ku metirsiyeke cidî ye li ser jiyana sivîlan.

ENIYA GEL: BI ALÎKARIYA HERÊMÎ TÊ KIRIN!

Daxuyaniya Eniya Gel wiha ye:

“Em weke Eniya Gel bi tundî êrîşa terorîstî ya îro li Seyîdsadiq ku tê de 2 rojnamevan bi navên Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin hedefgirtin û qetilkirin şermezar dikin.

Berpirsiyariya parastina can, ewlehî û serweriya xaka Iraqê û welatiyên wê li ser milê dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Mixabin her du alî jî di lûtkeya xemsariya can, ewlehî û xwîna welatiyên Kurdistanê de ne.

Tişta ku diqewime û bi alîkariya destê navxweyî û ajandaya siayasî rojane balafirên bêmirov me sivîlên bêguneh dike armanc. Dubarekirina berdewam a van binpêkirinên emnî, têkçûna rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bûye sedem tu ferdek di jiyana xwe de hest bi silametî û ewlekariya jiyana xwe neke.

Ajandayên derve, serhişkî, dubendiyên hizbî û kesayetî yên desthilatdarên Herêma Kurdistanê hemû sînor derbas kirine û divê dawî li van xemsariya û ajandayên metirsîdar yên li hember jiyana welatiyên me bê anîn.

Eniya Gel ji malbatên her du rojnamegerên şehîd re sersaxiyê dixwaze. Berpirsiyariya can û selametiya hemwelatiyên Kurd dikeve ser milê desthilatdarên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Ji bo Eniya Gel jiyan û ewlehiya welatiyan xeta sore û divê ji van êrîşan, qetilkirin û tirsandinê re sînorek bê danîn ne ku bibe dengê êrîşkaran.”

KNK: LI DIJÎ FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ WÊ TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ BIDOME

Komîteya Çapemeniyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrîşê daxuyanî da.

“Dewleta Tirk a dagirker her tim hemû rêbazên şer û zextê li dijî gelê Kurd, şoreş û destkeftiyên wê bikar tîne. Lê belê nekariye cesareta gel û berxwedana leheng a gelê Kurd bişkîne. Komplo û êrîşên dewleta Tirk yên li pey hev hatine pûçkirin. Ev êrîşa li dijî rojnamevan û dengê azad yê gelê Kurd, her çendî bû sedema windahiyên mezin jî, lê dîsa bê encam dimînin. Rojnamevanên wêrek û dirust her tim bûne dengê rast yê gel û mafên wan yên rewa. Rojnamevan û kedkarên çapemeniy azad, her tim rastiya dagirkerî, zext û zilma wan derxistiye holê. Lewma jî ne ecêbe ku dewleteke dagirker û dîktatorekî modern ji pênûs û kameraya rojnamevanan bitirse.

Em weke Komîteya Çapemeniyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji malbat, hempîşe û hevrêyên şehîdên Dengê Azadiyê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazin. Em van sûcên hovane yên dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan-Baxçelî bi tundî şermezar dikin. Em soza xwe dubare dikin ku emê nehêlin meşaleya di destê van rojnamevanan de vemire. Emê têkoşîna wan a ji bo eşkerekirina rastiya faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk bidomînin.”

‘DEWLET TIRK GEFEKE MEZIN E’

Endamê Desteya Rêveberiyê ya YNK’ê Arêz Abdullah jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. Arêz Abdullah nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk da û got ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bûye gefeke herî mezin.

ETHEM BARZANÎ: SÛCEKÎ NAVNETEWEYÎ KIR

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî têkildarî êrîşa li dijî kedkarên çapemeniya azad, peyamek weşand.

Edhem Barzanî di peyama xwe de got: “Şehîd xistina du rojnamevanan, sucek navnetewiye, li dijî hemû yasa û pîvanên mafê mirovane. Binpêkirina mafê welatî û rojnamevanane. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên her du rojnamevanên şehîd re dixwazim û şîfayê ji birîndaran re dixwazim. Ez bang li civaka navnetewî dikim sînorek ji bo van binpêkirinan dane ku bûne gefek cidî li ser jiyana welatiyên sivîl.”

ALA TALABANÎ: NAYÊ QEBÛLKIRIN

Yek ji parlamenterên berê yê Iraqê Ala Talabanî jî nerazîbûn nîşanî êrîşê da û got ku ev hedefgirtina wesayîta rojnamevanan nayê qebûlkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Emîne Şenyaşar ket emeliyetê: Ez ê çalakiya xwe dewam bikim
Nûçeya Pişt re Bavê Hêro Behadîn: Dijmin tînin Kurdistanê û zarokên me qetil dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê ragihandin ku di encama têkoşîna PKK'ê de ya ku 27'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êzidiyan ji bo azadiya Rêber Apo dua kirin

Alimên olî, serokeşîr û dayikên Êzidî yên li Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê wesayîteke bombebarkirî teqiya

Hate diyarkirin ku li Kobanê di wesayîteke bombebarkirî de teqînek pêk hat û hin kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?